• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Jinan li Botanê starta 8ê Adarê dan

Şirnex /AW

24 SIBAT 2025 - 16:31
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Aktîvîstên TJAyê, li Şirnexê bi daxuyaniyekê starta bernameya 8ê Adarê da. Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan 8ê Adarê li jinên ku li bendava Tişrînê li ber xwe didin pîroz kir.

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşmeya, “Em bi têkoşîna azadiya jinan aştiyê bi rêxistin dikin” starta bernameyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanê da. Aktivîstên TJAyê li ber avahiya KESKê ya Şirnexê kom bûn û daxuyanî dan. Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên DBP, DEM Partiye yên Şirnex û navçeyên wê, parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Raperîna me li dijî qirkirina jinê ye meşa me ber bi azadiyê ve ye” nivîsandibû hilgirtin. Jinan li vir dovîzên”Rewşa me bi heybetê” , “Bi rihê Zîlan, Berîtan û Arînan 8ê Adarê pîroz be” û “8ê Adarê pîroz be” hilgirtin.

Beriya daxuyaniyê Koma Zagros stran gotin. Jinan jî li ber stranan govend gerandin û dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî” berz kirin. Tevî sermayê jî jinan bi govend û berzkirina dirûşmeyan 8ê Adarê bi coşeke mezin pîroz kirin. Piştî gerandina govend û stranan li vir daxuyanî dan.

‘Heviya serkêftinê mezin e’

Hevseroka DEM Partî ya Şirnexê Nurcan Alturk ewil axivî û 8ê Adarê li hemû jinên cihanê pîroz kir û wiha got: “Heta azadiya jinan dê têkoşîna me bidome. Heviya serkêftinê mezin e. Koletî û bindestî ne para me Kurdan e. Em vê qederê qebûl nakin. Azadiya gelê Kurd û jinên cihanê wê bi têkoşîna jinên Kurd pêk bê.”

Aktivîsta TJAyê Çîmen Findik jî axivî û destnîşan kir ku 8ê Adarê Roja Jinên Cihanê tê bi ked û bedelên mezin gihişt îro û niha tê pîrozkirin û got: “Em 8ê Adarê li jinên girtî pîroz dikin. Em ê serî netewînin û berxwedana xwe mezin bikin. Li Girava Îmraliyê û hemû girtîgehan tecrîdeke giran tê meşandin. Ji bo tecrîd be şikandin û birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe weke jin em ê li ber xwe bidin.”

Çîmen Findik nameya Sadet İdil ku ji girtîgeha Erzînganê şandibû û ji bo 8ê Adarê peyama, “Hemû hevalên bi rûmet 8ê Adarê hemû jinên cihanê pîroz dikim” dinivisî jî parvekir.

‘Azadiya birêz Ocalan azadiya me ye’

Parlamentera DEM Partî Newroz Uysal Aslan jî di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li bendava Tişrînê li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin û got: “Em jinên li Tişrînê li ber xwe didin silav dikin. Li Tirkiyeyê serdemeke nû heye û qala nîqaşên pêvajoyeke tê kirin. Lê îro şeredariya me ya Qaxizmanê desteser kirin. Yên ku qala çareseriyê dike divê di destpêke de vîna gelê Kurd nas bike. Birêz Abdullah Ocalan 26 sal in ji bo hemû gelan, jin û zarokan li ber xwe dide. Ji bo jiyaneke azad di şexsê jinan de pêk were li berxwe dide. Weke ku birêz Abdullah Ocalan dibêje heta jin azad nebe civak azad nabe. Em jî dibêjin azadiya jinan bi azadiya birêz Ocalan pêkan e. Em berxwedana birêz Ocalan silav dikin û azadiya wî azadiya me ye. Îro di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de nûçeyek derket. Di nûçeyê de çeteyên li Şirnexê destdirêjayiya jinên civan dike û jinan li dervê tînin û fuhuşan ji wan didin kirin. Li ser 23 kesan doz hatiyê vêkirin. Lê tevî navê wan diyar e jî nehatinê ceza kirin. Ji ber ku dixwazin civaka me ji jinan be ruxandin. Divê em li dijî şerê taybet hişyar bin. Em ê jî şopdarê van dozan bibin. Em ê li dijî hemû kiryarên qirêj bitêkoşin.”

Jinan piştî axaftinan bi govendê û dirûşmeyan 8ê Adarê pîroz kirin.

Etîket: JinNewroz UysalŞirnexTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

20 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Berîvan Meryem Uzkaş bi girseyî hat bîranîn

16 TEBAX 2026
Sonay Mengutay piştî 30 salan azad e: Ji destê me çi were em ê bikin

Sonay Mengutay piştî 30 salan azad e: Ji destê me çi were em ê bikin

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne