• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Besê Erzincan: Şoreşa Kurdistanê tenê bi şoreşa azadiya jinê re dikare serbikeve!

Navenda Nûçeyan / AW

12 ÎLON 2026 - 08:56
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endama Koordînasyona KJKê Besê Erzîncan diyar kir ku heqîqeta civak, jiyan û azadiyê rasterast bi femkirina heqîqeta jinê ve girêdayî ye. Erzîncan anî ziman ku felsefeya Jin Jiyan Azadî formuleke gerdûnî ya rizgarî û avakirina jiyana nû ye û wiha got: “Têgeha xwebûnê bingeha xeta azadiya jinê ye. Şoreşek ku jin tê de neyê azadkirin, nikare civakê azad bike. Jiyana komînal û avakirina civaka demokratîk bêyî vîn û tevlîbûna jinê nayê fikirîn. Têkoşîna navxweyî û paqijbûna ji bandorên pergala serdest ji bo her alîgirê azadiyê pêdiviyeke teqez e.”

Endama Koordînasyona KJKê Besê Erzîncan di hejmara 8emîn a Kovara Ozgur Halkê de bi gotara xwe ya bi sernavê “Jin Jiyan Azadî: Heta Heqîqeta Jinê Nayê Famkirin Heqîqeta Civakê Nayê Famkirin” felsefeya xwebûnê, guherîna kesayet û rola pêşengiyê ya jinê di nav têkoşîna azadiyê de bi kûranî dinirxîne. Erzîncan di nivîsa xwe de destnîşan dike ku heqîqeta civak, jiyan û azadiyê rasterast bi femkirina heqîqeta jinê ve girêdayî ye.

‘Têgeha xwebûnê bingeha xeta azadiya jinê ye’

Besê Erzîncan di destpêka gotara xwe de balê dikişîne ser girîngiya naskirina xwebûnê û destnîşan dike ku avakirina ferd û civaka azad tenê bi zihniyeta xwebûnê pêkan e. Besê Erzîncan anî ziman ku xwebûn berî her tiştî rizgariya ji hişmendiya serdest a mêr û pergalên paşverû ye. Besê Erzîncan wiha dinivîse: “Ji bo ku jin azadiya xwe ya rastîn ava bike, pêwîst e berê xwe bide cewher û dîroka xwe û ji nû ve xwe şirove bike. Li gorî gotarê, xwebûn ne tenê sekneke ferdî ye, di heman demê de xwedîderketina li nirxên exlaqî û politîk ên civakê ye.”

‘Şoreşa Kurdistanê di cewherê xwe de şoreşa jinê ye’

Têkildarî mijarê Besê Erzîncan anî ziman ku ji bo serkeftina têkoşîna azadiya Kurdistanê, pêşengiya jinê û xeta azadiya jinê merceke bingehîn e. Erzincan dinivîse ku şoreşek ku jin tê de neyê azadkirin, nikare civakê azad bike û tu carî nabe şoreşeke civakî ya rastîn. Besê Erzîncan van nirxandinan dike: “Şoreşa Kurdistanê ji roja yekem ve li ser esasê azadiya jinê bi pêş ketiye û îro jî ev pîvan girîngiya xwe diparêze. Pêşxistina şoreşê û garantîkirina paşerojeke demokratîk tenê bi pêşengiya birdozî û rêxistinî ya jinê gengaz dibe.”

‘Avakirina kesayetiya şoreşger ked û fedakariyê dixwaze’

Di gotarê de Besê Erzîncan rexneyên girîng li ser formên kesayetê yên kevneşop û kapîtalîst dike û girîngiya avakirina kesayetiya nû ya şoreşger ronî dike. Di nivîsê de tê diyarkirin ku guherîna zihniyete û nûjenkirina kesayetê ne proseye ke hêsan e; kedeke domdar, rexne û xwerexnekirinê dixwaze. Di nivîsê de ev nirxandin cih digirin: “Kesayetiya ku li dijî paşverûtiyê û zayendperestiyê têkoşînê nede, nikare bibe pêşengê pêvajoyên azadiyê. Ji ber vê yekê, rojane têkoşîna navxweyî û paqijbûna ji bandorên pergala serdest ji bo her alîgirê azadiyê pêdiviyeke teqez e.”

‘Diruşma Jin Jiyan Azadî felsefeyeke cîhanî ye’

Yek ji mijarên sereke yên ku di gotarê de li ser tê rawestandin, belavbûn û kûraniya felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ye. Besê Erzîncan diyar dike ku ev diruşm tenê peyvek an jixweberiyek nîne, formuleke gerdûnî ya rizgarî û avakirina jiyana nû ye û wiha didomîne: “Felsefeya ku di nav vê diruşmê de neşir dibe, îro sînorên herêmê derbas kirine û bûye çavkaniya îlhamê ji bo hemû tevgerên azadîxwaz ên cîhanê. Girêdana rastîn a di navbera jin, jiyan û azadiyê de tîpolojiya herî rast a jiyana hevgirtî û demokratîk nîşanî mirovahiyê dide.”

‘Rola azadiya jinê di nav jiyana komînal de sereke ye’

Besê Erzîncan destnîşan dike ku jiyana komînal û avakirina civaka demokratîk bêyî vîn û tevlîbûna jinê nayê fikirîn. Gotar wiha didome: “Di dabeşkirina xebatê, biryardarî û birêvebirina jiyana civakî de nirx û nêzîkatiyên jinê garantiya pîvanên demokratîk in. Tevlîbûna jinê ya di hemû qadên komûnal de rê li ber hişmendiya burokratîk û serdest digire û rihê hevgirtinê xurt dike. Pratîzekirina avakirina komînal tenê bi hişmendiyeke ku azadiya jinê dixe navenda xwe dikare bi ser bikeve. ”

‘Tekûziya biryardariyê û garantiya pêşeroja azad’

Di dawiya nivîsê de Besê Erzîncan bal dikişîne ser biryardariya di xeta azadiyê de û sekna beramberî astengiyan. Besê Erzincan diyar dike ku berxwedana li dijî hemû êriş û zextên pergalê tenê bi rêya birêxistinbûn û biryardariya îdeolojîk bi ser dikeve. Erzîncan nivîsa xwe bi bangawaziya xurtkirina têkoşînê, kûrkirina hişmendiya xwebûnê û berfirehkirina xebatên azadiya jinê di hemû qadên jiyanê de bi dawî dike.

Etîket: Besê ErzîncanEndama Koordînasyona KJKêgotarOzgur Halkşoreşa jinêTêgîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Ganî Rayberê şarê kurdan azad bibo û bi azadîye sîyaset bikero’

Omer Hayrî Konar: Azadî nayê dayîn, tê bidestxistin

17 COTMEH 2026
Muzaffer Ayata: Hevsengiyên hêzên herêmî û bandora wan a li ser Rojhilata Navîn

Muzaffer Ayata: Hevsengiyên hêzên herêmî û bandora wan a li ser Rojhilata Navîn

5 COTMEH 2026
Helîn Umît: Nêzdîbîyayîşê ke Rayberî teber ra verdanê, vera ruhê prosesî yê

Hêlîn Umît: Berxwedana Îmraliyê peymana civakî ya sedsala nû afirand

3 COTMEH 2026
Ergîn Atabey: Duh zû bû, sibê dereng e, niha dema wê ye!

Ergîn Atabey: Duh zû bû, sibê dereng e, niha dema wê ye!

24 ÎLON 2026
Mahîr Dogan: Ji sêdarê ber bi maseya mizakereyê ve xeta berxwedanê biser ket

Mahîr Dogan: Ji sêdarê ber bi maseya mizakereyê ve xeta berxwedanê biser ket

17 ÎLON 2026
Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne