Welatiyên Kurd ên li Stenbolê dijîn derbarê pêvajoyê de diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gel her tiştî dike û eger tevahiya Kurdan rabin ser pêyan dê dewlet jî neçar bimîne gav biavêje.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) bi wesîleya 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Parka Gaziyê ya navçeya Sûltangaziyê ya Stenbolê konserek li dar xist. Welatiyên ku tev li konserê bûn derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de nêrîna xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û partiya xwe bawer in û anîn ziman ku Abdullah Ocalan rêya wan vedike.
‘Divê em bi têkoşîna xwe pêşiyê li serokê xwe vekin’
Remziye Ant diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd têdikoşe û wiha axivî: “Serok Ocalan ji bo gel her tiştî dike. Heta ku gel ranebe ser pêyan û pêşiya Serok venekin ev mesele pêk nayê. Ji ber ku tenê Serok pêşiya me vedike. Heke em bi tevahî rabin ser pêya û daxwaz bikin dê dewlet jî neçar bimîne û gav biavêje. Gelê Kurd êdî nayê xapandin. Gelê Kurd heta niha berdelê giran dane. Her tişt hate serê me û me her tişt li ber çavê xwe dît. Ji bo wê tu kes nikare pêşiya gelê Kurd bigire. Heta ku gel derfetan neafirîne û li ber xwe nede dewlet jî tu gavan navêje. Serok rêya me vedike. Serok, gelê Kurd bi tevahiya cîhanê da nasîn.”
‘Têkoşîna me berdewam dike’
Hayrettîn Ok jî destnîşan kir ku ew ji pêvajoyê kêfxweş in û ew ê serbikevin û wiha got: “Doza me dozek mafdar e. Doza me ne vala ye. Heta niha bi çekan têkoşînekî hate kirin. Lê çek ji bo gelê Kurd ne armanc bû amûrek bû. Ji bo wê ji niha şûnde ji me re serkeftin pêwîst e. Em jî Serokê xwe û partiyê xwe bi bawer in. Lê divê em bizanin ku têkoşîn bi dawî nabe dê her dem jî berdewam bike. Serok û partiya me gavên pêwîst avêtin ji niha şûn ve jî divê dewlet di mijarên weke; ziman û berdana girtiyan de gav biavêje.”
‘Em dixwazin bigihîjin mafên xwe’
Resûl Dogan jî anî ziman ku daxwaza wan her dem aştî bû. Resûl Dogan diyar kir ku divê aştî di navbera gelan de çêbibe û got: “Em dixwazin lihevhatinekî çêbibe. Êdî bila tu ciwan jiyana xwe ji dest nedin. Em jî dixwazin wekî tevahî gelan bijîn. Em dixwazin bigihîjin mafên xwe.”
‘Em ji Ocalan re azadiyê dixwazin’
Adem Derdîyok û Ramazan Tan jî wiha qala pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” kirin: “Em ji Ocalan re azadiyê dixwazin. Em silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin. Em dixwazin girtiyên me û Selahattîn Demirtaş werin berdan. Em azadiyê ji Kurdistanê re dixwazin. Em hêvî dikin ku aştî pêk were.”













