Endam û rêveberên BTSê bi boneya salvegera bîranîna Sekreterê BTSê Ridvan Akgul ê ku di sala 2015an de li Qada Garê ya Enqerê, bi hevalên xwe re tev li mitîngê bibûn û di encama êrişên bombeya zindî yên çeteyên DAIŞê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wî ew bi bîr anîn.
Endam û rêveberên BTSê bi boneya salvegera bîranîna Sekreterê BTSê Ridvan Akgul ê ku di sala 2015an de li Qada Garê ya Enqerê, bi hevalên xwe re tev li mitîngê bibûn û di encama êrişên bombeya zindî yên çeteyên DAIŞê de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Şex Mûsa ya li taxa Doganê ya Sêrtê ew bi bîr anîn. Di bîranînê de malbata Ridvan Akgul û rêhevalên wî yên ku pê re xebitîbûn, endam û rêveberên partiyên siyasî yên bajêr, rêveberên KESKê û gelek endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî yên bajêr tev li bûn. Her wiha ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de şehîd ketine deqeyek rêz girtin û piştî rêzgirtinê dest bi xwendina dûayan hate kirin. Dûre girseya ku li wir amade bû dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin.
‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’
Endamê MYKa BTSê Nazim Sarsilmaz ewil axivî û wiha got: “Hevalê me şopeke bi rûmet li dû xwe ji me re hişt û em her tim bi wan serfiraz in. Em hevalê xwe Ridvan û hevalên me yên ku bi awayekî hovane hatine qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr tînin. Me demeke xwe bi hev re derbas kir û gelek caran rêhevaltî ji malbatê jî li pêştir e. Em gelek xemgîn in û em ewqas jî bi hevalên xwe serbilind in. Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê. Ji ber vê yekê jî em bejna xwe li ber wan ditewînin.”
‘Divê bi awayekî li vê pêvajoya heyî xwedî bê derketin’
Serokê Gişrtî yê BTSê Tongûç Ozkan jî Ridvan Akgul bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “Hevalê Ridvan ji bo me hevalekî bi rûmet bû. Em di salvegera komkujiyê ya 11emîn de ne. Em hê jî di serdemeke wisa de ne ku berpiryarên vê qetlîamên li pêşberî edaletê hesab nedane. Têkoşîna me bi hemû saziyên me yên demokratîk re berdewam dike. Wekî ku tê zanîn me bi malbatê re gelek caran serî li dozgeriyê daye, serlêdanên me bêbersiv dimînin. Derbarê bûyerê de çend mîlîtanên DAIŞê tê Tirkiyeyê û tên girtin, ev tiştekî girîng e. Lê ev jî heye; gelo dê dewlet van bûyeran bi rastî jî zelal bike yan na? Ev tiştekî gelek girîng e. Wekî ku tê zanîn niha pêvajoyek li Tirkiyeyê heye û wekî ku me dît di mehên borî de hin qanûnên çarçoveyê hatin derxistin. Û wekî tê din di hin cihan de ji aliyê pêvajoyê ve dereng mayîn jî heye. Pêvajo bi vî awayî nayê meşandin. Divê hin gavên şênber hebin. Ev jî tiştekî girîng e, ji ber ku demeke ciwan nayên qetilkirin û cenazeyên wan nayên ev tiştekî xweş e. Divê bi awayekî li vê pêvajoya heyî xwedî bê derketin.”
‘Mirov pê xemgîn dibe’
Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê parêzer Kenan Bîlge pêşî sersarxiyê ji malbatan re xwest û ev tişt vegot: “Em di şexsiyeta hevalê Ridvan de hemû şehîdên meha Cotmehê bi rêzdarî bi bîr tînin û em bejna xwe li keda wan ditewînin. Em hêvî dikin ku vê keda ku wan daye, bibe wesîleya aştî û azadiyê. Ji ber ku me hevûdin dîtiye, dema ku mirov qal dike jî mirov gelek pê xemgîn dibe. Em bi hêvî ne ku di demên pêş de gelê me bigihêje azadiya xwe. Em careke din ji malbatên xwe re sersaxiyê dixwazin.”
‘Wê qadê kirin gola xwînê’
Hevserokê Şaxa EGÎTÎM SENa Sêrtê Selahattîn Talû jî ev nirxandin kir: “Em hemû şehîdên me yên ku di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Me weke Saziyên Platforma Demokratîk di sala 2015an de ji bo ku tu kes neyên kuştin mitîngeke wisa li dar xist. Me di wê mitîngê de aştî, azadî û wekheviyê dixwest. Me dixwest ku xwîn bê sekinandin, lê mixabin dewleta nijadperest li qada Garê alîkariya DAIŞê kir û wê qadê kirin gola xwînê.”
Çalakî bi danîna qernefîlan û bi xwendina yasînê û dûayan bi dawî bû.




















