Sermuzakerevanê Îranê û Serokê Meclîsa Îranê Bakir Galîbaf ragihand ku Tehranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kiriye.
Sermuzakerevanê Îranê û Serokê Meclîsa Îranê Bakir Galîbaf ragihand ku Tehranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê ya stratejîk şertên xwe yên pêwîst pêşkêşî Amerîkayê kiriye.
Galîbaf ji televîzyona dewletê ya Îranê re axivî û diyar kir ku divê Amerîkayê sozên xwe bi cih bîne, bersivê bide mercên Îranê, naxwe vegera li rewşa beriya şer û jinûve vekirina tengavê nepêkan e.
Rayedarê Îranê ragihand ku wan peyamên xwe bi rêya welatên ku navbeynkariyê dikin bi rengekî eşkere gihandine Washingtonê.
Sê şert
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariyê ya Neteweyî ya Îranê Mûhsîn Rezaî rojek berê diyar kiribû ku Îranê daxwazên xwe bi rêya Qatarê gihandiye Amerîkayê.
Sê şertên bingehîn ên ku Îran destnîşan dike bi vî rengî ne:
– Şer li hemû eniyan biqede
– Malên Îranê yên hatine cemidandin bêne berdan
– Dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser Îranê bê rakirin.
Di vê navberê de Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê Mûhsîn Nakvî roja Yekşemê serdana Tehranê dike. Pakistan yek ji wan welatan e ku ji bo kêmkirina rageşiyê di navbera Îran û Amerîkayê de navbeynkariyê dike.













