Bi pêşengiya KAT-DERê li Rihayê yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê Riza Altun hat bibîranîn. Di bibîranînê de hat diyarkirin ku rêya herî rast a xwedîderketina li şehîdan, mezinkirina têkoşînê ye.
Di pêşengtiya KAT-DERê ya Rihayê, ji bo yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê Riza Altun bernameya bibîranînê hat lidarxistin. Nûnerên saziyên civakî yên sivîl û gelek welatî tevlî bernameya ku li avahiya komeleyê hat kirin bûn. Bibîranîn bi rêzgirtina ji bo bîranîna yên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Piştre Yaşar Kirmizi yê ku 30 salan girtî ma axivî. Kirmizi bal kişand ser jiyan û têkoşîna Riza Altun û hemû yên ku di riya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî anî ziman. Kirmizi da zanîn ku divê ew girêdana xwe ya bi bîranîna wan re bi mezinkirina têkoşînê nîşan bidin.
Piştî axaftinê, helbesteke Ali Haydar Kaytan hat xwendin.
Bername bi nîşandana sînevizyona ku li ser jiyan û têkoşîna Riza Altun hatibû amadekirin dewam kir.
Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.

















