• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nagihan Akarsel li Enqereyê hat bibîranîn

    Nagihan Akarsel li Enqereyê hat bibîranîn

    Mazlûm Tekdag û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn

    Mazlûm Tekdag û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn

    Berxwedana karkerên Nexweşxaneya Bajêr a Amedê didome

    Berxwedana karkerên Nexweşxaneya Bajêr a Amedê didome

    10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê didome

    10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê didome

    Hesabê Xê yê Kurmancî yê MAyê carek din hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Kurmancî yê MAyê carek din hate astengkirin

    Dê Nagehan Akarsel li Amedê bê bibîranîn

    Dê Nagehan Akarsel li Amedê bê bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nagihan Akarsel li Enqereyê hat bibîranîn

    Nagihan Akarsel li Enqereyê hat bibîranîn

    Mazlûm Tekdag û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn

    Mazlûm Tekdag û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn

    Berxwedana karkerên Nexweşxaneya Bajêr a Amedê didome

    Berxwedana karkerên Nexweşxaneya Bajêr a Amedê didome

    10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê didome

    10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê didome

    Hesabê Xê yê Kurmancî yê MAyê carek din hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Kurmancî yê MAyê carek din hate astengkirin

    Dê Nagehan Akarsel li Amedê bê bibîranîn

    Dê Nagehan Akarsel li Amedê bê bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Krîza aboriyê bandor li ser Pêşengeha Pirtûkan jî kiriye

Amed / AW

2 COTMEH 2026 - 08:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Nivîskar û welatiyên ku tev li Pêşengeha Pirtûkan a Amedê bûn diyar kirin ku li gorî salên berê eleqeya ji bo pêşengehê kêm e û anîn ziman ku rewşa aboriyê bandor li ser pêşengehê jî kiriye.

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 10emîn ku ji aliyê Odeya Bazirganiyê ya Amedê û TUYAPê ve li Navenda Fûar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê tê lidarxistin di roja 7emîn de berdewam dike. Di van rojên pêşengehê de bi hezaran kesî serdana pêşangehê kir û pirtûk stendin. Di pêşengehê de gelek standên weşanxaneyên Kurdî jî cihê xwe girtin e. Standên Weşanxaneyên Kurdî li benda xwîner û pirtûkhezan e.

Nivîskar û kesên ku tev li pêşengehê bûne derbarê eleqeya li ser pirtûk û standên Kurdî de ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Pirtûkên nû nas bikin, biwînin û bidin xwendin’

Nivîskar Veysî Ulgen da zanîn ku ew çar sal in tev li pêşengehê dibe û pêşengeha îsal li gorî pêşengehên din qels e, tev li bûn jî kêm e û ev tişt gotin: “Eleqeya pirtûkên Kurdî li gorî sala din kêmtir e. Gelek sedemên vê rewşê hene. Em niha li vir standan kirê dikin, weşanxaneyên din jî kirê dikin. Pêwîste pêşengehên bêkirê bêne vekirin. Divê weşanxaneyên Kurd bi awayekî serbixwe pêşengehê vekin. Divê em bi pêşengeha TUYAPê re sînordar nemînin. Ji aliyê din ve jî bihayê pirtûkan zêde ye. Gel ji bo ku aboriya wan têrê nake nikarin pirtûkan bistînin û bi rehetî li pirtûkan binêrin. Ew jî sedemeke mezin e. Ji aliye Kurdî ve em niha di pêvajoyekê de ne divê em li çanda xwe zimanê xwe xwedî derkevin. Em ji vir bang dikin bila her kes werin pêşengehê. Bila li gel nivîskarên Kurd nîqaşan bikin, wan nas bikin. Pirtûkên nû nas bikin, bixwînin û bidin xwendinê. Zimanê kurdî zimanekî dewlemend e. Zimanê Kurdî bi wêjeyê re hatiye heta roja me. Bila gelê me werin berhemên xwe nas bikin.”

