• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komîteya Ekolojiyê: Em bi têkoşînê xwedî li xwazaya xwe derkevin

Navenda Nûçeyan / AW

5 HEZÎRAN 2026 - 10:39
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Komîteya Ekolojiyê ya KCKê bal kişand ser talankirina xwezaya Kurdistanê ku bi destên şîrketan û rayedarên hikûmetê pêk tê û wiha got: “Her cihê ku daristanên me tê birîn, zevî û ava me tê talankirin, li her devera ku bendav, santralên enerjiyê û maden têne avakirin divê bibe qadeke têkoşînê ku mafê jiyanê lê tê parastin.”

Komîteya Ekolojiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxuyaniyek nivîskî bal kişand ser qirkirin û talankirina xwezaya Kurdistanê. Komîteya Ekolojiyê di daxuyaniya xwe de banga xwedîderketina li xweza û erdnîgariya Kurdistanê kir.

Daxuyaniya Komîteya Ekolojiyê bi vî rengî ye:

“Di 5ê Hezîrana 1972yan de Neteweyên Yekbûyî yekemîn konferansa hawirdorê ya navneteweyî lidar xist. Ev roj weke roja hawirdorê ya cîhanê hate ragihandin. Lê belê di nava 54 salên di ser re derbas bûn xisara li hawirdor û ekolojiyê bi lez dewam kir. Em îsal jî 5ê Hezîranê Roja Hawirdorê ya Cîhanê di demeke welê de pêşwazî dikin ku ziyana ekolojîk a nû, qirkirina herî giran a ekolojîk a dîrokê lê rû dide. Peymanên avhewayê yên navneteweyî ku ji aliyê hêzên ji krîza ekolojîk berpirsyarin hatine îmzekirin, bi cih nayên anîn. Germahiya global, felaketên ekolojîk, belavkirina karbonê, biçekbûn, bermahiyên endustriyî, yekdestkirina çandinî û avê, madenkarî, projeyên enerjî û bendavan û gelek mijarên din, bi êş û pirsgirêkên nû yên rê li ber wan vedikin re di rojeva cîhanê de ne. Modernîteya kapîtalîst ku xwe li ser mêtingerî, talan, desteserkirin, dijberiya li exlaqê û civaka mezaxtinê ava kiriye, xweza gihandiye asta tinekirinê. Şerê li ser element û enerjiyê Rojhilata Navîn serûbin kiriye. Her wiha gefên bi çekên nukleerî jî ketine rojevê. Ev hemû dane nîşan didin ku eger ev hindikahiya çavbirçî neyê sekinandin ku ji sedî yek ê nifûsa cîhanê jî nîne, wê cîhanê biqedîne.

Dewletan û tevgerên hawirdorparêz ên ser bi dewletan ve, vê rojê weke rojeke sembolîk a parastina hawirdorê dibîni. Lê belê tevgerên ekolojîk ên li dijî dewlet û desthilatdariyê divê vê rojê veguherînin rojeke têkoşînê ya li dijî sîstema kapîtalîst, desthilatdariya rantê û polîtîkayên netewe-dewletê ku amûra mêtingeriyê ye. bilêvkirina ziyanên ku sîstem dide ekolojiyê êdî têrê nake. Ji encaman wêdetir divê mirov bi sedeman û yên ku sedemên wê afirandine mijûl bibe. Her wiha pirsgirêk bi wê nêzîkatiyê çareser nabe ku di bin navê qutbûna ji sîstemê xwe ji tevahiya cîhanê qut bike, li gundekî bi cih bibe, bi çandinî û sewalkariyê mijûl bibe û ji vê re jî têkoşîna ekolojîk bibêje. Eger li dijî sîstem û mejiyê ku sîstema kapîtalîst afirandiye têkoşîn neyê meşandin, wê pirsgirêkên ekolojîk qat bi qat zêde bibin û dewam bikin. Asta ku krîza ekolojîk gihîştiye, radixe pêş çavan ku têkoşîna ekolojîk ne tercîhek e, nê mecbûriyetek e. Li hemberî hêzên ku xweza û jiyan dizî ne, ya em ê bi hev re têkoşînê bimeşînin, ya jî em ê bi xwezayê re tine bibin, ku ji her alî ve em deyndarê xwezayê ne. Bêguman ev qirkirina ku gefê li her kêliya jiyanê dixwe, tenê bi çalakiyên sembolîk ên rojeke salê nikare bê rawestandin. Êrişa topyekûn a modernîteya kapîtalîst û desthilatdariyên wê yên netewe dewletê yên li ser xweza û civakê, tenê bi têkoşîneke topyekûn dikare bê astengkirin.

Ji ber şerê 50 salên dawî seranserê welatê Kurdistanê veguherî qadeke qirkirina ekolojîk. Ji Efrînê heta bi Behdînanê, ji Botanê heta bi Serhed û Rojhilat, qirkirina ekolojîk a li tevaniya erdnîgariya Kurdistanê bi stratejiyeke şer weke dewama îmhaya çandî û fîzîkî li ser gelê Kurd hate ferzkirin. Gundên Kurdistanê yên berê hatin şewitandin û valakirin, di bin ava bendavê de hatin binavkirin. Bi şewitandina daristanan, bi dehan bendavan, bi hezaran kandenên madenê, santralên enerjiyê û polîtîkayên qirkirina ekolojiyê yên li dijî çandiniyê hate ferzkirin ku derfetên jiyanê bêne tinekirin û mirov xizan bibin, koç bikin û herêm ji mirovan xalî bibe. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin, pêvajoya avakirina neteweya demokratîk e ku xwe dispêre paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk. Hin derdor hewl didin vê pêvajoyê weke firsendê bi kar bînin, rant û mêtingeriyê mezin bikin. Divê helwest li hemberî van derdoran bê nîşandan. Wijdanê herî mezin û wezîfeya me ya mirovahiyê ye ku em guh bidin vê feryada xwezayê û têbikoşin. Ji bo vê jî her cihê ku daristanên me tê birîn, zevî û ava me tê talankirin, li her devera ku bendav, santralên enerjiyê û maden têne avakirin divê bibe qadeke têkoşînê ku mafê jiyanê lê tê parastin. Li hemberî şîrketên madenê yên ku hewl didin dest dînin ser av, xak, zozan û çiyayên me, li hemberî yên ku daristanên me dişewitînin û talan dikin divê li her derê sekneke bi serbilindî bê nîşandan û alternatîf bêne afirandin.”

Etîket: ekolojîKCKKomîteya Ekolojiyê ya KCKêXwezaxwezaya Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

3 COTMEH 2026
Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

29 ÎLON 2026
Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

25 ÎLON 2026
KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

13 ÎLON 2026
Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

9 ÎLON 2026
Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

5 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne