Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî bi lêv kir ku di serdema nû ya qanûn danînê de xebatên komîsyonan û pêkanîna şert û mercên qanûna çarçoveyî rojeva wan a herî girîng e û wiha got: “Çêkirina qanûnên pêwist xalên herî girîng ên pêş me ne.”
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe meclisê de axivî. Devlet Bahçelî anî ziman ku firsendeke dîrokî li pêşiya wan e û wiha got: “Li şûna teror û çekan siyaset û demokrasî li pêş me ye. Em di pêvajoyeke ku xurtkirina biratiyê de ne. Di serdema nû ya qanûn danînê de ji aliyekî ve xurtkirina bingeha hiqûqê ya pêvajoyê û ji aliyekî ve jî xurtkirina demokrasiyê pêş me ye. Xebatên komîsyonan û pêkanîna şert û mercên qanûn û çêkirina qanûnên pêwist xalên herî girîng ên pêş me ne. Ji bo wê jî serdema nû ya meclisê ne di nîqaşên rojanê ya siyasetê ya ji bo çareseriya pirsgirêkan de gavên reformê dê bibin.”
Devlet Bahçelî bal kişand ser nîqaşên li ser fonan û Serokkomariyê jî û ev tişt anî ziman: “Divê Tirkiye bi nêliritiyan re neyê hiştin û fikir û ramanên xwe çi dibe bila bibe lêpirsîneke bi bandor bê destpêkirin. Ji bo vê jî di serdama nû ya qanûn danînê de li rex gavên demokratîk hiqûqa ku pêşî li nêliritiyan bigire divê pêk were. Heke meclis biryara hilbijartinê bide û careke din Serokkomarê me Tayîp Erdogan bê hilbijartin û bibe Serokkomar ji bo Tirkiyeyê dê xêr bibe. Weke MHPê namzetê me yê Serokkomariyê jî careke din Tayîp Erdogan e. Divê li meclisê hejmara herî mezin jî di destê tifaqa serokkomariyê de be. Ji bo wê jî armanca me ew ê ku em dengên xwe zêde bikin û bibin partiya yekem a Tirkiyeyê. Ji bo wê jî formola me; Di rêvebirinê de Tayîp Erdogan, di qanûnan de MHPê, li Tirkiyeyê tifaqa Serokkomar û li dinyayê jî Tirkiye ye.”













