Pentagonê ragihand ku Amerîka û hevkarên wê yên di Hevpeymaniya Navneteweyî de, bi awayekî fermî dawî li “Operasyona Biryradariya Xwezayî” ya li Iraqê anîne.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) der barê vekişîna hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya li dijî DAIŞê ya li Iraqê de daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Amerîka û hevkarên wê yên Hevpeymaniya Navneteweyî bi awayekî fermî “Operasyona Biryardariya Xwezayî” li Iraqê bi dawî anîne.
Pentagonê destnîşan kir ku bidawîbûna operasyonê, derbasbûna ji erkê hevpeymaniyê ber bi hewldaneke ewlehiyê ya bi pêşengiya Iraqê û bi piştgiriya têkiliyeke ewlehiyê ya dualî ve temsîl dike.
Pentagonê diyar kir ku gefên DAIŞê jî di nav de berpirsiyariya çareserkirina kêşeyên ewlehiyê, dikeve ser milê hikûmeta Iraqê û destnîşan kir ku Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê dê berdewam be li ser pêşkêşkirina tatbîqatên pisporî û piştgiriya îstîxbaratî ji bo hevkarên xwe yên Iraqî.
Şêwirmendê ewlehiyê yê Serokwezîrê Iraqê Qasim El-Erecî jî îro ragihand ku Hevpeymaniyê erka xwe bi dawî aniye û Iraq bi derbasbûna ji bo pêwendiyeke li ser bingeha têkiliyên dualî, gihîştiye qonaxeke girîng a veguhêziyê.
El-Erecî destnîşan kir ku bidawîbûna erka hevpeymaniyê nayê wê wateyê ku hevkarî bi dawî bûye, berevajî ev yek nîşana derbasbûna ji bo pêwendiyeke dualî ye ku li ser bingeheke bihêztir hatiye avakirin.













