• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Girtiyê siyasî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

    Girtiyê siyasî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

    Gulazer Akin piştî 30 salan tahliye bû: Ez piştgiriyê didim pêvajoyê

    Gulazer Akin piştî 30 salan tahliye bû: Ez piştgiriyê didim pêvajoyê

    Çalakiya Dayikên Aştiyê bi dawî bû: Guh bidin daxwazên me

    Çalakiya Dayikên Aştiyê bi dawî bû: Guh bidin daxwazên me

    Serokê berê yê HEPê yê Dîlokê Abdulsamet Sakik hat bîranîn

    Serokê berê yê HEPê yê Dîlokê Abdulsamet Sakik hat bîranîn

    ‘Li girtîgehan zext roj bi roj girantir dibe’

    ‘Li girtîgehan zext roj bi roj girantir dibe’

    Careke din êriş birin ser Şehîdgeha Gabarê!

    Careke din êriş birin ser Şehîdgeha Gabarê!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Girtiyê siyasî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

    Girtiyê siyasî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

    Gulazer Akin piştî 30 salan tahliye bû: Ez piştgiriyê didim pêvajoyê

    Gulazer Akin piştî 30 salan tahliye bû: Ez piştgiriyê didim pêvajoyê

    Çalakiya Dayikên Aştiyê bi dawî bû: Guh bidin daxwazên me

    Çalakiya Dayikên Aştiyê bi dawî bû: Guh bidin daxwazên me

    Serokê berê yê HEPê yê Dîlokê Abdulsamet Sakik hat bîranîn

    Serokê berê yê HEPê yê Dîlokê Abdulsamet Sakik hat bîranîn

    ‘Li girtîgehan zext roj bi roj girantir dibe’

    ‘Li girtîgehan zext roj bi roj girantir dibe’

    Careke din êriş birin ser Şehîdgeha Gabarê!

    Careke din êriş birin ser Şehîdgeha Gabarê!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan: Ji Harpagos ve Kurd leşkertiya fermandarên cuda dikin

Navenda Nûçeyan / AW

3 MIJDAR 2026 - 13:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê Manîfesyona Civaka Demokratîk de bal kişandibû ser xwişk-biratiya Kurd û Tirkan a hezar salî û derbarê mijarê de ev nirxandin kiribû: “Ji Harpagos heya niha Kurd, gelek caran bûne leşkerên fermandarên gelên din. Her dem fermandar kesekî din bûye.”

Kovara Komînal cih da nivîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi sernavê “Di Dîrokê de Têkiliyên Kurd û Tirkan” a di Manîfestoya Civaka Demokratîk de nivisandibû. Nivîs bal dikêşe li ser xwişk-biratiya Kurd û Tirkan a hezar salan. Nivîs bi vî rengî ye:

“Pêşî divê em vê yekê bi awayekî zelal diyar bikin: Dîroka hatina Tirkên Rojhilata Navîn bêyî Kurdan dest pê nake. Ev yek divê bi kûrahî were famkirin. Tirk her tiştê ku ava kirine, bi rêya Kurdan ava kirine. Ev têkilî bi esasê fermandariyê pêk hatiye. Mixabin, ji dema Harpagos ve heta niha, Kurd gelek caran bûne leşkerên fermandarên gelên din. Ev yek bûye taybetmendiyeke kevneşopî ya Kurdan. Her dem fermandar kesekî din bûye. Ji dema ku Konfederasyona Medan bi xiyaneta Harpagos hilweşiya, heta îro jî leşkerên herî jêhatî yên Kurd di bin fermandariya kesên din de şer kirine.

Ger em hinekî zêdetir li ser Tirkên binêrin, dê bibînin ku ew wekî leşkerên Îslamê hatine vê herêmê. Di wê demê de Xelîfeyê Ebasiyan di bin dorpêça Bûweyhiyan de bû. Bûweyhî jî xanedaneke Kurd bûn. Xelîfe hema hema tenê wekî berpirsiyarekî olî ma bû û desthilatdariya wî sînordar bû. Fatimiyan xwe gihandibûn sînorên Dîcle û Firatê û xelîfetî di bin gefa hilweşînê de bû.

Di rewşeke wiha de, Xelîfeyê Ebasiyan ji Tûgrul Beg alîkarî dixwaze û serdariya sultanî dide wî. Şerta bingehîn a vê yekê jî lawazkirina bandora Bûweyhiyan bû. Tûgrul Beg ji bo ku leşkerên pêwîst peyda bike, bi Kurên Sunnî re, yên ku dijberên Bûweyhiyên Şîe bûn, hevalbendiyekê ava dike. Bi vî awayî bingeha têkiliyên Kurd û Tirk tê avêtin.

Bi piştgiriya Kurên Sunnî, Tûgrul Beg serkeftina li hember Bûweyhiyan bi dest dixe û bi vî awayî xelîfetiyê ji hilweşînê rizgar dike. Piştre Tûgrul Beg bi mîrê Şeddadî Menuçehr re hevalbendiyekê ava dike û her du hêzên xwe dikin yek. Ew êrîşî Padîşahiya Ermeniyan dikin. Tûgrul Beg ji Enî heta Qersê serweriya xwe ava dike. Li gorî hevalbendiya xwe ya bi Menuçehr re, bajarê Enî dide wî, lê herêma Qersê di bin rêveberiya xwe de dihêle.

Hevalbendiya Tûgrul Beg û Menuçehr Padîşahiya Ermeniyan têk dibire û hêza Tûgrul Beg zêdetir dibe. Di sala 1055an de, Xelîfeyê Ebasiyan sernavê sultanî dide wî.

Di wê serdemê de mîrektiyên Kurd li herêmê gelekî xurt û bibandor bûn. Mîrektiya Şeddadî ya Kurd, ku navenda wê li Azerbaycana îroyîn bû, hêza serdest a herêmê bû. Mîrektiya Mervanî, ku navenda wê Farqîn bû, li ser xeta ji Wanê heta Riha serwer bû. Mîrektiya Mirdasî ya ku navenda wê li Egîlê bû, herêmeke ji Adiyamanê heta Meletiyê di bin kontrola xwe de digirt. Hin beşên din ên herêmê jî di bin desthilatdariya Mîrektiya Hesenweyhî de bûn. Mîrektiyên din ên mezin û biçûk jî hebûn. Ev mîrektî di nav Dewleta Selçûqiyan de wekî yekîneyên xweser hebûn û statûya xwe diparastin.

Têkiliya Kurd û Tirk dişibe têkiliya Med û Persan

Têkiliya Kurd û Tirk di dîrokê de dişibe têkiliya Med û Persan. Bêyî Medan Pers nikarîbûn bimînin û bêyî Persan jî Med nikarîbûn hebûna xwe bidomînin. Di artêşa Împaratoriya Persan de hejmareke mezin ji leşkeran Kurd bûn, lê fermandariya artêşê di destê Persan de bû. Ger em vê têkiliyê bi zimanê îroyîn rave bikin, em dikarin bibêjin: Bêyî Kurdan Îran tune. Îro jî ev têkiliya nîv-stratejîk û nîv-taktîkî berdewam dike.

Di dîroka Tirkên li Rojhilata Navîn de jî em dibînin ku fermandar Tirk bûn, lê gelek ji leşkerên pêşeng Kurd bûn. Ev rewş jî dişibe têkiliya Med û Persan. Ev yek ji bo famkirina rewşa îro girîng e. Divê ev têkilî bi hemû hûrguliyên xwe were famkirin. Wekî din, tu kes nikare xwe ji windakirinê rizgar bike.

Hevalbendî tenê di warê leşkerî de nebû, di avakirina hişmendiya dewletê de jî bû

Piştî ku Tûgrul Beg ji Xelîfe sernavê sultanî wergirt, navenda xwe li Hemedanê ava kir. Hemedan di dîrokê de paytexta Medan bû. Piştre bingeha Dewleta Selçûqiyên Mezin jî li vê navendê hate avêtin. Rêberên Selçûqiyan malbatên xwe anîn Hemedanê û vê bajarê kirin cihê rûniştina xwe.

Ji ber ku Kurd û Selçûqî Sunnî bûn, wan dikarîbû li ser bingeheke hevpar bi hev re tevbigere. Di vê serdemê de alimê Kurd Abdulkadir Geylanî dest bi xebatên xwe yên fîqhê kir. Armanca van xebatan jî avakirina bingeha teorîk a hiqûqî ya dewletê bû.

Kevneşopiya alimên Kurd ku ji bo dewletê şêwirmendî dikirin, bi navên kesên wekî Nîzamülmülk û Îdrîsê Bîtlîsî bi sedan salan berdewam kir. Ji ber vê yekê, hevalbendiya Kurd û Tirk tenê di warê leşkerî de nebû. Ev hevalbendî di warên din de jî pêk hat ku di avakirina hişmendiya dewletê de roleke girîng dilîstin.

Piştî salên 1100î, mîrektiyên Kurd gav bi gav dest bi girêdana bi sultanên Selçûqiyan re kirin. Ji salên 1000î heta 1100î, statûya serbixwe ya mîrektiyên Kurd li ser bingeha têkiliyên wekhev û hevalbendiya wan bi Selçûqiyan re bû.

Wekî ku di serdestiya Selahaddînê Eyûbî de jî tê dîtin, carinan fermandarê Kurd pêşengî dikir, carinan jî fermandarê Tirk. Di wan şertan de hevalbendiya Kurd û Tirk ji bo parastina hebûna her du gelan gelekî girîng bû.

Piştî salên 1100î ev hevsengî gav bi gav guherî û fermandariyê derbasî destê Tirk bû. Qada îdeolojîk bi giranî di destê melayên Kurd de ma. Kurd jî di warên civakî û çandî de giraniya xwe parastin.

Kevneşopiya xanedaniya Selçûqiyan li Rojhilata Navîn bi awayê sultan û mîrên ku rêveberiya dewletê dikirin, berdewam kir. Selçûqiyan ku ji bilî rêveberiya dewletê û mîrektiyê tu pozîsyoneke din qebûl nedikirin, êdî bûbûn hêza serdest a nû ya Rojhilata Navîn.

Kesên ku di nava xanedanî û mîrektiyê de cih nedigirtin, bûn Tirkmen. Di vê nêrînê de Tirkmen kesên ku ji xanedaniyê hatibûn derxistin bûn. Di heman demê de, Tirkmen li hember zilm û zordariyê serî hildidan û hin ji wan di çolên Iraq û Sûriyê de dihatin bicihkirin. Hinên din jî li çiyên Anatolyayê, Deryaya Reş û Torosê xwe digirtin. Yörük, Çepnî û Tahtacî yên îroyîn jî di nav van koman de ne.

Di hin çavkaniyan de ji bo van kesan gotina “Etrak-ı bi-idrak”, ango “Tirkên bêaqil”, tê bikaranîn. Kesên ku di xanedaniyê de cih digirtin xwe wekî endamên van koman nedîtin.

Hem mîrên Osmanî hem jî yên Selçûqî olê xwe guherandibûn û ji adet û kevneşopiyên xwe dûr ketibûn. Ew bûbûn komeke rêveber. Ji bo wan girîngiya girêdana xwînê tune bû. Ew bi tevahî bûbûn hêzeke ku li ser dewlet û desthilatdariyê ava bûbû. Bingeha çandî û îdeolojîk a sereke ya wan jî Kurd bû.

Ji aliyekî din ve, Kurd ji dema Persan ve bi leşkeriya baş û jiyana li çiyayan re adet kiribûn. Ew di rola alîkariyê û piştgiriyê de jî jêhatî bûn.

Dema xanedanên Osmanî bûn Misilmanên Sunnî, beşeke mezin a Tirkmenan xwedî mezheb, terîqet û baweriyên dijber bûn. Ji bo mîrên Osmanî girêdana xwînê ti wateyek nedigirt. Ew nûnertiya hêzeke arîstokratîk dikirin ku bi tevahî li ser desthilatdarî û dewletê rawestiyabû.

Dînamîka têkiliyên hezar salî

Têkiliya Kurd û Tirk ne dişibe têkiliya Tirk û Yewnanan. Ev têkiliya ku ji hezar salan ve her du gel bi hev re hebûna xwe domandine, heta niha ji aliyê dîroknivîsên Kurd ve bi awayekî ku tenê Tirk ji Kurdan sûd wergirtine hatiye şîrovekirin. Lê di rastiyê de Kurd jî di vê têkiliyê de destkeftî bi dest xistine.

Kurd tiştên ku bi tena serê xwe nikarîbûn bikin, bi Tirkên re kirine. Şerê Milazgirê mînaka herî eşkere ya vê yekê ye. Kurên Sunnî yên li Hemedanê fam kirin ku ger bi Selçûqiyan re têkilî ava nekin, mîrektiyên wan dikarin ji destên wan derkevin. Ji ber vê yekê, wan dît ku divê têkiliyeke ku berjewendiya her du aliyan biparêze were avakirin.

Hebûna li Zagrosan bi avakirina hevalbendiyan gengaz e. Kurd û Tirk vê rastiyê ji nêz ve dîtin û tecrûbe kirin. Her çend carinan bi hev re şer kiribin jî, bi giştî her dem ji hevalbendiyê re tercîh dane.

Di salên 1070î de, padîşahê Bîzansê xwe gihandibû herêma Payîzava ya îroyîn. Ew di rewşekê de bû ku dikaribû heta Herêma Colemêrgê jî bigire. Mîrektiya Mervanî jî di bin gefê de bû. Li aliyê bakurê wê, Ermeniyan bi Bîzansê re hevkarî dikir. Ji ber vê yekê, Şeddadî jî di xetera ku di bin kontrola wan de werin de bûn.

Ji ber van gefan, mîrên Kurd û Sultan Alparslan hewce dîtin ku hevalbendiyekê ava bikin. Heke mîrên Kurd bi Tirkên re hevalbendiyê neava bikirana, di pêvajoyê de prensiyên Gurcistanê dikaribûn bi Padîşahiya Ermeniyan re hevalbendiyê ava bikin.

Di encamê de, Kurd û Tirk van xetereyan dîtin, hevalbendiyekê ava kirin û di Şerê Milazgirê de têkçûneke giran li Bîzansê anîn. Bi vî awayî, Melazgirt di nav de, Qers, Mûş û Silîvan jî ji destê Bîzansê hatin derxistin.

Ev hevalbendî hem ji Kurdan re hem jî ji Tirkan re destkeftî anî. Ji ber vê yekê, di hezar salên piştî wê de jî bingeha têkiliyeke ku her çend di nav xwe de guherîn û kêşeyan hebû jî, her dem xwe dispêre hevdu, hate avêtin.

Heke têkiliya Kurd û Tirk wekî têkiliya Tirk û Romayiyan an jî Tirk û Yewnanan bûya û her du gel bi hev re şer bikirana, Tirk Anatolya û Kurd jî Mezopotamya winda dikirin. Ne Tirk mabûna ne jî Kurd. Ev rastî di salên 1000î de jî hebû, di salên 1500î de jî hebû û îro, di sala 2025an de jî hîn derbasdar e.

Di destpêkê de têkiliyek nêzîkî wekheviyê hebû

Her çend tiştê ku em jê re dibêjin biratiyê xwedî bingeheke objektîf be jî, aliyê subjektîf ê vê têkiliyê kêm maye. Em dikarin vê yekê bi têgeha mîrasê jî rave bikin. Pêşengên me dîrokek ji me re hiştin û bi vê yekê bûn beşek ji dîrokê.

Ji Zagrosan heta Qefqasyayê, mîrektiyên Kurd serdest bûn. Bingeha wan a çandî jî gelekî xurt bû. Kurd gelê ku li erdê xwe bi cih bû û têkiliyên wan bi bingehê wekheviyê dihatin avakirin bûn.

Dema komên şervan ên Selçûqiyan hatin herêma Kurdistanê, gelek prensên Selçûqiyan dest bi bikaranîna zimanê Farisî kirin. Farisî zimanekî hevpar bi Kurdî bû. Piştre eşîr jî zimanê Farisî û Kurdî tercîh kirin. Di qesrên Selçûqiyan de ne Tirkî, lê Farisî dihat bikaranîn. Kesên ku li dora Mevlana bûn Kurd bûn.

Di encama vê têkiliya nêzîk û tevlihev de, Bîzans têk çû û Milazgir, Farqîn,Riha û gelek deverên din ji destê wê hatin derxistin.

