Stenbol – Waliyê Stenbolê Davût Gul derbarê operasyonên 9 mehên sala 2026an de daxuyanî da. Walî girtinên beriya pîrozbahiya Newrozê û Lûtkeya NATOyê yên bi hinceta “dikare çalakî bike” hatine pêkanîn, wekî operasyonên “li dijî rêxistinê” pênase kir û di mijarên çeteyên nûjen û tiryakê de jî rastiyan berovajî kir.
Waliyê Stenbolê Davût Gul derbarê operasyon û girtinan de daxuyaniyekî da. Operasyonên li dijî çalakiyên şermezarkirina êrişên DAÎŞê yên li dijî Rojava, pîrozbahiyên Newrozê û beriya Lûtkeyê NATOyê yên bi hinceta “dikare çalakî bike” wekî operasyonên li dijî “rêxistinên terorê” pênase kir.
Walîtiyê Stenbolê di 5ê Cotmehê de daxuyanî da û diyar kir ku di 9 mehên sala 2026an de li gorî sala berê ji sedî 20 zêdetir operasyon hatine lidarxistin. Walî anî ziman ku 4 hezar û 237 kes hatine binçavkirin, ji wan 826 kes hatine girtin.
Di nava vê hejmarê de kî heye? Dema ku DAÎŞ êrişî Rojava kiribû li Sancaktepe û Esenyûrtê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de gelek kes hatin binçavkirin û piştre polîsan avêt li ser malan, dîsa gelek kes hatin binçavkirin. Herwiha li Stenbolê bi tevlibûna sed hezaran kesî, Newroz bi girseyî hate pîrozkirin. Piştî Newrozê polîs avêt li ser malan û gelek kesan bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” binçav kir. Di nav kesên ku hatine binçavkirinan de zarok jî hebûn û polîs li ber çavên malbatan îşkence li zarokan kiribû. Lûtkeya NATOyê di 7 û 8ê Tîrmehê de li Enqereyê hat lidarxistin. Li Stenbolê beriya lûtkeyê bi hinceta “dikare çalakî bike” sedan kes binçav kirin û herî kêm 54 kes hate girtin. Li gorî Waliyê Stenbolê Davût Gul ev operasyon, binçavkirin û girtinên sosret nirxandina operasyonên li dijî “rêxistinên terore” pênase kir.
Çeteyên nûjen
Li Stenbolê û tevahî Tirkiyeyê pirsgirêkekî mezin heye ew jî “çeteyên nûjen” in. Ev çete her roj diziyan dikin, dest datînin li ser mal û milkê gel, herwiha xeracê distînin û qesta canê welatiyan jî dikin. Herwiha di nava xwe de jî dikevin pêşbirka çeteya herî mezin û bi êrişên çekdarî hevdu jî dikujin. Ev yek li gelek metropolên Tirkiyeyê û bajarên Kurdistanê jî pêk tên. Êdî kuştin û êrişên çeteyan di nava gel de wekî ji rêzê û tiştekî asayî tê dîtin. Tevahiya bûyeran li ber çavê rayêdarên dewletê pêk tê, çav li van bûyeran tê girtin û rê li ber şerê taybet tê vekirin.
Gelê xizan nayê parastin
Waliyê Stenbolê Davût Gul jî “Propagandaya reş” bi kar tîne. Li gorî Walî Davût Gul li dijî çeteyên nûjen di 9 mehên sala 2026an de 343 operasyon pêk hatiye. 3 hezar û 998 kes hatiye binçavkirin û 2 hezar 517 kes hatiye girtin. Lê bersiva pirsên “ev çete çawa derketin holê”, “her roj çawa dikarin êrişan pêk bînin” nayê dayîn. Li gorî Walî Davût Gul gelê Stenbolê di nava aramiyê de dijî. Herî dawî di 26ê Îlonê de li Sancaktepeyê êrişekî li dijî dikana “kokoreçê” pêk hat û karkerê bi navê Bektaş Can jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyan li Stenbolê heta meha Îlonê herî kêm 70 bûyerên êrişê pêk hatine. Lê balkêş e Walîtiya Stenbolê, dema ku ev çete dixwazin ji dewlemendeke mezin xeracê bistînin, polîs demildest operasyonekê li dar dixe û sermayeya mezin diparêze. Lê li dijî esnafên biçûk heta ku êrîş pêk neyê tiştekê nakin.
Şerê taybet: Tiryak
Yek mijara ku Walî Davût Gul rastiyê berovajî dike jî mijara “tiryekê” ye. Walî diyar dike ku ew dixwazin ciwanan ji tiryekê dûr bixin. Lê tevahî kolanên Stenbolê tiryak tê bikaranîn. Rêya tiryakê ya navdewletî ji Stenbolê derbas dibe. Tiryak ji dewletên Emerîkaya Latîn, re bi keştiyan tê Stenbolê û li wir belavî bajêr tê kirin. Di meha Tirmehê de li Lîmana Ambarliyê 3 ton tiryak hate girtin. Gelê Stenbolê ji bo zarokên xwe ji tiryakê rizgar bike, ketiye di nava tevgerê de. Li Taxa Kocatepe ya navçeya Umraniyeyê gel ji bo li dijî tiryakê têbikoşe, Platforma Gel a Herêma Kocatepeyê Taxa Înkilapê ava kiriye û di 4ê Cotmehê de meşek li dar xist.
Şerê taybet ji bo biyanîbûnê pêş dixin
Li gorî daneyên fermî yên Serokatiya li dijî sûcên narkotikê di sala 2022yan de girêdayî tiryakê 246 kes jiyana xwe ji dest da. Emrê bikaranîna tiryakê jî ketiye di bin 18 saliyê. Li gorî çend lêkolînan,temê bikaranîna tiryakê di bin 15 saliyê de ye. Li Stenbolê jî dewlet li gorî şerê taybet tiryakê di nava taxên Kurdan û şoreşgeran belav bike. Ji ber ku dizanê ciwanên bikevin di nava xebatên siyasî, xwe nas dikin. Ji bo ciwanan ji çand û hebûna xwe dûr bixin, tiryak û sepanên şerê taybet di nava ciwanan de balav dikin.













