• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Serhat Toptaş / AW

6 COTMEH 2026 - 08:50
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Wan – Li Wanê peyarêyên ku gelek teng in û wesayît li ser tên parqkirin, bûye pirsgirêkek mezin. Welatî dixwazin tavilê çareseriyek bê peydakirin.

Piştî mezinbûna bajaran, gelek pirsgirêkên bajarvaniyê derketin holê ku yek ji van peyarê ne. Li Wanê ji ber nebûna trafîkeke bi rêk û pêk, peya nikarin peyarêyan bi kar bînin û li ser wan bimeşin. An peyarê gelek teng in an jî wesayît li ser hatine parkkirin. Taybet li sûka Wanê peya gelek astengiyan dijîn û nikarin bi rihetî tevbigerin. Her wiha ev yek ji bo welatiyên astengdar jî pirsgirêkek gelek mezin e ku ew jî nikarin li bajêr bi rihetî bigerin û kar û barên xwe bimeşînin.

Desteserkirina peyarêyan

Peyarê ji bo parqkirina erebeyan nehatine çekirin, lewma parqkirina erebeyan li ser peyarêyan qedexe ye. Ji bilî vê jî li ser peyarêyan tiştên peyayan esteng dikin divê neyên danîn. Desteserkirina peyarêyan zêdetir ji bo kal û pîr, astengdar, zarok, û dayikên di destê wan de erebeyên zarokan hene, dibe pisgirêk. Ev rewş jiyana peyayan jî dixe di bin xetereyê de. Li Wanê jî ev rewş gelek berbiçav e. Li navenda bajêr peyarê ji aliyê dikandaran ve hatine desteserkirin. Meşa di nav bajêr de jî bi vî awayî zehmet dibe. Peyarêyên Wanê ne tene ji aliyê dikandaran ve tên desteserkirin, wesayît jî li ser peyarêyan tên parqkirin. Her wiha pedîviyên astengdaran jî gelemperî berbiçav nehatine girtin.

Welatiyên Wanê, derbarê zehmetiyên çûn û hatê yên li ser peyarêyan ji ajansa me re axivîn.

‘Rê teng in û erebe zêf in’

Emrullah Yalçin bal kişand ser tengbûna rêyan û zefbûna wesayîtan di nav bajêr de û wiha axivî: “Kolan teng in û dema ji her du milan jî erebe tên parqkirin, tengtir dibin. Ne tenê li navenda bajêr, derdora wê û taxan de jî trafîkek tevlihev heye. Divê berpisyar çareseriya vê yeke bibinin.”

‘Divê gel jî berpisyariyên xwe bizanibe’

Zabît Haykir anî ziman ku li ser peyarêyan wesayît tên paqkirin û ev tişt got: “Ew pisgirêk ne ya gel e, ev pisgirêka şaredariyan e. Li ser rêya me rampayek heye û belkî rojê 20 kes vê derê dikeve. Herî zêde jî zivistanan dayikên me pir zehmetiyan dikşînin. Helbet tenê divê ne şaredarî, divê gel jî berpisyariyên xwe bizane. Di peyareyan de erebe tên paqkirin. Di taxên me de bihêle peyarêyan rêyên normal jî nîn in.”

Dê û bav nikarin bi erebeya zarok bimeşin

Ceylan Îkne û Aydin Îkne ên di destê wan de erebeya zaroka wan hebûye, diyar kirin ku ew ji ber tengbûn û astengiyên li ser peyarêyan bi rihetî nikarin bi erebeya zarokan ve bimeşin. Ceylan Îkne nerazîbûna xwe nîşanî berpirsan da û xwest çareserî bên dîtin.

Etîket: Aydin ÎkneCeylan ÎkneEmrullah YalçinpeyarêrêWanZabît Haykir
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

25 TEBAX 2026
Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

23 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Welatiyên Wanî: Divê qanûn di pratîkê de jî bê sepandin

Welatiyên Wanî: Divê qanûn di pratîkê de jî bê sepandin

9 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne