• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêxistinên civakî operasyona li diji HDKê şermezar kirin

Navenda Nûçeyan /AW

24 SIBAT 2025 - 16:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Li gelek bajaran rêxistinên civakî û demokratîk operasyona li dijî HDKê protesto kir. Nûneran diyar kirin ku îktîdar hewl dide HDKê krîmînalîze bike.

Polîsan bi fermana serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di 18ê sibatê de li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) operasyon pêk anîbû. Polîsan di operasyonê de 51 kes binçav kirin û ji wan 30 kes girtin û şandin girtîgehê. 21 kes jî bi şertê kontrola edlî berdan. Êrişa li dijî HDK’ê li bajarên Edene, Mêrsîn û Rihayê hate protestokirin.

Edene

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê li Parka Înonuyê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê da û operasyona li dijî HDKê şermezar kir û wiha got: “Di meha dawî de herî kêm 100 HDKyî hatine binçavkirin û ji wan bi dehan kes hatine girtin. HDK, zemîna pêkvejiyanê ye. Îktîdara ku ji bo tesfiyekirina siyaseta demokratîk bi sala ye darazê weke ço bi kar tîne, li dijî HDKê operasyona qirkirina siyasî da destpêkirin. HDK, têkoşîna ji bo jiyaneke aştiyane, wekhev û demokratîk e. Parastina nirxên demokratîk e. Zemîneke civakî û siyasî ya gelên Tirkiyeyê ye. Armanca van operasyonan, krîmînalîzekirina HDKê û tunekirina hêviya aştiyê ye. Em ê nehêlin HDKê krîmînalîze bikin. Banga me ji bo îktîdarê ew e ku dev ji van operasyonên xwe berde.”

Mêrsîn

Platforma Ked û Demkrasiyê ya Mêrsînê jî li Parka Ozgur Çocukê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Her roja nû, bêhiqûqiyeke nû, em ê neelimin” û “Rejîma qeyûm derbeya li dijî vîna gel e” hilgirtin. Beşdaran, dirûşmên “Qeyûm debe ye, na ji derbeyan re” û “Em ê bi yekitiyê bi ser kevin” berz kirin. Berdevkê Platformê Kemal Goçmen diyar kir ku armanca ji girtin û binçavkirinan ew e ku muxalefeta civakî bê krîmînalîzekirin. Goçmen, anî ziman ku heke zilm û zext hebe dê li dijî wan têkoşîn jî her tim hebe. Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê da û got ku dê têkoşîna wan a li dijî zextan bidome.

Riha

Bi pêşengtiya DEM Partî, DBP û Tevgera Jinên Azad (TJA) li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Rihayê jî daxuyanî dan. Parlamenterên DEM Partiyê yên bajar Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî faşîzmê em hemû HDK’î ne” û dovîza “Em hemû HDK’î ne” hatin hilgirtin. Hevserokê DBP’a Rihayê Mahmût Manas diyar kir ku HDK ji bo welatekî demokratîk têdikoşe û ew ê vê têkoşînê bidomînin. Parlamenter Ferît Şenyaşar jî ev tişt anî ziman: “Em bi îktîdareke faşîst re rû bi rû ne. Daraz veguheriye çoyê îktîdarê. Wezareta Dadê riziyaye. Hevalên me dîl hatin girtin. Li holê tu sûc nînin. Li ser fermanê hatin girtin. Dê hesabê vê bêhiqûqiyê rojekê were dayin. HDK em in, hevalên me rûmeta me ne. Em ê bibin dengê wan.”

‘Em bi Abdullah Ocalan bawer in’

Parlamenter Omer Ocalan jî bi bîr xist ku ev demekî dirêj e operasyonên siyasî didomin û axaftina xwe wiha qedand: “Di demên dawî de qala pêvajoyekê tê kirin. Her kes li benda banga birêz Ocalan e. Dikare pêvajoya şer a 40 salan derbasî qonaxeke nû bike. Birêz Ocalan ji bo me hewl dide û belkî di rojê pêş de bangekî dîrokî bike. Lê AKP çi dike. Aştî û şer bi hev re nabin. Em ji birêz Ocalan bawerîn. Em ê heta dawiyê siyaseta demokratîk biparêzin. Kurd, li Rojhilata Navîn aktoreke sereke ne. Operasyonên li dijî HDK’ê dê pêşiya aştiyê bigirin. Tu feydeyê tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê û operasyonên li dijî HDK’ê ji bo gel nînin. Terka vê siyaseta xwe ya qirêjî bikin. Gelê me li benda banga Rêberê xwe ye, divê AKP guh bide vê bangê.”

Etîket: EdeneHDK.Mêrsîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Osmaniye û Edeneyê li dû hev erdhej çêbû

Li Osmaniye û Edeneyê li dû hev erdhej çêbû

4 COTMEH 2026
Tevî 3 şaredarên Mersînê 59 kes hatin binçavkirin

Tevî 3 şaredarên Mersînê 59 kes hatin binçavkirin

1 COTMEH 2026
Hunermend Nuarîn hat binçavkirin

Hunermend Nuarîn hat binçavkirin

12 TEBAX 2026
Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

27 HEZÎRAN 2026
Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

26 HEZÎRAN 2026
Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

26 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne