Nûnertiya Rojava a KNKê a Rojava, bi wesîleya 1ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê daxuyanî da û got: “Azadkirina Kobanê ne tenê serkeftineke leşkerî bû, ew bûyereke siyasî, akademîk a dîrokî bû ku xaleke werçerxê di dîroka Rojhilata Navîn û têkoşîna mirovahiyê de çêkir.”
Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Rojava bi wesîleya 1ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê daxuyaniya nivîskî da.
KNKê bal kişand ser encamên rizgarkirina Kobanê û wiha got: “Bi boneya 1ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê, wekî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) em bi germî pîrozbahiyê li berxwedêrên Kobanê, malbatên şehîdan, şervanên YPG/YPJ û tevahiya gelê Kobanê û Rojava dikin. Azadkirina Kobanê ne tenê serkeftineke leşkerî bû, ew bûyereke siyasî û akademîk a dîrokî bû ku xaleke werçerxê di dîroka Rojhilata Navîn û têkoşîna mirovahiyê de çêkir.”
KNKê di berdewama daxuyaniya xwe de anî ziman ku encamên Kobanê nîşeneya xurtbûna paradîgmaya Neteweya Demokratîk e û got: “Kobanê têkçûna paradîgma netewe-dewlet û serkeftina paradîgma Neteweya Demokratîk îsbat kir. Li Kobanê, bi pêşengiya jinê, rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê ya ku ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî ve dihate piştgirîkirin têk bir. Kobanê nîşan da ku îradeya gelê rêxistinkirî ji hemû çekên modern û artêşên mezin bi hêztir e. Kobanê ji cîhanê re got ku Kurd ne tenê dikarin xwe biparêzin, lê dikarin alternatîfek demokratîk ji bo Sûriyeke nû û Rojhilata Navîn a demokratîk jî ava bikin.
Berxwedana Kobanê tezên klasîk ên zanistên siyasî yên li ser têkiliya hêz û rêwatiyê ji nû ve pênase kir. Kobanê di pratîkê de îsbat kir ku teoriya xweparastina rewa û hev-jiyana gelan ne utopya ye, lê dikare bibe rastiyeke zindî.”
KNKê bal kişand ser vîna têkoşîna jinên Kurd û wiha pê de çû: “Li Kobanê cîhanê bi çavên xwe dît ku jina Kurd çawa hemû bend û qeydên civaka baviksalarî û kevneperest şikand. Jina Kurd êdî ne qurbana li malê veşartî bû, lê bû fermandar, bû şervan, bû sembola azadiyê. Wê qîrîna azadiyê ya jinên cîhanê berz kir.
Bi wêrekî û baweriyeke bêhempa, jina Kurd a di nava refên YPJê de li dijî hovîtiya DAÎŞê şer kir. DAÎŞ dijminê hemû jinan bû, jin dikirin kol e û di bazaran de difirotin. Jina Kurd bi lehengiya xwe tola her jineke di cîhanê de ku hatiye zordarîkirin, tecawizkirin û kuştin hilda. Ew ne tenê ji bo Kobanê şer kir, wê ji bo her jinekê di cîhanê de şer kir û parastina rûmeta hemû jinan kir.”
KNKê li ser girîngiya berxwedana Kobanê rawestiya û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Kurd gelê azad e. Em gelê ku serê xwe li ber tu zilm, dagirkerî û koletiyê natewînin. Em ê li ser axa xwe azad bijîn an jî di riya azadiyê de bibin şehîd. Ev peyama bav û kalên me ye û ev soza me ye ji bo nifşên bê. Ji ber vê yekê azadkirina Kobanê ne tenê azadkirina bajarekî bû, ew azadkirina rûmeta mirovahiyê bû.
Îro em di salvegera azadkirina Kobanê de careke din tekez dikin ku parastina destkeftiyên Kobanê erka neteweyî ya hemû Kurdan e. Yekîtiya neteweyî garantiya mayîndebûna Kobanê ye.”













