90 karkerên ku di înşaata Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitin ji kar hatin derxistin. Karkerên ku daxuyanî dan, diyar kirin ku hevalên wan bi awayekî neheq ji kar hatine derxistin û destnîşan kirin ku heta hevalên wan vegerin ser karê xwe dê têkoşîna xwe bidomînin.
Li Kolana Dorşîn a Taxa Firatê ya navçeya Peyasê ya Amedê ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve Nexweşxaneya Bajêr a Amedê tê çêkirin û demek dirêj e karkerên di înşata nexweşxaneyê de dixebitin ji ber dereng mûçe girtinê pirsgirêkan dijîn. Karkerên ku girêdayî Fîrmaya Hermet dixebitin ji ber mûçeyên wan dereng tên razandin dest bi çalakiya grevê kiribûn. Li aliyê din 90 karkerên Sendîkaya Karkerên Rê û Avahiyê (YAPI YOL-ÎŞ) ku li nexweşxaneyê dixebitîn ji kar hatin derxistin. Karkeran derbarê grev û derxistina kar a hevalên xwe de bi pêşengiya YAPI YOL-ÎŞê li ber Nexweşxaneya Bajêr a Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.
Parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan a Amedê (DEM Partî) Serhat Eren û Adalet Kaya, Endam û rêveberên DBPê û DEM Partiyê yên Amedê, nûnerên saziyên sivil û gelek karker tev li daxuyaniyê bûn.
Daxuyaniya bi Kurmancî Endamê Sendîkaya YAPI YOL- ÎŞê Bariş Kaya xwend.
‘Bûyerên kuştina karkeran winda dikin’
Bariş Kaya da zanîn ku li çar aliyê Tirkiyeyê şantiye; ji ber hêrs û tîbûna sermayeyê ya qezencê, bûne girtîgeh ku tê de can, keda eniyê û mafên mirovî yên karkeran tune tên hesibandin û wiha got: “Em wekî karkerên avahiyan ên ku bajaran ava dikin û avahiyên mezin bilind dikin, îro hîn jî ji mafên xwe yên herî bingehîn ên mirovî bêpar in û em neçar in ku di şert û mercên hov û primitive de bixebitin û bijîn. Sektora avahiyan, bi rejîma bêpergalî û bêcezabûnê ya sermayeyê tê birêvebirin. Pereyê heqdestên me di qeydên fermî de tê nîşandan, lê para mayî ji dest tê dayîn an jî tê xwarin; mafên me yên tezmînata qidemê, îxbarê û mesaiya zêde tune tên hesibandin. Cihên me yên manê li dijî rûmeta mirovahiyê ne, nexweş û ne bes in. Tedbîrên herî bingehîn ên Tendurîstî û Ewlehîya Karkeran jî wekî lêçûn û bimesref tên dîtin. Ji ber vê bêtedbîriyê, em her roj hevalên xwe yên dozê di qezayên kar de ku navê wan ‘bûyerên kuştina karkeran’ e winda dikin. Ev pergala ku li ser karkerên avahiyê tê sepandin, bi eşkerehî pergala koletiyê ye.”
‘Tu karker bêçare nîn in’

Bariş Kaya di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku li Şantiyeya Nexweşxaneya Bajêr a Amedê mêhtin û dijminatiya li dijî sendîkayê berdewam dike. Bariş Kaya diyar kir ku yek ji mînakên herî berbiçav ên vê çerxa mêhtinê, niha li Şantiyeya Nexweşxaneya Bajêr a Amedê pêk tê û wiha domand: “90 endamên me yên sendîkayî yên ku di bin banê fîrmaya sereke Gurbag Înşeat û fîrmaya taşeron Hermet Mekanîk de keda eniya xwe dirijînin, bi hefteyan e bi neheqiyên giran re rû bi rû ne. Li şantiyeyê heqdestên ku endamên me heq kirine, bi birînên neheq û nehiqûqî hatine xwarin, mûçe hatine parçekirin û kêm hatine razandin. Hê bêtir, patron û rêveberiya şantiyeyê ku tehemûla mafê sendîkabûnê yê ku mafê karkeran ê Destûra Bingehîn e nakin, mekanîzmayeke sîstematîk a mobbîng, zext û gefan li dijî endamên me xistine dewrê. Karê 90 endamên me yên ku xwedî li keda xwe û mûçeyên xwe yên hatine xwarin derketin û li dijî mobbîngê dengê xwe bilind kirin, bi rengekî nehiqûqî hat bidawîkirin. 90 endamên me yên ku ji ber bikaranîna mafên xwe yên Destûra Bingehîn û serînetewandina li ber neheqiyê ji kar hatine derxistin, li şantiyeyê yekser dest bi çalakî û berxwedanê kirine. Em ji vir radigihînin: Tu endamên me ne bi tenê ne, tu karker bêçare nîn in.”
‘Qanûna kar tê binpêkirin, hûn çavên xwe digirin’
Bariş Kaya li ser navê karkeran bang li Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî kir û wiha bi dawi li daxuyaniyê anî: “Em ji vir rasterast bang li Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Birêz Vedat Işikhan û rayedarên wezaretê dikin. Qanûna kar tê binpêkirin, hûn çavên xwe digirin. Li şantîyeyên Tirkiyeyê Qanûna Kar bi eşkere tê binpêkirin, mafên Destûra Bingehîn hatine sekinandin. Hûn ê heta kengî çavên xwe ji vê qanûn-nedîtina sermayeyê re bigirin. Li şantiyeya Nexweşxaneya Bajêr a Amedê, sepanên neqanûnî, xwarin û parçekirina mûçeyan û nelirêtiyên dayîna pereyan a di dest de ya fîrmaya sereke Gurbag Înşaat û taşeron Hermet Mekanîk teqez teftîş bikin. Ji bo vegerandina kar û dayîna hemû mafên 90 endamên me yên ku ji ber sendîkayîbûnê û daxwaza mafên xwe ji kar hatine avêtin, wekî Wezaret teqez destwerdanê bikin. Li dijî van şertên koletiyê yên ku li ser karkerên avahiyê tên sepandin, li dijî kuştina karkeran û mêhtina taşeronan tevdîran bigirin. Karkerên avahiyê ne bêçare ne û ne jî bêxwedî ne. Bi hêza xwe ya ku ji hilberînê tê, bi piştgiriya xwe ya çînî û bi berxwedana xwe, em ê vê çerxa mêhtinê bişkînin. Li şantiyeya Nexweşxaneya Bajêr a Amedê heta ku em mafên xwe bigirin, endamên me yên hatine avêtin vegerin ser karê xwe û şertên xebatê yên mirovî bên dabînkirin, em ê têkoşîna xwe mezin bikin û berdewam bikin. Sendîka mafê destûra bingehîn e, nayê astengkirin.”















