Qers – Li Qersê jinên Kurd, Azerî, Terekeme, Yerlî hwd. di her demsala payîzê de li hev dicivin û bi awayekî komîn rişteyan çêdikin. Bi vî awayî him çanda xwarinê ya herêmê diparêzin him jî xebata kolektîf pêş dixin.
Li bajarê Qersê, bi hatina demsala payizê re ji bo zivistanê amedekariyên xwarin û zexîreyên malê dest pê kir. Di nav van zexîreyên kevneşopî de rişte ciyekî taybet digire. Jinên bajar her sal, di van rojên payizê de, bi hev re kom dibin û bi kedeke mezin ji bo zivistanê rişteyan amade dikin.
Jinên Qersî yên xwedî nasnameyên cuda ku di nav de Kurd, Azerî, Terekeme , Yerlî û hwd. hene bi awayekî komîn kevneşopiyên xwe didomînin. Di rojên ji bo birîna riştan tên destnîşankirin de, jin li hev kom dibin û bi hevkariyê rişteyan dibirin. Di hin malan de her roj ji bo du-sê kesan rişte tê birîn.
Jin li hev kom dibin û bi awayekî komîn çêdikin
Birîna rişteyan a li Qersê karekî bi lez û bez tê kirin nîn e. Birîna rişteyan a ku ev nêzî mehekê ye dest pê kiriye, bi awayekî domdar berdewam dike. Her roj, li nava eywanan, li ber deriyan û li cihên ku ji bo hişkkirina riştan guncav in, jinên bajêr li hev kom dibin. Rişteyên hevîrê wê bi ar, hêk, xwê û avê ve tê çêkirin, demekê dirêj bi pêyan ve tê pêpezkirin û paşê jî bi makîneyên destan ve tên birîn û tên daliqandin. Pey re jî li firinên bajêr tên qelandin.
Di van rojên payizê de, hewayê Qersê ya hêdî hêdî sar dibe re dîmenên rişteyan ên li ber derî û eywanan hatine raxistin jî dibin parçeyek ji jiyana rojane ya bajêr.
Rişte di nav xwarinên Qersê de xwedî cîhekî taybet e
Rişte, li Qersê tenê wek zexîreyeke zivistanê nayê dîtin. Ew di çanda xwarinê ya herêmê de jî xwedî cîhekî taybet e. Ji rişteyan him girar tê çêkirin û him jî di nav xwarinên navîn de jî tê bikaranîn. Ji ber ku amadekirina wê hêsan û zû ye, di malan de, dema mêvan tên, wek xurekeke pratîk tê amadekirin.
Jin bi keda xwe diparêzin
Jinên ku salan e vî karî dikin, tenê zexîreyek ji bo zivistanê amade nakin, di heman demê de beşek ji çanda xwarinê ya Qersê jî diparêzin. Di vê kevneşopiyê de, nasnameyên cuda yên bajarê li hev dicivin û bi hev re dixebitin. Hinek ji wan jî bi firotina rişteyan debara xwe dikin.
Bi hatina zivistanê re rişteyên ku bi ked û xebata jinan hatiye amadekirin, dikeve ser sifreyên malan. Bi vî awayî, ji bo rişteyan, li ber deriyên malan û eywanên bajar bigire heta tê li ser sifreyan bi kedeke mezin tê amadekirin û wek parçeyek ji bîranîn, çand û jiyana rojane ya Qersê tê parastin.













