• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Cara çaremîn berdana girtiyê nexwaş hat taloqkirin

Firat Tûnç / AW

24 SIBAT 2025 - 09:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Amed – Girtiyê nexweş Soydan Akay 31 sal in girtî ye. Diviyabû Soydan Akay di 12ê Sibatê de bihata berdan. Lê Desteya Çavderiyê ya Îdarî ya Girtîgehê bi hinceta rapora “Ne di rewşeke baş de ye” cara çaremîn ji bo sê mehan berdana Akay taloq kir.

Girtiyê nexweş Soydan Akay, 7 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 9an a Sîlîvrî di hucreya yek kesî de tê girtin. Soydan Akay di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Soydan Akay di sala 1993yan de bi îdiaya “Endamê rêxistinê yê” li Îzmirê hat binçavkrin û girtin. Piştî darizandinan cezayê meubedê lê hat birîn. Tevî ku cezayê wî yê 30 salî jî qediya lê 31 sal in girtî ye û nayê berdan. Piştî hat girtin li Girtîgehên Buca, Aydin Nazilli, Amed, Sêrt, Mûş, Maltepe û niha jî li Girtîgeha Sîlîvîrê tê ragirtin û di hucreya yek kesî de tê girtin. Di Hezîrana 2018an de nexweşiya penceşêra prostatê lê peyda bû. Bi nexweşiya hepatît-B, romatîzma, penceşêra prostatê pê re hene. Soydan Akay çend caran ji ber ku ji hêz û qewetê ket, spazma dil derbas kiriye.

Soyda Akay ev cara çaremîn e ku înfaza wî tê taloqkirin. Înfaza wî cara yekemîn 10ê Tebaxa 2023yan de bi hinceta “Ji rêxistinê veneqetiyaye” hat taloqkirin. Di 10ê Sibata 2024an de cara duyemîn bi hinceta “Ne di rewşeke baş de ye” û 12ê Tebaxê 2024an de cara sêyemîn bi hinceta “Ragihandina rêxistinê dike” her carê bi 6 mehan cezayê wî hat taloqkirin.

Wasiyê Soydan Akay, Şafî Hayme û birayê wî Veysel Akay li ser rewşa taloqkirinê ji Ajansa Welat re axivîn.

‘Biryar kêfî ye’

Wasiyê Girtî Soydan Akay, Şafî Hayme diyar kir ku Soydan Akay bi rêya telefonê li wî geriyaye û bal kişandiye ser nêzikatiya girtigehê ku kêfî nêzî girtiyan dibe û Soydan Akay ev yek ji wasiyê xwe re aniye ziman: “Îdareya girtîgehê dixwaze poşmantiyê bi me bide qebûlkirin. Bi muameleya kêfî nêzî me dibe. Ev çar care gazî me dike û bi hincetên vik û vala tehliyeya min taloq dikin. Lê moralê min di cih de ye û wan hincetên bêbingeh û pûç nikarin moralê min xerab bikin.”

‘Divê li gorî qanûnên xwe tevigerin’

Şafî Hayme diyar kir ku dewlet li gorî qanûnên xwe tevnagere û got: “Dewlet zilmê dike. Gelek nexwaşî li Soydan peyda bûne û nikare jiyana xwe bidomîne. Soydan 30 sal in di girtîgehê de ye û ev cara 4emîn e înfaza wî tê taloqkirin. Divê Wezareta Dadê li gorî qanûnan tevbigere.”

‘Di heman demê de îşkence li malbatê dikin’

Birayê Soydan Akay, parêzer Veysel Akay jî diyar kir ku birayê wî di girtîgehê de di bin tecrîdê de ye û got: “Birayê min 8 sal in di hucreya yek kesî tê girtin. Hevdîtinên ku malbat û parêzerê wî re tên kirin bi kamerayê tê temaşekirin. Birayê min re nexweşiya pençeşêrê heye û nexwaşiyê wî giran in. Tahliya birayê min çar care tê taloqkirin û hemû hincet jî bi formalîte kopî dikin. Ev kirin derveyî exlaq û wîcdanî ne. Diya min li Îzmîrê ez jî li dervê welat çar car in ji bo ku dê bê tahliyekirin tên Sîlîvreyê lê çar car in berdana wî taloq dikin. Li malbatê jî îşkence didin kirin.”

Etîket: girtîgehgirtiyên nexweş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

3 COTMEH 2026
Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

3 COTMEH 2026
‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

3 COTMEH 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne