Li bajarê Kohatê yê wîlayeta Hayber Pahtunhva ya Pakistanê, di êrîşeke bombeyî ya li ser mizgefteke navenda polîsan û pevçûna piştî wê de herî kêm 31 kes hat kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Kohatê yê wîlayeta Hayber Pahtunhva ya Pakistanê ku nêzîkî sînorê Afganistanê ye, li mizgefteke navenda polîsan êrîşeke bi bombeyan hate kirin. Di êrîşê de herî kêm 31 kes hatin kuştin ku ji wan 16 kes jî polîs in.
Êrîş di dema nimêja Înê de pêk hat. Wesayîteke tijî teqemenî li ber deriyê mizgeftê hate teqandin. Piştî teqînê, kesên çekdar hewl dan ku bikevin hundirê parka polîsan û ji ber vê di navbera polîs û êrîşkaran de şer derket.
Rayedar ragihandin ku herî kêm 50 birîndar veguhestine nexweşxaneyê. Lê çavkaniyên ku ji Al Jazeerayê re axivîn jî gotin ku hejmara birîndaran herî kêm 75 kes in.
Ji ber teqînê zirarên mezin gihîştin mizgeftê û dîwarê derve yê navenda polîsan jî herifî. Dengê teqînê li herêmên derdorê jî hate bihîstin.
Koma girêdayî TTPê êrîş girt ser xwe
Koma bi navê Îttîhadul Mucahîdîn ku girêdayî TTPê (Tevgera Talîban a Pakistanê) ye, êrîş girt ser xwe. Hate diyarkirin ku ev kom bi fermandarê Talîbanê Hafiz Gul Behadir re di pêwendiyê de ye.
Rayedarên Pakistanî êrîş piştrast kirin û ragihandin ku di pevçûnê de herî kêm 6 êrîşkar hatine kuştin.
Li herêmê êrîş zêde bûn
Bajarê Kohatê nêzîkî sînorê Afganistanê û Vezîristana Bakur e. Li vê herêmê di demên dawî de êrîşên çekdarî zêde bûne.
Rojek beriya êrîşa li Kohatê, li herêma Hanguyê jî li dijî karvanekî leşkerî êrîşeke bi bombeyan hatibû kirin û di wê êrîşê de 6 leşker hatibûn kuştin.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf êrîş şermezar kir û ferman da ku xebatên rizgarkirinê leztir bikin.













