• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
27 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

    Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Kovara Psychology Kurdî dê ji bo 10 saliya xwe sempozyûmek li dar bixe

    Kovara Psychology Kurdî dê ji bo 10 saliya xwe sempozyûmek li dar bixe

    Li Osloyê partî û rêxistinên muxalîf ên Îranê belgeyeke hevbeş îmzekirin

    Li Osloyê partî û rêxistinên muxalîf ên Îranê belgeyeke hevbeş îmzekirin

    Hestiyên di gora komî ya Şerfedînê de hatin derxistin

    Hestiyên di gora komî ya Şerfedînê de hatin derxistin

    Derûnnasên Kurd: Rola derûnnasan di pêvajoya aştiyê de pir girîng e

    Derûnnasên Kurd: Rola derûnnasan di pêvajoya aştiyê de pir girîng e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Wanî: Ji ber bihabûnê em tiştan bi deyn distînin

Sema Gezîcî / AW

24 ÎLON 2026 - 08:19
Kategorî: KED Û ABORÎ, MANŞET
A A
Wan – Welatîyen Taxa Esenlerê anîn ziman ku ew ji bo dan û standinê hatine bazarê, behsa bihayê tiştên bazarê kirin û gotin ku ew ji ber bihabûnê tiştan bi deyn distînin.

Ji ber bilindbûna enflasyona li Tirkiyeyê bihayê her tiştekê zêde dibe. Enflasyona 2026an jî bilind bû û li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bihayê her tiştekê zêde bû. Ji ber zêdebûna mesrefên jiyanê, kirêyan û zamên li ser xurekên bingehîn, xelkê Wanê adetên xwe yên kirîn û firotinê jî guhartin. Li bajêr ji bilî pêdiviyên neçarî hemû xercikirin hatine rawestandin. Ji bihabûnê li bazar û kolanan sarbûn û bêdengiyek serwer bûye.

Welatiyen Taxa Esenlerê ya Wanê yên ji bo dan û standinê diçin bazarê, behsa rewşa xwe ya aborî kirin.

Hayriye Demîr anî ziman ku ji ber bihabûnê ew di kirîna tiştan de zehmetiyan dikşînin û got: “Em nikarin amadekariya xwe ya zivistanê bikin. Par ji vê salê çêtir bû, ev sal zêdetir bihabûn heye. Her tiştî zem tê ser, her hefte û mehê biha dibin. Ji ber vê yekê me amadekarî ji bo zivistanê nekiriye.”

‘Em nikarin kîloyek sebze ji zarokên xwe re bibin’

Habîbe Sezener jî li ser bazarê û aboriyê behsa bihayê benzîn, zebze û zerzewat kir û diyar kir ku ew nikarin kîloyek zebze bibin ji zarokên xwe re. Habîbe Sezener destnîşan kir ku debar nabe, xaz, ceyran û av pir biha bûne û xwedîkirina xwendekaran bi mûçeya pîrîtiyê pir zehmet e.

‘Li welatekî hilberîn tune be, bihabûn û qeyran hene’

Haşim Ozgul bi lêv kir ku ji aliyê aboriyê pirsgirêkên mezin li bajêr hene û anî ziman ku ne tenê bazar biha bûne, her tişt biha bûye. Haşîm Ozgul bi bîr xist ku kîloya kartolan bûye 60-70 Lîre û wiha pê de çû: “Mazot li Îranê çi qasî şer jî hebe lîtreya wê Lîreyek e, lê li Tirkiyeyê 100 Lîre ye. Çandin û hilberîn tune ye, ji ber vê yekê her tişt li milê Antalyayê tê vir. Her wiha ji ber bihabûna mazotê tiştên li vir biha dibin. Welatekî hilberîn tê de nebe, bihabûn û qeyran heye. Min payîzê torbeyê arvan dikirî 1000 Lîreyan, niha bûye 1500 Lîre.”

‘Ez tiştan deyn dikirim’

Haşim Ozgul di berdewamiya axaftina xwe de diyar ki ku li welat kar tune ye, di nava bajêr de bi hezaran ciwan û kal ji ber bêkariyê di qehwexaneyan de rûdinên. Haşim Ozgul diyar kir ku temînata qanûnî tune ye, ew bêkar e û wiha got: “Tiştan dikirim û hefteya din pereyê wê didim. Rewşa gelê me gelek dijwar e, gel tê bazarê tiştan deyn distîne û dihêle hefteya din. Ev jî xizanîya gelê me nîşan dide. Gelo ev qedera me gelê Kurd e?”

Destvala vegeriya mala xwe

Mevlude Agal li ser amadekariyên zivistanê da zanîn ku ew ji bo zivistanê şûşeyên melemenê û tirşî çêdikin û dixine sarincê diqerisînin ji bo zivistanê. Mevlude Agal diyar kir ku zebze pir biha bûye û ev tişt got: “Ez dixwazim fasûliyan bistînim lê firoşkar 70-80 Lîre dibêje ji bo kîloya wan, ji ber wê nikarim bikirim.”

Qumrî Karaman destnîşan kir ku ew ji bo zivistanê kartol, dolme û keleman bistîne hatiye bazarê û da zanîn ku bihayê wan zêde ye jî lê ew neçar e bistîne.

‘Em neçar in amadekariyên zivistanê bikin’

Rihavza Akdag li ser rewşa bazarê da zanîn ku ew ji bo zivistanê hatine xiyar, fasûlî, bacan û tiştên tirşî pê tê çêkirin bistînin û got: “Wekî din em ê şûşeyan bikirin. Em ê bipirsin ka bihayên wan çiye, lê ez dizanim biha ne. Ma em çi bikin, em mecbûr in ji bo zivistanê amadekariya xwe bikin.”

Feyrûz Akdal jî li ser amadekariyên xwe û bihayê tiştan ramanên xwe wiha anî ziman: “Bi rastî me amadekariya zivistanê nekiriye ji ber ku her tişt giran e, kar tune ye û zarokên me hemû bêkar in. Em ê çawa debara xwe bikin, em nizanin wê çawa debar bikin. Mînak min kîloyek bacan kirî 100 Lîre pere ye, kîloyek xiyar 100 Lîre ye û bi rastî zebze zehf biha ye.”

‘Par li gorî îsal çêtir e’

Sabriye Hazir jî ji bo şûşeyan çêbike hatibû dan û standinê. Sabriye Hazir derbarê bihabûnê de da zanîn ku îsal rewş pir xerab e û ev tişt anî ziman: “Em hatine tiştan ji bo qonserveyan bistînin lê zebze biha ye, her tişt biha ye. Par rewş li gorî vê salê baştir bû. Li gorî dilê xwe tiştan biha dikin, arvan bûye 1500 Lîre û em nikarin 2 caran jê nan bipêjin.”

Etîket: BazarbihabûndeynkirinenflasyonFeyrûz AkdalHabîbe SezenerHaşim OzgulHayrîye DemîrMevlude AgalRihavza AkdagSabriye Hazir
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Esnafên Hala Êlihê: Gel nikare bikire, em nikarin bifiroşin

Esnafên Hala Êlihê: Gel nikare bikire, em nikarin bifiroşin

26 TEBAX 2026
Elafên Êlihê: Hemaltiyê em dikin dewlet û bazirgan qezenc dikin

Elafên Êlihê: Hemaltiyê em dikin dewlet û bazirgan qezenc dikin

24 TEBAX 2026
Enflasyona meha Tîrmehê hat eşkerekirin

Enflasyona meha Tîrmehê hat eşkerekirin

3 TEBAX 2026
Zêr dîsa biha bû, lê çima?

Zêr dîsa biha bû, lê çima?

30 TÎRMEH 2026
‘Heya pergal negûhere rewşa teqawîtan baş nabe’

‘Heya pergal negûhere rewşa teqawîtan baş nabe’

3 TÎRMEH 2026
Li Amedê kelecana cejnê kêm e: Her kes xweziya xwe bi cejnên berê tîne

Li Amedê kelecana cejnê kêm e: Her kes xweziya xwe bi cejnên berê tîne

24 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Karê ‘celweşînî’ ber bi tunebûnê ve diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê bi navê Şiyar Çîçek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Deng û pênûsa jinan Jinnews bû 9 salî: Bilindkirina dengê jinan girîngiyeke jiyanî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guler Coşkûn: Rihê Cahît 20 qat ji qalibê wî mezintir bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Wanî: Ji ber bihabûnê em tiştan bi deyn distînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne