• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Wan / AW

7 COTMEH 2026 - 14:35
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Saziyên hiqûqê yên Wanê bertek nişanê revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanên Kurd dan û diyar kirin ku divê dawî li sepanên bi vî rengî werin anîn.

Şaxa Komelaya Huqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Wanê, Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê û Baroya Wanê, derbarê revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanên Kurd li Qada Bajêr a navçeya Rêya Armûşê daxuyaniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Divê sepanên derhiqûqî bi dawî bibin” hat hilgirtin û dirûşma “Bijî berxwedana ciwanan” hate berzkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar, endam û nûnerên saziyên huqûqê û saziyên sivîl ên civakî tev li daxuyaniyê bûn.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkûn ve hate xwendin.

‘Bêcezakirin bûye polîtîkayeke bingehîn’

Salîh Coşkûn diyar kir ku li gorî serlêdanên li saziyan hatine kirin, li Wanê demeke dirêj e ciwan bi rêbazên zext û gefan ên wekî sîxurkirin û hewldanên revandinê re rû bi rû dimînin û wiha got: “Herî dawî di 2ê Îlonê û 4ê Cotmeha a 2026an de li navenda bajêr hin kesên nasnameya wan ne diyar, xwestine endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê birevînin. Mexdûran serlêdanî saziyên me kirine û me serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê da. Lêpirsîneke bibandor li ser giliyên hatine kirin nayê kirin û kiryar nayên cezakirin. Tê dîtin ku polîtîkaya giştî ya bêcezakirinê ya li Tirkiyeyê, di van serlêdanan de jî nêzîkatiyeke bingehîn e.”

Daxwaz hatin rêzkirin

Salîh Coşkûn daxwazên saziyên hiqûqê wiha rêz kir:

* Di serî de Serdozgeriyên Komarê, Wezareta Karên Navxweyî û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMMê divê ji bo van kiryaran lêpirsîneke bibandor a edlî û îdarî bi rê ve bibe.

* Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMMê divê ji bo kontrolkirina hêzên ewlehiyê jêrkomîsyonekê ava bike û serlêdanan binirxîne.

* Pêvajoyên binçavkirin û wergirtina îfadeyan di qanûnan de diyar in; divê yekîneyên ewlehî û îstîxbaratê li gorî qanûnan tevbigerin. Divê rêbaza bidestxistina delîlan bi rêya gef û zextê bi dawî bibe. Komîsyona Ewlehî û Îstîxbaratê ya TBMMê jî divê derbarê xebatên derqanûnî yên saziyên îstîxbaratê de lêkolînê bike.

* Komîsyona Çavdêriya Hêzên Ewlehiyê ya girêdayî Wezareta Karên Navxweyî divê li gorî pîvanên Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê tevbigere û berpirsyariya hêzên ewlehiyê misoger bike.”

‘Ciwan dê pêşengtiya aştiyê bikin’

Piştî xwendina metna daxuyaniyê endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Kenan Îldenîz axivî û anî ziman ku ciwan di vê pêvajoyê de dixwazin pêşengtiya aştiyê bikin û wiha got: “Tu zext û zordarî nikare me bitirsîne. Em ê ji bo aştiyê û demokrasiyê têbikoşin.”

‘Ev kirin provakasyon e’

Piştre parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar axivî. Zulkuf Uçar destnîşan kir ku di serdemeke ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dimeşe de ew kiryar nayên qebûlkirin û ev yek anî ziman: “Gelê Kurd bi salan e ji bo nasnemaya xwe têdikoşê. Bi têkoşînê re nasnameya gelê Kurd hat qebûlkirin û pêvajoya aştiyê destpêkir. Divê di vê pêvajoyê de berpirsiyarên van pêkhatinên dijhiqûqî bên diyarkirin. Kiryarên bi vî rengî ji bo pêvajoya çareseriyê provakasyon in. Divê ev kiryarên şerên taybet bi dawî bibin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: Baroya WanêDEM Partîferzkirina sîxuriyêÎHDOHDSîxûrî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
DEM Partî bi çapemeniya re civiya: Di pêvajoyê de dê çi dibe?

DEM Partî bi çapemeniya re civiya: Di pêvajoyê de dê çi dibe?

7 COTMEH 2026
Otomatik taslak

TUHAD-FED: Dest ji astengkirina berdana girtiyan berdin

5 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne