Înisiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di daxuayniya vê heftê de bal kişand ser rewşa girtiye nexweşê giran Mehmet Elçe û diyar kir ku tevî rapora astengdariyê jî Mehmet Elçe yê 61 salî nayê berdan û xwest demildest bê berdan.
Înisiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 627emîn a çalakiya xwe de têkildarî rewşa girtiyê nexweş Mehmet Elçe di Girtigeha Tîpa Ryê ya Xerpetê de tê ragirtin li Kolana Sakaryayê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parêzvanên mafê mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, divê girtiyên nexweş demildest bên berdan” hate rakirin. Girseya ku tev li daxuyaniyê bû dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd îşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe” berz kir.
Metna daxuyaniyê ji aliyê hevserokê şaxa ÎHDyê ya Enqereyê Omer Faruk Yazmaci ve hat xwendin.
‘Tevî rapora ji sedî 90 astengdar e jî nayê berdan’

Omer Faruk Yazmaci diyar kir ku gelek nexweşiyên Mehmet Elçe hene û wiha qal kir: “Rewşa nexweşiyên Mehmet Elçe yê 61 salî pir alî û giran in. Di girtîgehê de nexweşiya penceşera mideyê lê peyda bû. Bi ameliyatê mideya wî girtine. Her wiha nexweşiyên wî yên weke KOAH, diyabet, hipertansiyon, mezinbûna prostatê jî hene. Du caran enjiyo bûye û felç derbas kiriye. Damarên mejiyê wî jî xitimîne û ji ber felcê aliyê wî yê çepê naxebite. Mehmet Elçe girêdayî kursiyê bi teker jiyana xwe didomîne. Ji ber prostatê di îdrarê de pirsgirêk dikişînê. Herî dawî di 7ê Îlonê de ew ji ber êşa mîdeyê rakirinê nexweşxaneyê û tedawiya wî didome. Divê rewşa Mehmet Elçe bi awayekî rêk û pêk bê şopandin. Di Nexweşxaneya Bajar a Fethî Sekîn a Xerpetê de ji bo Mehmet Elçe rapora astegndariya bi sedî 90 amadekiriye. Saziya Tipa Edlî jî ji ber van nexweşiyên wî diyarkiriye ku ‘ew bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne’ lê tevî raporê jî bi hinceta cezayê muebetê giran nayê berdan. Divê Mehmet Elçe demildest bê berdan. Girtina wî ne li gor mafê jiyanê û rûmeta mirovahiyê ye. Divê li gor raporên hatine dayîn înfaza wî bê taloqkirin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan dawî bû.













