Colemêrg – Şêniyên Taxa Baglarê ya navenda Colemêrgê bertek nîşanî rêveberiya qeyim dan ku bi hefteyan e av bi awayek rêkûpêk nayê dayîn û ew mexdûr dibin û dan zanîn ku kes nîn e ku pirsgirêka wan çareser bike.
Li navenda Colemêrgê pirsgirêka avê ku bûye krîzek giştî û mezin jiyana rojane ya welatiyan serûbin dike. Li bajêr ji ber bê berpirsiyariya rêvaberiya qeyim û xebatên xemsar yên veguhertina şebekeyên xeta avê gelek tax bi hefteyan e bi pirsgirêka avê re rûbirû mane. Li taxan welatî neçar dimînin ku avê bi dorveger bistînin.
Welatiyên li Taxa Baglarê dijîn bertekên tund nîşanê polîtîkayên bêbaldarbûn yên rêveberiya qeyim dan û xwestin bi lez û bez ev pirsgirêk bê çareserkirin.
Rojê tenê saetek avê didin taxê
Şêniya ji taxê Amîna Ozdemîr da diyar kirin ku gelek rojan ava taxê qet nayê û car car bi qasî 1-2 saetan têne avê didin. Amîna Ozdemîr pirsgirêkên xwe yên ji ber bêavbûnê dikşînin wiha anî ziman: “Avê nadin me, ji ber vê em ne dikarin xwarinê çêkin ne jî dikarin paqijiya xwe ya rojane bikin. Ev e du/sê hefteye ev rewş berdewam dike. Av, herî dawî duh ne pêr hatibû, em zehmetiya bêavbûnê dikêşin. Ne mixtarek ne jî kesek heye ser rewşa me bisekine. Daxwaza min ev e ku pirsgirêka me ya avê demildest bê çareserkirin.”
Bêavbûn jiyana rojane dixitimîne
Şêniya taxê Bahar Turan jî behsa zehmetiyên bêavbûnê kir û gilî û gazindeyên xwe wiha vegot: “Rojê 1-2 saetan tenê avê didin me. Em nikarin makîneya cilşûştinê bikarbînin û nivînen xwe bişon. Em vê rewşê radigihînin bo şaredariyê lê avê venakin. Daxwaza min ev e ku ava me bê û wesayîtên vegûhestinê yên şaredariyê bên taxa me jî. Em car car du satean pitir ser rê benda wesayîta şaredariyê dimînin.”
Qeyimê Colemêrgê dengê gel nabihîze
Niştecihê taxê Selîm Dayan ku 45 sal e li Taxa Baglarê dijî jî bal kişand ser rewşa taxê ku bi salane pirsgirêka av û rêyan berdewam e û ev tişt got: “Îsal bi qasî 30 daxwazname me dan şaredariyê heta ku rêya me çêkirin, lê rê tengav e û binasazî nîne, lewma av tê ser rê. Her du rojan carekê avê didin me, ev jî tenê saetekî didin. Car car jî hema qet nayê. Ava didin me jî şêlî ye û kirm nav de ye, nayê vexwarin. Ne mixtar ne jî şaredarî guh nadin daxwaza me. Valî jî hatibû taxê, gotibû em ê pirsgirêka we çareser bikin lê çênekirin. Daxwaza min ev e ku wesayîtên gel yên şaredariyê bi berdewamî bên taxê, ava me her roj bidin me, binesaziya taxê bêne sererast kirin.”
‘Misqala avê li malê nîne’
Şêniya taxê Sureyya Tûran behsa tengasiyên ji ber bêavbûnê dikşînin kir û anî ziman ku bêavbûn li ser jiyana rojane bandoreke neyînî dike. Sureyya Tûran wiha pê de çû: “Xwesûya min nexweş e û li nav nivînan e. Divê ez serê wê bişom, lê misqala avê li malê nîne. Ez ê xwarinê çêbikim lê dîsa av nîne. Em bi vê rewşê gelek zor û zehmetiyê dikşînin. Ava me herî dawiyê du roj berê hatibû, aniha jî av tune. Ne mixtar ne jî kesek din li ser rewşa me nasekine. Daxwaza min ev e ku av bêt.”
‘Ferq û cihêkarî tê kirin’
Şêniyê taxê Mikaîl Taş jî qala heman rewşa bêavbûnê kir ku rojê têne saetek av didin wan û diyar kir ku di belavkirinê avê de jî ferq û cudahî tê kirin. Mikaîl Taş da zanîn ku avê didin taxên din, lê tenê saetek avê didin wan û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Bi ava saetekî ez cilan bişom, paqijiya malê bikim û depoya avê tejî bikim bo rojeke din? Ez çi bikim, çi nekim? Avê bi dorveger didin. Em kom bibin û biçin gilî bikin, wê ji me re bêjin ma taxa we de mixtar tune ye? Lê mixtar tiştekî nake. Daxwaza min ev e ku pirsgirêka avê bê çareserkirin û avê wekhev bidin me.”
‘Em xeta berê dixwazin’
Şêniyê taxê Ahmet Yalçin jî behsa xemsariya şaredariyê kir û nerazîbûna xwe wiha anî ziman: “Gotin em ê xeta avê biguherînin lê em her bê av dimînin. Ev e 5 roj e ava me nayê. Em xeta berê dixwazin, xeta nû em naxwazin ji ber ku em bê av man e. Ez bendê me ku av bê da bikarim baxçeyê xwe av bidim lê hêj av ne berdane.”
‘Kes guh nade me’
Niştecihê taxê Ahmed Alkan jî diyar ku piştî xeta nû ya şebeka avê ev e 3-4 roj e ava wan qet nayê û ev yek anî ziman: “Piştî çêkirina xeta nû gelek cihan xortûmên avê teqiyan lê kes nehat ser nesekinî. Xeta berê du rojan carekê av dihat lê ev e ya nû hema qet nayê. Em diçin ji kaniyan bo xwe avê tînin. Em diçin şaredariyê dibêjin em ê çêbikin lê çênakin. Kes guh nade me. Li ser girê taxê şantiyeya keviran heye wesayîtên mezin tên û diçin û rêyên me tepiqandine. Rêyên me jî xerab in. Daxwaza min ev e ku şaredarî van pirsgirêkan çareser bike.”






















