• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Egîtîm-Sen: Divê perwerdeya zimanê zikmakî bi qanûnan bê mîsogerkirin

    Egîtîm-Sen: Divê perwerdeya zimanê zikmakî bi qanûnan bê mîsogerkirin

    Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parlamenterê Fransî ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan re serlêdan kir

    Parlamenterê Fransî ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan re serlêdan kir

    ‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

    ‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

    Newroz Uysal Aslan: Bila astengiyên li pêşiya Kurdî bên lêkolînkirin

    Newroz Uysal Aslan: Bila astengiyên li pêşiya Kurdî bên lêkolînkirin

    Hesabê Instagramê yê Ajansa Jinnewsê hat rawestandin

    Hesabê Instagramê yê Ajansa Jinnewsê hat rawestandin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Egîtîm-Sen: Divê perwerdeya zimanê zikmakî bi qanûnan bê mîsogerkirin

    Egîtîm-Sen: Divê perwerdeya zimanê zikmakî bi qanûnan bê mîsogerkirin

    Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parlamenterê Fransî ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan re serlêdan kir

    Parlamenterê Fransî ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan re serlêdan kir

    ‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

    ‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

    Newroz Uysal Aslan: Bila astengiyên li pêşiya Kurdî bên lêkolînkirin

    Newroz Uysal Aslan: Bila astengiyên li pêşiya Kurdî bên lêkolînkirin

    Hesabê Instagramê yê Ajansa Jinnewsê hat rawestandin

    Hesabê Instagramê yê Ajansa Jinnewsê hat rawestandin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

Amed / AW

15 ÎLON 2026 - 14:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Encamên pêşbirka 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ku îsal DFG li dar dixe, hatin eşkerekirin. Nûçegihanên me Nedîm Orûç û Heval Onkol jî di beşa nûçeyên Kurdî de hêjayî xelatê hatin dîtin.

Encamên pêşbirka 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ku îsal Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) li dar dixe, hatin eşkerekirin. Di pêşbirkê de di beşên Nûçeya Kurdî, Nûçeya Tirkî, Wêne, Nûçeya Dîtbarî (Video) û Karîkatûrê de û ji bo bîranîna Huseyîn Aykol jî “Xelata Rûmetê ya Azadiya Çapemeniyê” hatin dayîn. Di beşa Nûçeya Kurdî de nûçegihanê me Nedîm Orûç, di beşa Nûçeya Tirkî de nûçegihanên Evrenselê Fîlîz Gazî û Ozlem Temena, nûçegihana Yenîyaşamê Reyhan Hacioglû û nûçegihana Bîanetê Tûgçe Yilmaz, di beşa nûçeya dîtbarî de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Emrûllah Acar, di beşa Wêneyî de rojnameger Ardil Batmaz, di beşa karîkatur de Mahmût Ûlûsan ê li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê tê ragirtin hêjayî xelatê hatin dîtin. Her wiha xelata Mansiyonê ya Nûçeya Kurdî nûçegihana me Heval Onkol, xelata Mansiyonê ya Wêneyî rojnameger Sûltan Kiliç wergirt. Rojnameger Îrfan Aktan jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hate dîtin. Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Huseyin Aykol ku îsal dê cara ewil bê dayîn, ji Komeleya Yekîtî, Çand Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrguşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER) hate dayîn.

Daxuyaniya DFGê ya têkildarî encamên pêşbirka 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê wiha ye:

“Ji bo pêşbirka ku rojnamegeran eleqeyeke mezin nîşan da, îsal bi giştî 72 serlêdan hatin kirin. Her berhema ku ji bo pêşbirkê hatiye şandin, di warê parastina çapemeniya azad û rastiyê de ji bo me bi qîmet e. Em ji bo ked û eleqeya wan spasiyên xwe pêşkêşî hemû rojnamegerên ku serlêdan kirine dikin.

Ji ber zêdebûna serlêdanan, endamên juriyê di dema pêvajoya nirxandinê de hinekî zehmetî kişandin. Piştî nirxandineke hûr û kûr, di Beşa Nûçeyên Tirkî de sê berhem hatin xelatkirin û her wiha biryar hat girtin ku Xelata Taybet a Juriyê jî bidin berhemekî.

Di Beşa Nûçeyên Kurdî û Beşa Wêneyan de jî li gel xelata yekeminiyê, Xelata Mansiyonê hate dayîn. Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Huseyin Aykol ku îsal dê cara ewil bê dayîn, ji Komeleya Yekîtî, Çand Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrguşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER) hate dayîn.

Serlêdanên îsal careke din nîşan dan ku tevî hemû zext û zehmetiyan jî, israra rojnamegeran a ji bo domandina pîşeya xwe û gihandina rastiyê ya ji raya giştî re berdewam dike. Eleqeya mezin a ku ji bo pêşbirkê hatiye nîşandan, her wiha girîngiya jiyandina rojnamegeriyê û çanda çapemeniya azad jî derdixe holê.

Weke DFG, em hemû rojnamegerên ku hatine xelatkirin pîroz dikin û spasiyên xwe pêşkêşî hemû hevkarên ku beşdarî pêşbirkê bûne dikin. Merasîma xelatdayînê dê di 23yê Îlonê roja Çarşemê saet di 19.00an de li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê ya li navçeya Bajarê Nû ya li Amedê bê lidarxistin.

NÛÇEYA TIRKÎ

Xelata Yekeminiyê: RASTIYA QEZAYÊN KU BI WINDAKIRINA ORGANÊN DI FABRÎKAKAYAN DE / EVRENSEL / FÎLÎZ GAZÎ / OZLEM TEMENA

Derbarê Nûçeyê de: Rêzenûçeya bi navê “Rastiya qezayên ku bi windakirina organên di fabrîkayan de” di rojnameya Evrenselê de di 4, 5 û 6ê Tîrmeha 2026an de weke sê beşan hat weşandin. Rêzenûçeya ku ji aliyê Fîlîz Gazî û Ozlem Temenayê ve hate amadekirin; qezayên kar ên ku di fabrîkayan, maden û avahiyan de diqewimin, jiyana karkerên ku di encama van qezayan de organên xwe winda kirine û pirsgirêkên hiqûqî, aborî û civakî yên ku piştre pê re rû bi rû dimînin digire dest. Di nûçeyan de bal tê kişandin ser pirsgirêkên wekî kêmasiya tedbîrên ewlehiya kar, bikaranîna makîneyên kevn, xebitandina karkeran a di şert û mercên xeternak de bi armanca ku hilberîn raneweste û qezenceke zêdetir bê bidestxistin, kêmasiya kontrolkirinê û xebata bêsîgorte.
https://www.evrensel.net/haber/5990977/fabrikalardaki-uzuv-kayipli-kaza-gercegi-1-bolum-kopan-elimi-fabrikanin-bahcesine-gommusler

Xelata Duyemîn: ÇIYAYÊN KURD TÊN TALANKIRIN / YENÎ YAŞAM / REYHAN HACIOGLÛ

Derbarê Nûçeyê de: Nûçeya ku ji du beşan pêk tê, bi armanca nexşekirina komkujiya xwezayê ya ku li Kurdistanê diqewime û derxistina daneyeke komî hatiye çêkirin. Ev nûçe bi wê armancê hat çêkirin ku nîşan bide ku tabloya pir kûr û giran a komkujiya xwezayê ya ku demeke dirêj e li Tirkiyeyê diqewime, bi taybetî bi pêvajoyê re li Kurdistanê ketiye meriyetê û digel qadên madenê yên hatine firotin lê hê nehatine xebitandin, di salên pêş de dê li erdnîgariyê hema bêje ti qadên jiyanê ji bo mirovan nemîne.
https://yeniyasamgazetesi9.com/kurdistanda-ekolojik-soykirim-projeleri/ (1. BÖLÜM)
https://yeniyasamgazetesi9.com/satilmadik-yer-desilmedik-dag-kalmadi/ (2. BÖLÜM)

Xelata Sêyemîn: MAMOSTAYA JIN A TRANS ZOE HEDEF HAT NÎŞANDAN, JI KAR HATE DERXISTIN / BÎANET / TÛGÇE YILMAZ

Derbarê Nûçeyê de: Bi nûçeya bi navê “Mamostaya jin a trans Zoe hedef hat nîşandan, ji kar hate derxistin” ku di 9ê Tîrmeha 2026an de di Bîanetê de hat weşandin, binpêkirina gelek mafên ku mamoste Zoe Lila jiyan kir, anîn rojeva raya giştî.
https://bianet.org/haber/trans-kadin-ogretmen-zoe-hedef-gosterildi-isine-son-verildi-321323

Xelata Taybet a Juriyê: LI ÇIYAYÊN QENDILÊ SÊ ROJ /ESKPRESS / ÎRFAN AKTAN

Kazanımların izinde, gelecek zamanın peşinde

NIRXANDINA JURIYÊ

JURÎ: Alî Dûran Topûz, Candan Yildiz, Farûk Bîldîrîcî, Mahmût Bozarslan, Ozlem Akarsû Çelîk, Serdar Altan

Xelata yekeminiyê, bi nûçeya bi navê “Rastiya qezayên ku bi windakirina organên di fabrîkayan de” Filîz Gazî û Ozlem Temenayê ku ji rojnameya Evrenselê ne, qezenc kirin. Nûçeya ku karkerên ku di qezayên kar de organên xwe windakirine ber biçav dike, di pêvajoya hilberînê de derketiye holê ku bedenên karkeran çawa weke amûr tên bikaranîn û karker û malbatên wan di warê hiqûqî, aborî û civakî de rastî çi cure pirsgirêkan tên, hêjayî xelata yekeminiyê hate dîtin.

Nûçeya bi navê “Çiyayên Kurdan tên talankirin” a Reyhan Hacioglû ya ji rojnameya Yeni Yaşamê jî xelata duyemîn girt. Nûçeya ku bi bêdengbûna çekan û bi pêvajoya ku li pey wê re hat re talana xwezayê ya li bajarên Kurdan, projeyên lêgerîna madenan ên ku hejmara wan zêde dibe û pirsgirêkên di raporên ÇEDê de derxist holê, ji ber ku bû nîşaneya ku di serdema nû de erdnîgariya têkoşîna ekolojîk dê çawa birefireh bibe, hate dîtin ku hêjayî xelata duyemîn e.

Nûçeya bi navê “Mamostaya jin a trans Zoe hedef hat nîşandan, ji kar hate derxistin” a Tûgçe Yilmaz a ji Bianetê xelata sêyemîn girt. Nûçeya navborî ya Tûgçe Yilmazê, ji ber ku nîşan da ku li hemberî LGBTIQ+an çawa zextên sîstematîk hatine meşandin û qadên wan ên jiyanê çawa hatine tengkirin, hate dîtin ku hêjayî xelatê ye.

Juriyê, îsal “Xelata Taybet” da nûçeya Îrfan Aktan a bi navê “Li Çiyayên Qendîlê sê roj ” ku ji 1+1 Expressê ye. Ji ber ku pêvajoya aştiyê û ramanên milîtanên PKKê yên li Qendîlê li gel çavdêriyên objektîf xiste nava rêzikan û mînakek serkeftî ya teknîka hevpeyvînê nîşan da, hate dîtin ku hêjayî Xelata Taybet a Juriyê ye.

Nûçeya Kurdî

Xelata Yekeminiyê: NEDÎM ORÛÇ – AJANSA WELAT

Serenavê Nûçeyê: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê (6 dosya)

Derbarê Nûçeyê de: Rojnameger Nedîm Orûç, di nûçeya xwe ya ji şeş dosyayî de lîstik û têkiliyên qirêj ên ku AKPê li Şirnexê pêş xistine, bi belgeyan derxistiye holê.

Dosye 1: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê Şaredarê AKPî welatî hem xapand hem jî da girtin

XELATA MANSIYONÊ

HEVAL ONKOL – AJANSA WELAT

Serevanê Nûçeyê: YADO Û TÊLÎ XANIME PÎYA AMEYÎ QIRKERDENE

Îsmet Konak: Yado û Têlî Xanime pîya ameyî qirkerdene

NIRXANDINA JURIYÊ

Jurî: Botan Germiyanî, Elîf Can Alkan, Mehmet Alî Ertaş, Munever Karademîr, Tûrabî Kîşîn, Zinar Yildiz

Nûçeya Kurdî ya Yekemîn

Nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Nedîm Orûç, bi nûçeya dosye ya bi sernavê “Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê” Xelata Yekemîn heq kir.
Nedîm Orûç bi vê nûçeya xwe rastiya Şaredariyên AKPê, dek, dolab û nelirêtiyên wan belge kir û derxist holê. Bi van dosyayên kêkolînî rastiya ruyê şaredariyên AKPê ronî kiriye. Ji ber refleksa nûçeyan, hewldana lêkolîn û lêgerînê û pir aliya mijarê hêjayî xelatê hat dîtin.

Nûçeya Kurdî ya Mansiyonê

Nûçegîhana Awê Heval Onkol bi nûçeya “Îsmet Konak: Yado û Têlî Xanime pîya ameyî qirkerdene” ku ji nivîskar û rojnameger Dr. Îsmet Konak, der barê cîroka Yado û Têlî Xanime agahî girtiye û rastî ronî kiriye, hêjayî Xelata Mansiyonê hat dîtin.

Xelata Nûçeya Dîtbarî (Vîdeo)

Emrûllah Acar – Ajansa Mezopotamyayê

Navê Nûçeya Dîtbarî: Di 88 saliya xwe de li pey kevirekî gorê ji Strazburgê ber bi Cûdî ve

Naveroka Nûçeyê: Rojnameger Emrûllah Acar bi kameraya xwe belge kir ku Fatîme Uluş a 88 salî ya ku 20 sal in li gora kurê xwe digere, bi cihazê bêhnvedanê û li pey wêneyê kevirê gorekê ji bajarê Fransayê Strazburgê 4 hezar û 600 kîlometre rê hat û derket Çiyayê Cûdî yê li Şirnexê.

https://www.mezopotamyaajansi44.com/search/content/view/319929?page=1&key=1a8ef85ffda2547e33853c14b24cb7e5

NIRXANDINA JURIYÊ

Jurî: Banû Guven, Heval Arslan, Kazim Kizil, Kesîra Onel, Tûrgût Dedeoglû

Di encama nirxandinê de; bi biryara hevpar a endamên juriyê, nûçeya Emrûllah Acar a bi navê ‘Kevirê Gorê yê Şikestî’ ji ber ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk a li Tirkiyeyê ji cihê xwe yê herî girîng girtiye, her wiha ji ber keda rojnameger, baldariya wî ya li ser hûrgiliyan û vegotina wî ya sade, hate dîtin ku hêjayî xelatê ye. Fatime Uluş a 88 salî ku 20 sal in li gora kurê xwe yê di pêvajoya şer de jiyana xwe ji dest daye digere û tevî ku êdî bi cihaza bêhnvedanê ve girêdayî ye jî, ji bo ji bajarê Fransayê Strazburgê bigihe Çiyayê Cûdi yê li Şirnexê derketiye rêwîtiyeke 4 hezar û 600 kîlometreyî, bi tenê bixwe çîrokeke bidîmen ya xurt pêk tîne. Rêwîtiya karavanê, têkoşîna fizîkî ya dayikeke pîr, wêneya kevirê gorê ya di destê wê de û hewldana gihiştina Çiyayê Cûdî ew berhemên xurt in ku dikarin rasterast bi dîmen bên nîşandayîn.

Yek ji aliyên herî bi bandor ê nûçeyê ew e ku ev rêwîtî ne tenê lêgerîna gorekê ye. Daxwaza Fatîme Uluş a gihîştina axa kurê xwe û bêhnkirina axa wî, rewşa nediyariyê ku xizmên windayan bi salan e jiyan dikin, mafê şînê û bîranînê dîtbar dike. Ji ber vê yekê çîrok ji êşa kesane wêdetir e û balê dikişîne ser birîna civakî ya ku serdemên şer li pey xwe hiştine.

Ji aliyê rojnamegeriya dîtbariyê ve dramaturgiyeke dîtbarî ya xurt a çîrokê heye: Rêwîtiya ku ji Strazburgê dest pê dike, mesafeya 4 hezar û 600 kîlometreyî, karavan, wêneya kevirê gorê, cihazê bêhnvedanê û Çiyayê Cûdî… Dikare çîrokeke rê ya xwezayî were avakirin ku temaşevanan ji destpêkê heta dawiyê dibe. Bi taybetî gotinên dayikê bixwe û tiştên ku di dema rêwîtiyê de jiyan kiriye, nûçeyê ji dosyayeke ku ji derve tê vegotin diguhere û dike çîrokeke ku temaşevan rasterast şahidiya wê dike. Rewşa gora ku kurê wê lê hatî veşartin, ya ku di pêvajoya 2013an de hatibû çêkirin û piştî 2015an hatibû bombekirin, tîne bîra mirov ku aştî niha li ser kîjan bingehê tê avakirin. Astengên ku di beşa dawî ya hewldana gihiştina gora zarokê xwe yê ku 20 sal berê di şer de winda kiriye de derketine pêşiya wê, wekî ku behsa astengên ku îro li ser riya aştiyê derketine pêş an jî wekî ku kevirekî riya aştiyê hê nehatiye danîn dike. Ji xeynî ku bibe çîrokeke ku di nûçeya nivîskî de dikare were vegotin, bi saya vîdyoyê xwedî taybetmendiyeke nûçeyê ye ku dikare rêwîtiyê bixwe bide jiyankirin ji temaşevanan re; dikare hest, cîh, beden û bîranînê bi hev re berbiçav bike.

XELATA WÊNEYÎ

Ardil Batmaz – Rojnamegerê Serbest

Navê Berhemê: Di bin roniya windayan de

Agahiya Berhemê: Wêne, piştî serdema şer a 42 salan di merasîma bîranînê ya girseyî de hatiye kişandin. Jina di nava kadrajê de (Remziye Bûlût), bi wêneya keça xwe (Yeter Bûlût-Melsa GORSÊ) ya ku di pêvajoya şer de winda kiriye, li ser hembêza xwe, xemeke hevpar a civakê hildigire. Ronahiya xwezayî ya ku ji paş ve diherike, hem bîranîna giran a raboriyê û hem jî hewldana domandina jiyanê ya kesên ku li paş mayî ne sembolîze dike.

Xelata Mansiyonê

SÛLTAN KILIÇ – Dokuzsekîz Haber

Navê Berhemê: Ji bo Rojînê edalet

Agahiya Berhemê: Komîteya Ji bo Rojînê Edaletê di 30ê Çileya 2026an de li Enqereyê li pêşiya Wezareta Dadê ji bo Rojîn Kabaişê çalakî li dar xist.

NIRXANDINA JURIYÊ

Jurî: Gulşîn Ketencî, Aylîn Kizil, Mehmet Masûm Suer, Bulent Kiliç, Ozcan Yaman, Abdûrrahman Gok

Di encama nirxandina juriyê de; ji ber ku xwedan kompozîsyoneke dîtbarî ya xurt e ku di merasîma bîranînê ya girseyî ya li Parka Koşuyolû ya Amedê piştî pêvajoya şer hat lidarxistin de hatiye kişandin û di heman demê de xemeke kûr, fedakarî, bîranîna civakî û hesta berxwedaneke bêdeng di nava xwe de dihewîne, endamên juriyê wêneyê Ardil Batmaz ê bi navê “Di Bin Roniya Windayan de” hêjayî xelatê dît. Endamên juriyê di wê baweriyê de bûn ku tîrêja rojê ya ku ji paş ve di nava wêneyê de diherike, tevî hemû trajedî û xemê jî lêgerîn-hêviya edalet, aştî û pêşerojeke ronî ya kesên li paş man sembolîze dike; bi bedewiya rûyê dayîkê ya bi êş û wêneyê di destê wê de, mijara edalet, windahî û şînê bi zimanekî gerdûnî tê vegotin.

Juriya Wêneyan di encama nîqaşên ku meşandin de biryar da ku Xelata Mansiyonê bidin wêneyê Sûltan Kiliç a ku rojnamegeriya serbest dike ya bi navê “Ji bo Rojînê edalet.” Pankarta bi nivîsa “JI ROJÎNÊ RE EDALET” ya ku li Enqereyê li pêşiya Wezareta Dadê hate hilgirtin, nîşan dide ku êşeke kesane çawa vediguhere têkoşîneke civakî. Girseya bibiryar ku li pêşiya avahiya edliyeyê ya xwedan kolonên bi heybet û sar li hev kom bûye, balê dikişîne ser wê yekê ku edalet bi serê xwe nayê, divê ji bo wê têkoşîn bê dayîn, bi vî rengî di nava temaşevanan de hişmendiya lêgerîna maf çêdike. Wêneyê Sûltan Kiliçê vê qêrîna kûr a li dijî kuştinên jinan, daxwaza xurt a li hemberî pergala dadê û îradeya jiyandina bîranîna canên windabûyî tomar dike, di heman demê de hestekî tund ê empatiyê û serhildaneke mafdar çêdike.

XELATÊ KARÎKATURÊ

MAHMÛT ÛLÛSAN – GIRTÎGEHA EREGLIYÊ

Navê berhemê: Voltran Voltran Voltran

NIRXANDINA JURIYÊ

Jurî: Asli Alpar, Erceren, Ronî Batte

Me berhem li gorî reseniya fikrê, hêza henekê, kompozîsyon, nîgar û sadebûna peyamê nirxandin. Xebata Erhan Yaşar a bi navê “Babalik” bi kompozîsyona xwe ya xurt û bikaranîna rengan, xebata Mehmet Bogatekîn jî bi vegotina xwe ya sade û gerdûnî derketin pêş.

Lê belê, me ji ber reseniya fikrê û heneka wê ya xurt xebata Mahmût Ûlûsan balkêş dît.

Xebata Mahmût Ûlûsan di heman demê de xwedan fîkrekî xurt e ku têkoşîna jinan diyar dike û rûmet dide wê.

Bi van aliyên xwe ve, berhema Mahmût Ûlûsan ji bo xelata yekeminiyê derket pêş.

XELATA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ YA HUSEYÎN AYKOL

Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Huseyin Aykol ku îsal dê cara ewil bê dayîn, ji Komeleya Yekîtî, Çand Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrguşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER) hate dayîn. MEBYA-DER bi armanca piştevaniya bi xizmên kesên ku di dema têkoşîna demokrasiyê û azadiyê de di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane re xebatên xwe dimeşîne.

Etîket: dîmenjurîKurdînûçerojnamegerîtirkîWêneXelat
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hesaba Instagramê ya JINNEWSê hat girtin

Hesaba Instagramê ya JINNEWSê hat girtin

6 ÎLON 2026
Malpera ‘Şehîdên Me’ hate astengkirin

Malpera ‘Şehîdên Me’ hate astengkirin

28 TEBAX 2026
Wêneyê Abdullah Ocalan li ser sûrên Amedê hat daliqandin

Wêneyê Abdullah Ocalan li ser sûrên Amedê hat daliqandin

22 TEBAX 2026
Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

29 TÎRMEH 2026
Xelata Soran Mame Heme dan Îlham Ehmed

Xelata Soran Mame Heme dan Îlham Ehmed

22 TÎRMEH 2026
Wêneyên têkildarî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî derketin holê

Wêneyên têkildarî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî derketin holê

8 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 9ê ÎLONA 2026an

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne