* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku bi derengîxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike û wiha got: “Birêz Ocalan dibêje divê gav zû bên avetin. Di hevdîtina dawî de jî diyar e ku sistbûna pêvajoyê bala birêz Ocalan jî kişandiyê û dibêje divê ev yek bê derbaskirin û bi hev re gav bên avetin.”
* Endamê Tevgera Azadiyê Simko Batman di sala 2024an de li Herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê şehîd dikeve. Dayika wî Şukriye Acar derbarê şehadeta kurê xwe de diyar kir ku ew dixwazin aştiyeke mayînde çêbibe û her kes ji vê aştiyê sûdê werbigire û wiha got: “Em dixwazin êdî xwîn neyê rijandin. Serê min bi rêya kurê min bilind e.”
* Ridvan Korkmaz di sala 2015an de li dijî hovitiya DAIŞê ya li ser gelê Kobanê tev li Tevgara Azadiya Kurdistanê dibe. Dayika Ridvan Korkmaz, Meryem Korkmaz da zanîn ku kurê wê Ridvan kesekî dilovan û canfedayê hevalên xwe bû û wiha got: “Li dijî êrişên li ser Rojava û Kobanê bêdeng nema, xatir ji me xwest û tev li têkoşîna azadiyê bû.”
* Welatiyên Rihayê û Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di destpêka sala nû ya perwerdehiyê de diyar kirin ku divê dewlet berpisyariya xwe bîne cih, asîmîlasyonê bide rawestandin û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê nas bike.
* Sekreterê Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Lokman Babat bal kişand ser bêstatuya zimanê Kurdî û diyar kir ku daxwaza wan sereke ev e ku Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê û got: “Divê qada siyasî zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane.”
* Dayikên Şemiyê derbarê biryara demborî ya di doza Ridvan Karakoç ê ku di sala 1995an de hatibû binçavkirin û kuştin, dê daxuyanî bide. (13:00)
* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) bi boneya vebûna dibistanan û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê dê ji Xaçerêya Dortyolê ya Êlihê heta Parka Yilmaz Guney meşekê li dar bixe û daxuyaniyê bide. (18:00)
* Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê dê bi dirûşma “Zimanê Kurdî Xeta Me Ya Sor e” ji ber kargeha Ncityê heta Parka Koşûyolûyê ji bo perwerdehiya bi zimanê Kurdî meşekê li dar bixe. (17:00)