Di destpêkê de têkiliyek nêzîkî wekheviyê hebû. Kurd û Tirk ku têkiliyeke wiha nêzîk ava kiribûn, bi sedsalan karîbûn vê têkiliyê bidomînin.

Di dema Şerê Çaldiranê de, Yavuz Sultan Selîm ji mîrên Kurd re gotibû: “Hûn di nav xwe de yek bibin û mîrekî serok hilbijêrin, ez ê wî wekî berpirsiyarê xwe qebûl bikim.”

Mustafa Kemal jî bi zorê negotibû ku Kurd ê bibin leşkerên wî. Ji bo ku wan razî bike, şert û mercên wê serdemê rave kir. Kurd jî li pey beşa elît a hevkarên desthilatdariyê neçûn û bi Mustafa Kemal re hevalbendiyek danî. Ev têkilî li ser bingeha dilxwaziyê hate avakirin.

Ev hevalbendî bû sedema serkeftina Şerê Rizgariya Neteweyî. Ev şer bi rastî şerê biratiyê bû. Di Destûra Bingehîn a wê serdemê, ya bi navê Teşkilat-ı Esasiye, de ji bo Kurdan jî cih hatibû dayîn.

Di derbarê vê mijarê de axaftinên Mustafa Kemal jî hene. Di civîna çapemeniyê ya 16-17ê Çileya 1923an de li Îzmîtê, wî van mijaran anî ziman û got ku divê ji Kurdan re muxtariyet were dayîn. Lê piştre, dema xetereyê dît, ji helwesta xwe vegeriya.

Xeta Talat Paşa xetekî qirkirinê bû

Ji wê rojê heta îro çi maye? Kemalîst pozîtîvîst û bûrjuwa ne. Ew her tiştê ku ji bo desthilatdariya wan xeteriyekê pêk tîne, ji holê radikin.

Lê xeta Talat Paşa xetekî qirkirinê ye. Wî digot: “Ez Ermeniyan ji holê rakirim.” Di sala 1915an de, wî gotibû: “Me Zozoyan ji holê rakirin, dor hatiye Loloyan.”

Heke ew şerê xwe winda nekiribûya, wê hingê qirkirina sereke pêk dianî. Ew ê Kurdan jî bêdeng bike û ji holê rakin. Mustafa Kemal, ji ber ku hinekî rastîperest bû, bi wê radeyê tevdigeriya. Ji ber ku wî dizanibû Kurd ji bo wî gelekî girîng in, polîtîkaya Talat Paşa meşand nedikir.

Dema em li dîroka hezar salî ya têkiliyên Kurd û Tirk dinêrin, em dibînin ku di navbera her du gelan de derbasbûna çandî gelekî xurt bûye.

Xanedaniya Germiyanogulları li Anatolyayê mîrektiyeke Kurd bû. Xanedaniya Artukoğulları jî li Kurdistanê mîrektiyeke Tirk bû, lê gelê di bin serweriya wê de Kurd bûn. Ew xanedanî jî bi demê re Kurdîleş bû.

Ne tenê Kurd û Tirk, di seranserê Mezopotamya û Anatolyayê de nasname, çand û baweriyên cuda bi giranî di nava têkiliyên hevalbendiyê de jiyane. Tu carî tenê Tirk, tenê Kurd, tenê Ereb an jî tenê Faris nebûne. Dîrok û çandeke ku hemû di nav hev de bûne heye.

Komên baweriyê li Kurdistanê bi awayekî konfederal dijiyan

Ermenî komeke etnîkî ne. Bûweyhî xanedanek bûn. Tirkmen neteweyek in û ji eşîrên Kurd cuda ne. Cihû neteweyek in û xwedî olê xwe yê cuda ne. Suryanî jî neteweyeke cuda ne û ola wan jî cuda ye. Ew jî komeke Kurdistanî ne.

Di Kurdistaneke demokratîk de, divê hemû van koman wekî civakên demokratîk werin avakirin.

Berê em digotin: “Eşîrtî paşverû ye, divê em wê yekser ji holê rakin.” Lê niha em dibînin ku eşîrtî çandeke bi hezaran salan e. Di wê de aliyên erênî jî hene. Ji ber vê yekê, divê em wê demokratîk bikin û li gorî şertên serdemê nû bikin.

Têgeha Neteweya Demokratîk jî bi vê yekê ve girêdayî ye. Ev têgeh ewqas fireh û kûr e ku dikare hemû etnîsîte, terîqet, mezheb û heta olan jî di nav xwe de bigire.

Kurdistan erdê ku hem Cihûtî û hem jî Xirîstiyantî lê derketiye ye. Herwiha Îslamiyet jî li vê herêmê bi ser ket. Ji ber vê yekê, li şûna înkarkirina van baweriyan, divê derfet bê dayîn ku ew di nava demokrasî û aştiyê de xwe îfade bikin û bibin yek.

Dema hemû van koman bibin yek, hêzeke mezin a neteweya demokratîk derdikeve holê. Hêza mezin a neteweya demokratîk jî ji vir tê. Di hundirê wê de her cûre mezheb, ol, çand û etnîsîte heye. Ev kom bi awayekî konfederal dijîn. Ev tişt e ku em jê re dibêjin konfederalîzma demokratîk.

Di dîroka Tirkên de, avabûna komên Tirkmen ên ji eşîr û qebîleyan pêk tên, ji aliyê civakî ve nîşana cudabûneke çînî ye. Di heman demê de, di nav Kurdan de jî beşên ku li derveyî girêdanên qebîle û eşîran man, bûn bingeha pêkhatina Kurmancan.

Ev cudabûna civakî di dawiya Serdema Navîn de derdikeve pêş. Bi gotineke din, Tirkmenbûn û Kurmancbûn pêvajoyên gelbûnê îfade dikin. Tirkmen li hember mîrektiyên Tirk û Kurmanc jî li hember mîrektiyên Kurd wekî nasnameyên civakî yên nû derketin holê.

Pêwîst e ku ev geşedan di çarçoveya civaknasiyê ya dîrokî de were nirxandin û şîrovekirin. Îfadeya vê civaknasiyê di gotina Serok Abdullah Ocalan de heye: “Dîrok di îro de veşartî ye, em jî di destpêka dîrokê de veşartî ne.”

Berî pêvajoya Kurmancbûnê, beşên serdest ên Kurd di nava avahiyeke arîstokratîk de bûn. Beşeke mezin a gel jî di bin bandora çanda qebîleyan de dijiyan.

Kurmancbûn, mîna Tirkmenbûnê, wekî encameke civakî ya serdema Îslamî derket holê. Taybetmendiya sereke ya Kurmancan ew bû ku girêdanên wan bi qebîle û eşîran re lawaz dibûn û wan dest bi pêvajoya bajarîbûnê dikir.

Mîrektî jî li gorî nasnameya ku li herêma lê serdest bû, xwe diguherandin û hebûna xwe didomandin. Li Îranê xwe wekî Pers, li nîvgirava Erebistanê xwe wekî Ereb û li Anatolyayê jî xwe wekî Tirk nîşan didan.

Di warê leşkerî de jî rewşeke bi vî rengî hebû. Harpagos fermandarê Kurd bû ku sînorên Împaratoriya Persan heta peravên Egeyê fireh kir. Di Dewleta Osmaniyan de Bayezid Paşa û di Dewleta Ebasiyan de Ebu Muslîm jî Kurd bûn.

Kesên ku di vê pêvajoya mîna hevbûnê de cih digirtin, nasnameyên din ji nasnameya gelê xwe tercîh dikirin. Hewldana xweşibandin û mîna gelên din bûnê, wekî tercîheke mîrektiyan îro jî berdewam dike.

Kurmanc, dema ku yekem car wekî hebûneke civakî û çandî ya ji derveyî qebîle û eşîran pêş ket, hem vê pêvajoya xwebiguhertinê şikand hem jî bû bingeha neteweyîbûn û gelbûnê.

Neteweyîbûn ji aliyê dîrokî ve qonax an jî kategoriyeke berî neteweyê ye. Netewebûn jî bi rêveberiya siyasî ve têkildar e. Gotina ku Kurd berê bûne neteweyek, dê zêdegotin be. Lê pêvajoya Kurmancbûnê heye.

Her çend Kurmancbûn berdewam pêş dikeve û fireh dibe jî, ji ber ku di hundirê xwe de nikariye rêveberiyeke siyasî ya xweser ava bike, di qada siyasî de nikariye hebûna xwe nîşan bide.

Bi gotineke din, ji çanda qebîle û eşîrên Kurd derketina gelbûnê, wekî Kurmanc tê binavkirin. Ev têgeh wateya “mirovê Kurd” dide. Di nav Tirkên de Tirkmen, di nav Ereb de Bedewî û li Îranê Acem jî di heman wateyê de tên bikaranîn.

Her çend Kurmanc bi tevahî ji girêdanên eşîr û qebîleyan derneketibe jî, bi pêşketina bajarîbûnê ya ku îro zûtir dibe, ev kategorî her ku diçe pêş dikeve.

Malbatên ku ji ber sedemên cuda ji eşîr û qebîleyên xwe qut dibûn, di gund û bajarên mezin de serbixwe dibûn û hêza xwe zêde dikirin. Ev pêvajo bû bingeha sereke ya gelbûna Kurdan.

Bi vî awayî, Kurd wekî gel pêş ketin û ber bi netewebûna demokratîk ve çûn. Lê beşa jor a eşîran, ku di nav civakê de xwedî hêz bû, di pêvajoya derbasbûna ji neteweyîbûnê ber bi netewebûnê ve, heman pêşketin û leza xwe nîşan neda.

Bêserketina vê beşê di avakirina neteweya dewletê de bû sedem ku netewebûna demokratîk ji bo Kurdan bibe şansek. Di navbera netewebûna demokratîk û netewebûna dewletê de cudahiyeke bingehîn heye.

Dîroka neteweperestiyê bi avakirina du sedsalên dawî ve girêdayî ye. Lê biratiya Kurd û Tirk ji hezar salan zêdetir e.

Di pêşketina neteweperestiya Rojava de Xirîstiyantî roleke mezin lîstiye. Lê di nav Kurdan de Îslamiyet û ol bûne asteng li pêşiya pêvajoya neteweyîbûnê.

Şah Îsmaîl mînakeke eşkere ya vê yekê ye. Tevî ku ew Kurd bû, lê hem Faris bû hem jî Tirkmen. Bingeha neteweperestiya Farisan jî bi Şah Îsmaîl ve tê girêdan. Di kesayetiya Şah Îsmaîl de gelek nirxên Kurdî winda bûn.

Kurdên ku di nav alimên Osmanî de cih girtin jî ji nasnameya xwe ya Kurd dûr ketin.

Daxwaza ku Ehmedê Xanê di salên 1700î de anî ziman jî ji vê rewşê çêdibe. Wî ev daxwaz bi van gotinan îfade kiribû: “Heke me jî padîşahiyek hebûya û yekîtiya me ya neteweyî ava bikira, me ne ji Acem, ne ji Romayiyan û ne jî ji Ereb re xizmet dikir.”

Etîket: Abdullah OcalandîrokKomînalKovarkurd û tirkRêberê Gelê Kurdtêkilî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Aştiyê li Meclisê ne: Serdana Yenî Partiyê hate kirin

Dayikên Aştiyê serdana CHPê kir

3 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê çûn serdana AKPê û dosyeyek radest kir

Dayikên Aştiyê çûn serdana AKPê û dosyeyek radest kir

3 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

Dayikên Aştiyê bi Wezîrê Dadê re hevdîtin pêk anî

3 MIJDAR 2026
Hatîmogullari: Li benda çi ne, azadiya birêz Ocalan pêk bînin

Hatîmogullari: Li benda çi ne, azadiya birêz Ocalan pêk bînin

3 MIJDAR 2026
‘Divê em dewletê neçarî gavavêtinê bikin’

‘Divê em dewletê neçarî gavavêtinê bikin’

3 MIJDAR 2026
Ji bo aştiyê hatin Enqereyê: Bila hikûmet gavan biavêje

Ji bo aştiyê hatin Enqereyê: Bila hikûmet gavan biavêje

3 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nûner û rêveberên Kurdistanî: Yekitî wekî nan û avê ferz e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne