Di hefteya 10emîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de Amedsporê li Stada Tahîr Elçî ya Amedê Eyupspor 5 û 1 têk bir û di lîgê de rêza xwe ya duyemîn parast.
Di hefteya 10emîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de Amedspor û Eyupspor li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev. Bi deh hezaran alîgirên Amedsporê beriya maçê ketin stadê.
Beriya maç dest pê bike alîgiran dirûşmên “Şampiyon Amed”, “Amed Amed”, “Kîne em, Kurd in em” berz kirin.
Maç çawa dest pê kir lîstikvanê Amedsporê Samuel Balet pozîsyoneke bi bandor bi dest xist lê nekarî golê biavêje.
Dû re di deqîqeya 13yan de Amedspor bi gola Ermal Krasnîq golek avêt û Amedspor 1 û 0 ket pêşiya Eyupsporê. Dema deqîqe bû 21 alîgirên Amedsporê sirûda “Dîren Ha Diyarbekîr Dîren” berz kirin. Dû re di deqîqeya 27an de lîstikvanê Amedsporê Fûrkan Soyalp golek avêt lê hakemî piştî nirxandina pozîsyonê biryara ofsaytê da û gol betal kir.
Alîgiran bi dirûşma “Amed gol gol gol” berz kirin û Amedsporê di deqîqeya 35an de bi gola Gîft Emanuel Orban skor kir 2 û 0. Pişt re tenê piştî heft deqîqeyan di deqîqeya 42yan de vê carê lîstikvanê Amedsporê Samûel Ballet gol avêt û skor bû 3 û 0. Hakemê maçê 2 deqîqe li beşa ewil a maçê zêde kir. Di vê beşê de Gîft Orban pozîsyoneke bi bandor bi dest xist lê nekarî bike gol û beşa ewil a maçê 3 û 0 bi dawî bû.

Amedsporê bi lez dest bi beşa duyemîn kir û di deqîqeya 52yan de bi gola Samuel Ballet skor kir 4 û 0. Alîgirên Amedsporê di maçê de bênavber piştevaniya tîma xwe kirin dirûşmên “Kîne em Kurd in em” , “Vaye alîgir vaye şampiyon” , “Kesk Sor Şampiyon Amed” berz kirin.
Lîstikvanê Eyubê Ahmed Abdullahi di deqîqeya 73yan de golek avêt û skor bû 4 û 1.
Amedsporê bi lîstika xwe ya bi bandor di deqîqeya 83yan de penaltiyek bi dest xist. Samuel Ballet ku penalti kir gol bi avêtina gola sêyemîn hatrick kir. Dû re lîstikvanê Amedsporê Yira Sor di deqîqeya 86an de gol avêt lê hakemî bi hinceta Samûel Ballet faul kir gol betal kir û biryara faûlê da. Hakemî ji ber faûlê kartê sor da Samûel Balet û ji lîstikê derxist. Dû re hakemî 4 deqîqe li beşa duyemîn a maçê zêde kir.
Pişt re her du tîman çû gol neavêtin û maç bi skora 5 û 1 bi dawî bû. Piştî maç qediya alîgiran sirûda “Dîren Ha Diyarbekir Dîren” berz kirin û bi lîstikvanan re encam pîroz kirin. Alîgiran pîrozkirina serkeftinê li derveyî stadê jî domand.
Kes nikare li sehaya Amedsporê wê têk bibe
Bi vê encamê Amedsporê pûanên xwe kir 23 û di lîgê de rêza xwe ya duyemîn parast. Amedspor 28 maç in li sehaya xwe têk naçe.
Amedspor dê di 7ê Mijdarê de saet di 19.00an de li Stenbolê bi tîma Galatasarayê re bilîze.





















