* Şîlan Sulum (Amara Çiya) li Nisêbînê tê dinê û lê li pêşiya girtîgehan û di rêya koçberiyê de mezin dibe. Şerê Kobanî, komkujiyên li dijî gelê Kurd pêk tên, zext û zordariya dewletê, bandora xwe li ser Şîlanê dike û li her derê Stenbolê di nava xebatan de cih digire lê dixwaze têkoşîna xwe bigihijîne astekî bilind û ji ber vê yekê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Ew di 9ê Kanûna sala 2016an de li devera Garê ya başûrê Kurdstanê jiyana xwe ji dest dide.
* Wan û navçeyên wê ji aliyê civakî-aboriyê ve di rapora SEGEyê de di rêzên herî dawî de ne. Li Wanê pêşketina aborî di navendê de kom bûye û ji derdoran jî çavkaniyan dikişîne nav xwe. Lewma jî navçeyên Wanê ji hemû derfetên aboriyê bêpar mane.
* Derûnnas û Edîtorê Kovara Psychology Kurdî Azad Dildar got ku kesên civakê rêve dibin bi awayek gelekî hesan dikarin li cihê derûniya şer derûniya aştiyê ava bikin.
* Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 10emîn di roja 5emîn de berdewam dike. Weşanxaneya Moriyê ku ji bo zarokan weşangeriyê dike, di fûarê de cihê xwe girtiye. Weşanxaneyê ji bo zarokan seteke ji 8 fasîkulan pêk tê amade kiriye.
* 10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dê di roja 5emîn de li Navenda Fûar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê berdewam bike. (10:00-19:00)
* Komeleya Mutabakata Civakî dê derbarê serdema nû ya qanûnçêkirinê ya Meclisê dê li avahiya xwe ya li Taxa Alîpaşa ya navçeya Sûrê ya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11:00)
* MEBYA-DERa Êlihê û malbatên şehîdan dê li Navenda Çandê ya Baharê (BKM) ya Êlihê yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê Riza Altûn û şehîdên meha Îlonê bi bîr bîne. (13:00)
* Endam û rêveberên mêr yên Rêxistinên DBPê û DEM Partiyê yên Amedê dê li dijî kuştina jinan ji ber avahiya DEM Partiya Rezanê heta Parka Karanfîlê ya li navçeya Rezanê meşekê li dar bixin. (17:00)










