Şandeya DEM Partiyê sedana 130 kesên li du dibistanên bajarokê Hawêlê yê navçeya Misircê ya Sêrtê bi jehrî bûn kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş li ber nexweşxaneyê axivî û got. “Em hemû saziyên peywendîdar bi eşkereyî vedixwînin ku berpirsiyariyê bigirin ser xwe.”
Li bajarokê Hawêl ê yê navçeya Misircê ya Sêrtê di 16ê mehê de li du dibistanan 130 kesên ku piranî xwendekar bûn ji xwarinê jehrî bûn û ew rakirin nexweşxaneyê. Şandeya DEM Partiyê ku ji parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, hevşaredaar û rêveberên partiyê pêk dihat li nexweşxaneyê serdana welatiyan kir.
Parlamenter Sabahat Erdogan Saritaş li ber deriyê nexweşxaneyê ev daxuyanî da û got. “Bi salan e em dibêjin, divê li dibistanan xwarina belaş bê dayîn, em tam ji bo ku tiştên wiha çênebin israr dikin. Divê tenduristî û heta ewlehiya jiyana xwendekaran ew qas sivik negirin dest. Ji vir em ji Wezareta Perwerdehiya Neteweyî, Wezareta Tendirustiyê û Wezareta Çandinî û Daristanê dipirsin? Wê kî tendirustiya zarokan biparêze? Xwarin ji kîjan kontrolan derbas dibin? Ewlehiya xwarinên ku ji derve tînin dibistanan an jî li kantînan têne firotin, kî û çawa kontrol dike? Em hemû saziyên peywendîdar bi eşkereyî vedixwînin ku berpirsiyariyê bigirin ser xwe.”



















