Manîsa – Navçeya Giyadînê ya Agiriyê û hewzeya Çemê Mûradê bi metirsiya kana zêran a siyanûrî re rû bi rû ye. Parlementera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin bal kişand ser talana ekolojîk û xetereya li ser çavkaniyên avê û wiha got: “Dewleta Tirkiyeyê bi salane li ser erdnîgariya Kurdistanê li ku derê jiyan hebe, bi şirketên hevkar re wî cihî talan dike. Ev yek bûye polîtîkayeke domdar. Eger em behsa aştî û azadiyê dikin, divê dewlet bi çiyayên me, ava me û xwezaya me re jî aşt bibe.”
Li navçeya Giyadîn a Agiriyê, xebatên kana zêr a ku li ser hewzeya Çemê Mûradê ye ketiye qonaxa hilberînê. Kana zêr a ku ji aliyê şîrketa Turk Altin Îşletmelerî ve bi siyanûrê tê meşandin, hem nêzî gundan e hem jî rasterast li ser xeta fay a çalak e.
Qada Madenê di heman demê de li ser çavkaniyên Çemê Mûradê ye ku diçe bi Ava Reş re dibe yek û Çemê Firatê pêk tîne. Yanî qirêjiya li vê kanê çêbibe, tenê li Giyadînê namîne; bi rêya van çeman belavî tevahiya herêmê û ava Firatê dibe.
Mesele ne tenê siyanûr e
Siyanûr ji bo mirovan, ajalan û zîndewerên nav avê jehreke pir metirsîdar e, lê xetereya kanên zêr tenê bi siyanûrê sînordar nîne. Ji bo derxistina zêr, beşeke mezin a çiyê tê kolandin û bi milyonan ton kevir û ax tê vegûhestin û tebeqeyên kûr ên erdê ku berê hewa û av nedîtine derdikevin holê, ev jî dibe sedema derketina madenên giran ên wekî arsenîkê.
Li herêmeke wekî Giyadînê ku çêreyên berfireh, xwedîkirina heywanan û germav lê hene, ev yek metirsiyeke rasterast li ser çavkaniyên avê jî çêdike. Heta niha nehatiye eşkerekirin ku dê ev kan bi giştî çiqas avê bikar bîne û ev av ku tê bi kar anîn ji ku derê tê peydakirin.
Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Colemêrgê Oznûr Bartin derbarê talana ekolojîk û qada kana zêran a li navçeya Giyadîna Agiriyê de ji ajansa me re axivî.
‘Talan bûye polîtîkayeke domdar’

Parlementera DEM Partiyê Oznûr Bartin bal kişand ser nêzîkatiya dewletê ya li hemberî erdnîgarî û xwezayê û diyar kir ku talan li gorî hişmendî û têgihîştina dewletê polîtîkayek e, nexasim li Kurdistanê ev rewş bi vî rengî ye û wiha axivî: “Dewleta Tirkiyeyê bi salane li ser erdnîgariya Kurdistanê qetlîamekê pêk tîne. Helbet ev rewş ne tenê li Kurdistanê, li her derê wisa ye. Dewleta Tirkiyeyê li ku derê jiyan hebe, bi şirketên hevkar re wî cihî talan dike. Ev yek bûye polîtîkayeke domdar.”
Oznûr Bartin destnîşan kir ku xebatên li kana zêran a li Giyadîna Agiriyê mînaka herî eşkere ya vê talanê ye û anî ziman ku tişta li wir tê kirin rasterast şerê li dijî jiyanê ye û wiha berdewam kir: “Niha tişta ku li kana zêran a li Giyadîna navçeya Agiriyê tê kirin jî ev e. Li wir zêr tê deranîn, lê ne tenê zêr tê deranîn. Tişta ku li ser navê deranîna zêran tê kirin bi giştî tunekirina jiyanê ye. Niha mirov dikare bêje ku 4 gund ji gundbûnê deranîne.”
‘Siyanûr digihîje Çemê Firatê’
Oznûr Bartin bal kişand ser xetereya bikaranîna siyanûrê û bandora wê ya li ser tevahiya herêmê û ev tişt anî ziman: “Li Giyadînê ji zarokan bigirin heta mezinan, ji avê heta tevahiya xwezayê, ji her aliyê ve qetlîamek tê meşandin. Li Giyadînê siyanûr tê bikaranîn. Siyanûr çi tîne ser ax, av û jiyanê jixwe diyar e; ew siyanûr dikeve ava Mûradê, li Geliyê Zîlanê belav dibe û diçe heta digihîje Çemê Feratê.”
‘Dewlet dixwaze Kurdistan bê xêr û bêr be’
Oznûr Bartin anî ziman ku ev ne tenê şerê li dijî xwezayê ye û wiha got : “Li Amed, Xarpêt, Besta û Behdînan û gelek deverên din ên Kurdistanê daran jê dikin; armanca wan ew e ku Kurdistanê vala bikin û Kurdan bê cih û war bihêlin. Dewlet dixwaze axa Kurdistanê bê xêr û bêr be.”
‘Talan berdewam e, lê berxwedana me jî berdewam e’

Her wiha Oznûr Bartin bal kişand ser xeta têkoşîn û berxwedana ekolojîk û erka parastina xwezayê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e di warê berxwedana ekolojîk a ku yek ji hîmên sereke ya paradigmaya me ye, em şiklê têkoşîneke cihê ava bikin û li gorî wê bêhtir xwedî li av û ax û jiyana xwe derkevin. Eger em behsa aştî, wekhevî û azadiyê dikin, divê dewlet bi çiyayên me re, ava me re û bi xwezaya me re jî li hev were û aşt bibe. Talan berdewam e, lê berxwedana me jî berdewam e. Me talan tu carî qebûl nekiriye û em qebûl nakin jî.”












