Xarpêt – Li Çiyayê Gorseyê ku dikeve navbera navçeya Pîran a Amedê û navçeya Miyaran a Xarpetê bi destê dewletê daristan tê birîn.
Li derdora Çiyayê Gorseyê yê ku dikeve navbera gundê Pîrejman ê navçeya Pîran a Amedê û gundê Nerbîş ê navçeya Miyaran (Aricak) a Xarpêtê bi destê Midûriyeta Daristanan a Xarpetê dar tên birin û daristan tê talankirin.
Midûriyeta Daristanan a Xarpetê ji ber ku daristanên herêma dikeve pêşberî gundê Nerbîş ku li nava Çiyayê Gorseyê ye, ji bo birînê di 15ê Tebaxê de îhaleyek pêk aniye. Her wiha di 14ê Îlonê de jî di çarçoveya encama vê îhaleyê de li herêmê birîna daran dest pê kiriye û daristan tê talankirin. Dema ku Midûriyeta Daristanan a Xarpetê îhaleyê pêk tîne, vekirina rêya diçe nava daristanê jî girtiye ser xwe û ji bo şîrketa îhale wergirtiye heya nava Çiyayê Gorseyê Biçûk, rê vekiriye.
Ji bo talanê rayedar destûrê didin ku leşker nobetê bigirin
Dema me ji Amedê berê xwe da herêma ku daristan lê tê birîn me dît ku di rê de gelek noxteyên lêgerînê hene. Bi taybetî jî li herêma ku kesên daristanê dibirin kon vedan e û ev yek di bin kontrola leşkeran de tê kirin. Dema em nêzî konên kesên ku daristanê talan dikin bûn, me dît ku 2 wesayîtên sivîl ku piştre em ji çavkaniyan fêr bûn, ev wesayît ên leşkeran bûn li dora konan rawestiya bûn. Ev jî dide nîşandan ku talan bi destê Midûriyeta Daristanan a Xarpêtê û di bin çavdêriya leşkeran de pêk tê.
Heft makîne 20 roj in bênavber talanê dikin
Li gorî agahiyên ku me bi dest xistin; zêdetirî 20 rojan e bi 7 motorên birîna daran li vê herêmê ji saet 07.00an heya danê êvarê saet 17.00an daran dibirin. Darên ku li vir tên birîn li heman deverê tên komkirin û kesên ku talanê dikin dê van êzingan bikin komir. Li aliyê din li gorî agahiyên me bi dest xistine çarçoveya vê îhaleyê ji 3 beşan pêk tê û di her beşê de zêdetirî hezar donum daristan dê bên birîn.
Bi birîna daristanan sewalkariya li herêmê zerar dibîne
Her çiqaş şêniyên gundê Nerbîşê li dijî talana daristanê bi gazinc bin jî lê nexwestin ji kameraya me re biaxivin. Lê şêniyên gund ên ku sewalkiriyê dikin bi fikar in. Ji ber ku li gorî qanûna daristanan dema darên herêmekê tên birîn 5 salan ketina sewalan a wê herêmê qedexe ye. Ev jî xisarek mezin dide kesên ku sewalkariyê dikin.













