• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Amedsporê derbarê bilêdan de daxuyanî da: 100 hezar serlêdan çêbûn

Amed / AW

12 ÎLON 2026 - 14:34
Kategorî: SPOR
A A
Amedsporê derbarê firotina bilêdên maçên xwe de ku di demên dawî de bûn mijara nîqaşê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û hûrgiliyên belavkirina bilêdan bi raya giştî re parve kir.

Firotina bilêdên Amedsporê yên li sehaya xwe di demeke kurt de diqedin. Ev rewş di nava raya giştî ya futbolê de bû sedema nîqaşan. Li ser van nîqaşan, Amedsporê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Amedsporê destnîşan kir ku di pergala Passoyê de ji aliyê wan ve tu pirsgirêkeke teknîkî yan îdarî tune ye û firotin li gorî rêzikan tên meşandin.

Di yek carê de 100 hezar serlêdan çêbûn

Amedsporê ragihandin ku di dema destpêkirina firotina biledên maça Amedspor-Îstanbûl Başakşehîr FKyê de, tenê ji bo rûpela vê maçê zêdetirî 100 hezar kesî di heman demê de xwestine bikevin pergalê. Ji ber vê hejmar û daxwaza zêde, bilêd di demeke pir kurt de qediya ne.

Kapasîteya stadyûmê û hejmara bilêdan

Amedsporê diyar kir ku kapasîteya bikarhêner a stadyûmê bi giştî 30 hezar 481 kes e lê nayê wateya ku ev hejmar di her maçê de ji bo firotina bilêdan tê vekirin.

Belavkirina vê kapasîteya 30 hezar 481 kesan bi vî rengî ye:

“Kombîneyên hatine firotin: 12 hezar û 923

Loca: 511

Protokol: 357

Tribuna Çapemeniyê: 432

Bilêdên ku bi giştî hatine firotin: 9 hezar û 254

Kontenjana Koma Alîgiran: 2 hezar 600 (Li pişt Kaleya Başûr û quncê Başûrrojhilat)

Kontenjana Tîma Mêvan: hezar û 518

Tribuna Astengdaran: 160

Qada ji neçariyê ji TFFyê re hatiye veqetandin: 85

Midûriyeta Werzişê û Ciwanan a Bajar: 410

Personelên Ewlehiyê: 200

Çalakiyên Berpirsiyariya Civakî û Îstîşareyê: 150

Sponsorî: 20

Xebatkarên Kulûbê û Lîstikvan: 136 (Tîma A, binesazî û tîma jinan)

Delegasyon: 288

Qadên Ewlehiyê û Tamponê: 1 hezar 437

Ji Bo Ewlehiyê Hezar û 437”

Beşek ji wan hezar û 437 koltukên ku ji aliyê yekîneyên ewlehiyê ve ji bo tedbîran hatine veqetandin, li gorî şert û mercên maçê dikarin dîsa werin vekirin û bên firotin.

9 Hezar û 254 bilêd hatin firotin

Ji bo maça Amedspor-Îstanbûl Başakşehîr FKyê, di qonaxa ewil de hejmara bilêdên ku ji bo firotina giştî hatine vekirin 9 hezar û 254 hebin.

Daxwaza bilêdan a alîgiran

Amedsporê da zanîn ku ji bo ku bilêd bi awayekî adilane bigihin destê zêdetirî alîgiran, mafê kirîna bilêdê yê her kesî ku berê 5 bû, daxistine yek kesî. Amedsporê her wiha hişyar kir ku hin kes bi rêya medyaya civakî alîgiran dixapînin, ji ber vê yekê divê alîgir li derveyî kanalên fermî tu carî bilêdan nexwazin û serî li qenalên fermî bidin.

Etîket: Amedsporspor
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Amedspor bî şampîyon û vejîya Super Lîg

The Guardianê pesnê Amedsporê da: Tişta Amedsporê taybet dike nasnameya wê ye

12 ÎLON 2026
Amedspor li sehaya xwe 535 roj in têk naçe

Amedspor li sehaya xwe 535 roj in têk naçe

12 ÎLON 2026
Alîgirên Amedsporê 1,4 milyon lîre zirar dan tîma xwe

Alîgirên Amedsporê 1,4 milyon lîre zirar dan tîma xwe

7 ÎLON 2026
Alîgirên Amedsporê li ber BBPê pankarta ‘Hûn kor bin jî hûn ê bibînin’ vekirin

Alîgirên Amedsporê li ber BBPê pankarta ‘Hûn kor bin jî hûn ê bibînin’ vekirin

4 ÎLON 2026
Li Baybûrtê li dijî alîgirên Amedsporê êrişa nijadperest

Li Baybûrtê li dijî alîgirên Amedsporê êrişa nijadperest

3 ÎLON 2026
Alîgirê nijadperest ê Trabzonsporê hate binçavkirin

Alîgirê nijadperest ê Trabzonsporê hate binçavkirin

2 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne