Li bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê xwendekarên ku ji bo perwerdehiya bi zimanê Kurdî çalakî li dar dixistin, bi êrişa çeteyan re rû bi rû man.
Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ji bo zimanê Kurdî biryara hefteyê 3 saetan ders daye û li gelek bajarên rojavayê Kurdistanê li dijî vê yekê çalakî tên lidarxistin. Xwendekarên ku li bajarê Hesekê çalakî li dar dixistin, bi êrişa hin çeteyên bi çek û rû girtî re rû bi rû man.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin hin xwendekar birîndar bûne û xwendekarên birîndar sewqî nexweşxaneyê hatine kirin.

















