*Derûnnasên ku tev li 2yemîn Kongreya Derûniyê ya Mezopotamyayê bûn, diyar kirin ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rola derûnnasan girîng e û gotin ku ew dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî xebatên xwe bimeşînin.
*Kongreya Derûniyê ya Mezopotamyayê ku li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin, dê îro di roja xwe ya sêyemîn de bidawî bibe. (10.00-18.00)
*Pêşengeha pirtûkan a ku bi hevkariya Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê û TUYAPê li Navenda Fuar û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê tê lidarxistin dê di roja duyemîn de bidome. (10:00/19:00)
*Rêxistina DEM Partiya Amedê dê bi tevlibûna Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tûncer Bakirhan li Çand Amedê kongreya xwe li dar bixe. (11:00)
*Di salvegera 2yemîn a kuştina Rojîn Kabaîşê de dê ji bo Rojîn Kabaîşê ji Qada Şêx Seîd heta Mizgefta Mezin meşek bê lidarxistin. (17.00)











