PFDKê ji ber bûyerên sehayê yên di maça Gençlerbîrlîgî û Amedsporê de qewimîbûn, cezayê pere li Amedsporê birî. PFDKê dirûşmên nexweş ên di maça Mardînspor û Bursasporê de hatine berzkirin, bêceza hişt.
Lijneya Dîsiplînê ya Futbola Profesyonel (PFDK), biryarên xwe yên derbarê bûyerên ku di maçên hefteya 7an a Lîga Superê de qewimîbûn, eşkere kir.
PFDKê di mijarên, ji ber dirûşmên “kirêt û nexweş” ên alîgirên Gençlerbîrlîgiyê yên di maça Gençlerbîrlîgî-Amedsporê ya ku li Enqereyê hat lîstin de, kartên alîgirên ên li pişta qaleya bakûr, trîbuna rojava û vîpê biryara xwe da. PFDKê xwest hem ev kes werin astengkirin û ketina wan a maçên din bê qedexekirin.
PFDKê her wiha 280 hezar lîre cezayê pere li Amedsporê birî. Lijneyê ev ceza wekî “bûyerên qadê” bi nav kir, lê cih neda bê ka ev bûyer çi ne. Lijneyê ji ber bûyerên di gelek maçên dawiya hefteyê de qewimîn, cezayên cûda dan tîman.
Ji Bursasporê re ji ber dirûşmên nexweş ceza tune
Di Lîga 1emîn a Trendyolê de, di maça ku Bursasporê di 11ê Cotmehê de li qada xwe li dijî Mardîn 1969 Sporê lîst û 2-1 winda kir. Alîgirên Bursasporê hema hema di seranserê maçê de dirûşmên nexweş berz kirin. Dîmenên van dirûşmên nexweş li ser platformên medyaya dîjîtal bi hezaran caran hatin parvekirin. Bi taybetî dirûşmên nexweş ên li dijî golparêzê Mardînsporê Erce Kardeşler bûn rojev.
Lê belê, PFDKê ji ber bûyerên qadê li gorî xalên 52/2 û 46/1 ên FDTyê (cezarkirina tîmê ya ji ber bûyerên qadê yên ku ji aliyê temaşevan, endamên klûbê an jî futbolvanan ve hatine kirin; avêtina madeyên biyanî bo nav qadê, ketina temaşevanan bo nav qadê, vêxistina meşaleyan hwd. vedihewîne) 140 hezar TL cezayê pereyan da.
Tevî ku dirûşmên kirêt û nexweş ên alîgirên Bursasporê yên di seranserê maçê de ji aliyê her kesê ku maç ji TVyê temaşe dikir ve hat bihîstin jî, nedana cezayekî bi vî rengî careke din nîşan da ku PFDK biryarên çiqas alîgir digire.













