Colemêrg – Mehmet Uçar ê ji gundê Tilorana Jorîn a bi ser navçeya Geverê ve ku 28 sal in mêşvaniyê dike, ji ber nêzîkbûna zivistanê amadekariya xwe dike ku mêşên xwe bibe cihên germ. Mehmet Uçar anî ziman ku ew hingivê xwe di nav xilêfkê de hildiberîne, hingivê gundê wan bi nav û deng e û kîloya wê jî dide 3 hezar lîreyan.
Herêma Colemêrgê ya li bakurê Kurdistanê ku bi xwezaya xwe ya bêhempa tê zanîn û nasîn, hilberîna hingiv di jiyana rojane ya niştecîhên herême de hem ji aliyê aboriyê ve hem jî ji aliyê dewlemendiyê ve cihek girîng digire. Erdnigariya xwedî kulîlkên curbecur yên endemîk ji bo mêşên hingiv dibe stargehek bêhempa. Hingivê ku li herêma Colemêrgê tê hilberandin ji hemû dermanên kîmyewî dûr in, lewma pîvanên nirxê hingivê herêmê di cîhanê de kêm tê dîtin.
Li gorî analîzên zanîstî û daneyên fermî pîvana prolîna (asîda amînî) hingivê herêmê di navbera 400 mg /kg heta 850+ mg /kg de diguhere. Ev dane nîşan dide ku rêjeya proteîn û enzîmên bi çalak di asta herî jor de ne. Analîzên mîkroskobîk yên polenî diyar dikin ku di nava hingiv de bi giranî polenên giyayê geven, kereng, gênî û tûsî hene û ev yek aromaya hingiv xweştir û bi tamtir dike. Rêjeya şekir (fruktoz û glîkoz) û asta şiliyê (nem) ya ku di bin ji sedî 17-18an de dimîne, dikare bi salan şeklê hingîv yê avî û zelalî biparêze. Bi wan pîvanên zanîstî hingivê herêmê di asta navneteweyî û neteweyî de statûya xwe ya wekî yek ji hilberên herî bi qîmet û hêja diparêze.
Mehmet Uçar yê ji gundê Tilorana Jorîn ya bi ser navçeya Geverê ya Colemêrgê ve ku karê mêşvaniyê dike derheqê hilberîna hingiv de axivî û behsa taybetmendiya hingivê Colemêrgê kir.
‘Hingivê herî xweş yê nav xilêfkê ye’
Mehmet Uçar ku 28 sal in karê mêşvaniyê dike behsa amûra hingiv ya di devoka herêmê de wekî “Xilêf, xilêfk, selik” tê pênasekirin ku bi şifkên ter (çikil) û an jî tûreyên dara biyê tê çêkirin kir. Mehmet Uçar diyar kir ku ew xilêfê çêdikin û bi rîxa sewalan sewax dikin û got: “Rîxa sewalan hem nava xilêfê germ dike hem jî dema baran dibare xerab nabe. Dema me çêkir em deriyek bi qasî 1-2 bihûstan jî vedikin. Piştre em datînin di nava mêşan de û şilxa mêşe diçe û tê de hingiv çêdike. Hingivê herî xweş yê di nava xilêfê de ye. Kîloya vê îsal didim 3 hezar lîrayê Tirkan.”

‘Hingivê çiya û zozanan xweştir e’
Mehmet Uçar da zanîn ku ew zivistanê mêşên xwe ji ber hewayê sar dibe devera Gerdiyan a bi ser navçeya Rubarokê ve û wiha pê de çû: “Biharê jî ez mêşên xwe careke din tînim gundê xwe. Karê mêşvaniyê sebrê dixwaze, divê tu bi sebr bî. Aniha payîz e û em ê mêşên xwe bibin nav Gerdiyan. Heta serê gulanê em ê li wir bibin, dema bihar hat em ê careke din vegerin gundê xwe. Hingivê xweş li zozanan û li çiyayan çêdibe. Ji ber ku gênî, kulîlk û tûsî zêde ne. Li çiyayên me siyabo zêde heye. Hingivê li vir bêhna siyaboyê jê tê, ji ber ku mêş kulîlka siyaboyê hez dikin. Lê cihê ku qereqola leşkeran heyî hingiv baş nabe; ji ber ku mêş diçin ser kirs û gilêşê leşkeran, şekirê kirsî dixwin.”
‘Mesrefên hatin û çûyînê zêde ne’
Mehmet Uçar hem behsa zor û zehmetî û mesrefên mêşevaniyê jî kir ku alikariya ji dewletê distînin têra mesrefên wan nakin û axaftina xwe wiha b dawî kir: “Zivistanê em sindoqên mêşan barî wesayîtê dikin ku bibin cîhê germ. Her wesayît 90 sindoqan hildigire û 15 hezar lîrayê Tirkan lê diçe. Dema me mêş birin em di serê zivistanê de ji bo ku mêş nemirin kek û şerbet didin wan û cihê wan dipêçin. Ev hatin û çûn hemû mesref in. Karê mêşvaniyê helbet heye, lê mêşvaniya vê demê fêlbazî û derevkarî ye. Milet di bihar û havînê de jî şekir û şerbetê didin mêşan. Hingivê Tilorana Jorîn di vê herêmê de nav û deng e; ji ber ku em di bihar û havînê de şekir û şerbet nadin mêşan.”

