Nivîskar Veysî Ulgen

‘Divê em piştgiriya xebatên pirtûk û weşangeriyê bikin’

Welatiyê bi navê Nûrettîn Bûdak ê ku ji Çewligê ji bo pêşengehê hatiye Amedê jî wiha axivî: “Dema em pêşengeha pirtûkan a Amedê dinêrin, em dibînin ku bi rastî jî beşdarbûneke pir zêde tune ye. Kal û pîr li aliyekî, beşdarbûna mirovên me yên di asta mezinan de gelekî kêm e. Ev rewş nîşan dide ku li gorî gelên din di aliyê xwendinê de kêmasiyek heye. Divê em vê kêmasiyê bi awayekî ji holê rakin û xwendina pirtûkan ji gelê xwe bidin hezkirin. Gava ku piştgiriyeke sazkirî tune be, kêmasiyên mirovên me yên wekî nezanî, elimandî û nasnekirina civaka xwe hîn bêtir kûr dibe. Ez hêvî dikim ku çalakiyên bi vî rengî zêde bibin û gelê me dê bêtir hişyar bibe.”

Nurettîn Budak

‘Divê em nasnameya xwe bidin nasîn û li gorî wê tevbigerin’

Avşîn Demîrhan ku ji bo stendina pirtûkan hate pêşengegehê jî diyar kir ku ew ji pêşengeha pirtûkan pir hez dike û ji bo were pêşengehê dem ji bo wê ne girîng e û wiha got: “Her çi demê be jî ez têm pêşengehê. Ez pirtûkên mitolojî, felsefîk û yên bi zimanê Kurdî distînim. Bihayên pirtûkan hinekî zêde ne. Em jî li gorî budçeya xwe pirtûkan dikirin, lê heger bihayên wan hinekî din erzan bûya, me yê karibûya bêtir pirtûk bikiriyana. Hevalên min bi Kurdî nizanin, ez li dibistanê ji heval û mamosteyên xwe re dibêjim: ‘Hûn jî pirtûkên Kurdî bikirin, ez dikarim ji bo we wergerînim.’ Lê ew dibêjin ‘Na’. Dîsa jî ez ji hemû kesî re dibêjim; pirtûkên Kurdî bikirin. Ji ber ku em koka xwe dizanin, divê em nasnameya xwe winda nekin. Divê em nasnameya xwe bidin nasîn û li gorî wê tevbigerin.”

Avşîn Demîrhan

‘Eleqeya dayik û bavên me şanaziyê dide me’

Xebatkara Enstîtuya Kurdî ya Amedê Sûzan Bejan Tatli jî destnîşan kir ku di weşanxaneya wan de hem pirtûkên bi Kirmanckî hem jî yên bi Kurmancî hene û wiha axivî: “Eleqeya gel a ji bo pirtûkên bi Kirmanckî û Kurmancî pir baş û xweş e. Bi taybetî eleqeya dayik û bavên me şanaziyê dide me. Ew tên da ku zimanê xwe yê dayikê hînî zarokên xwe bikin. Li standa me hem ji bo zarokan hem jî ji bo ciwanan gelek pirtûkên bi Kurdî hene. Bi taybetî îsal seteke me ya taybet ku me nû derxistiye heye. Ev seta çîrokan a nû ya bi wêneyan ku me ji bo zarokên temenê pêşdibistanê û dibistana seretayî amade kiriye, îsal derket. Ji bilî vê, pirtûkên me yên perwerdehiyê û ferhengên me yên Zazakî û Kurmancî hene. Van pirtûkan pir dipirsin û heya niha ez dikarim bêjim zêde hatin firotin û eleqeya gel vê gavê baş e.”

Suzan Bejan Tatli
Etîket: 10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Pêşengeha Pirtûkan panela ji bo Aram Tîgran: Ew stûn û pira hunerî bû

Li Pêşengeha Pirtûkan panela ji bo Aram Tîgran: Ew stûn û pira hunerî bû

2 COTMEH 2026
Xelkê Amedê di roja 6emîn de jî berê xwe da Pêşengeha Pirtûkan 

Xelkê Amedê di roja 6emîn de jî berê xwe da Pêşengeha Pirtûkan 

1 COTMEH 2026
Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

30 ÎLON 2026
Weşanxaneya Aramê: Werin berheman ji çavkaniyên xwe bigirin

Weşanxaneya Aramê: Werin berheman ji çavkaniyên xwe bigirin

29 ÎLON 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

27 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serpêhatiya berxwedêr û generalê biçûk bû klîb: Xewna Çiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo bîranîna Ceylan Onkolê pirtûka ‘Ceylana awir bihuşt’ derxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li zeviyên Baxçeyên Hewselê û Zanîngeha Dîcleyê hişbir tê çandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pêla qedexekirina medyaya dîjîtal veguheriye polîtîkayek mayînde

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 28ê ÎLONA 2026an

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne