• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Parazvanên mafên mirovan rapora îşkenceya polîsan aşkere kir

Amed /AW

19 SIBAT 2025 - 18:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Hevseroka Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê Hatîce Îsmaîloglû, rapora tundî û îşkenceya ku di xwepêşandanên li dijî tayînkirina qeyûm de derketin holê, aşkere kir û got: “Di mudaxeleyan de herî kêm 55 welatî birîndar bûn û rastî îşkencê hatin.”

Baroya Wanê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê, Komele Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê û Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) têkildarî tayînkirina qeyûm û îşkenceya ku polîsan li welatiyan kirî raporek parve kir. Saziyên mafên mirovan rapor, li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê aşkere kirin. Nûnerên her çar saziyan jî tev li daxuyaniyê bûn. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, saziyên sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn.

‘Welatî rastî îşkenceyê hatin’

Hevseroka Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê Hatîce Îsmaîloglû, rapor xwend û diyar kir ku di 15ê Sibata 2025an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve di saetên sibê de qeyûm li Şaredariya Wanê hat tayînkirin. Hatîce Îsmaîloglû, anî ziman ku welatiyên Wanê jî di çarçoveya çarçoveya peymanên navneteweyî de ku Tirkiye jî alîyek e û di çarçoveya azadiya raman de bi awayekî aştiyane çalakiyên xwe yên nobedariyê didomandin. Hatîce Îsmaîloglû, bi lêv kir ku welatiyên ku bi awayekî aştiyane çalakiyên xwe dikirin, ji aliyê polîsan ve rastî tundî û îşkenceyê hatin.

‘Hestiyê 20 kesan şikandine’

Hatîce Îslamoglû da xuyakirin ku di encama vê tundiya derqanûnî ya polîsan de, binpêkirinên giran ên mafên mirovan rû dane û ji rayeya bikaranîna hêzê ya ku di qanûnên gerdûnî û qanûnên welat de hatiye diyarkirin, derbas bûye. Hatîce Îsmaîloglû bi domdarî wiha got: “Bi taybetî îşkence û muameleya xerab, binpêkirinên giran û ên mafên mirovan pêk hatin. Ji 15ê Sibata 2025an heta îro destwerdan û astengiyên polîsan yên keyfî li ser bicîanîna maf û azadiyên bingehîn û binpêkirina mafên mirovan berdewam in. Di encama vê muameleya keyfî û xerab de gelek welatî rastî lêdan, çêr, heqaret, kaşkirina erdê, kelepçekirina li pişt û hwd. re rû bi rû mane. Di encama mudaxeleyan de herî kêm 55 welatî ji cihên cuda yên laşê xwe, ser û sîngê ku cihên jiyanî ne, birîndar bûn û welatî rastî îşkence û muameleya xerab hatin. Birînên herî kêm 20 kesan şikestina hestî ye.”

‘Nehiştin welatî bi parêzeran re bişewirin’

Hatîce Îslamoglu, anî ziman ku ji bilî binçavkirinên bêhiqûqî heta îro bi giştî 348 kes hatine binçavkirin û got: “Welatiyên ku di 15’ê Sibatê de hatin binçavkirin, tevî daxwaza parêzeran jî bi awayekî derhiqûqî destûr nehat dayîn. Nehiştin welatî bi parêzeran re bişêwirin û hin welatî jî bi gotina ‘Heke hûn bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin hûn ê 3 rojan di bin çavan de bimînin’ hatin tehdîdkirin. Îşkence û muameleya xerab di îfadeyan de hatine qeydkirin. Her wiha di nav kesên hatin binçavkirin de 70 zarok jî hene û ji bo 5 jê zarok bi giştî 44 kes biryara girtinê hat dayîn û 76 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û avahiya DEM Partiyê ya Wanê hatin dorpêçkirin û rêveberên şaredariyê yên hilbijartî, rêveberên partiyê, parlamenter û welatiyên li vir rastî gaza îsotê, ava tazîklî û guleyên plastîk hatin.”

‘6 rojnameger hatin binçavkirin’

Hatîce Îslamoglu, bi domdarî ev tişt got: “Dîsa parlamenter, hevşaredar û hilbijartiyên ku li bajêr bi awayekî aştiyane xwepêşandan kirin û meşiyan, ji aliyê polîsan ve bi mertalan hatin dorpêçkirin û hewl hat dayîn ku têkiliya wan bi gel re bê qutkirin. Dîsa polîsan li hemberî hilbijartiyan tundî pêk anîn û di vê çarçoveyê de Hevşaredar, Parlamenter û hin kesên din ên hilbijartî ji cihên cuda yên laşê xwe birîndar bûn. Xwepêşandanên aştiyane yên ku li deverên curbicur ên bajêr hatin lidarxistin, bêyî ti hişyarî bên kirin, ji aliyê polîsan ve rastiyê mudaxaleyê hatin. Kûç û kolan bêkar man, jiyana bazirganiyê li bajêr bandorek neyînî dît, esnafên li navenda bajêr neçar man cihên xwe yên kar bigirin û jiyana bazirganî hate astengkirin. Di van geşedanan de ji aliyê polîsan ve rê li ber şopandina nûçeyan hat girtin û 6 rojnameger hatin binçavkirin.”

‘Em ê li dijî îşkenceyê bisekinin’

Hatîce Îslamoglû diyar kir ku tişta hatiye kirin binpêkirina herî dijwar a maf û azadiyan ji aliyê dewletê ve ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Azadiya derbirînê hatiye binpêkirin, mafê xwepêşandan û meşê ji aliyê dewletê ve hatiye astengkirin, ewlekariya şexsî û azadiya kesane hatiye binpêkirin, qedexeya îşkence û muameleya xerab hatiye binpêkirin. Bi nehiştina parêzer û mafê darizandina adil karê xwe bikin û pêkanînek ne hiqûqî hatiye kirin. Em diyar dikin ku em ê li dijî binpêkirinên mafan û bêhiqûqiyên ku di vê pêvajoyê de rû didin bisekinin, ji bo pêvajoyên qanûnî yên pêwîst li dijî berpirsyaran bimeşînin, em ê serî li hemû rayedarên xwedî hiqûq bidin û em bang dikin ku tavilê dev ji rawestandina binpêkirina mafên mirovan a ji aliyê dewletê ve bê berdan.”

Etîket: Baroya WanêHatice ÎslamogluÎHDîşkenceQeyûmTÎHV
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Malbata Kabaîş: Me wekaleta bi Baroya Wanê re betal kir   Baro: Ragihandin û şopandin zehmet bûye

Malbata Kabaîş: Me wekaleta bi Baroya Wanê re betal kir
Baro: Ragihandin û şopandin zehmet bûye

28 HEZÎRAN 2026
Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

27 HEZÎRAN 2026
Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

27 HEZÎRAN 2026
‘Polîtîkayên îşkence û zextê pêşî li Kurdistanê tên ceribandin’

‘Polîtîkayên îşkence û zextê pêşî li Kurdistanê tên ceribandin’

27 HEZÎRAN 2026
ÎHD û TÎHV: Divê dawî li îşkenceyê bê anîn

ÎHD û TÎHV: Divê dawî li îşkenceyê bê anîn

26 HEZÎRAN 2026
ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

25 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne