• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
12 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Gelê Rojava ji bo şehîd Sîpan daketin qadan

    Gelê Rojava ji bo şehîd Sîpan daketin qadan

    Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

    Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

    Tekoşîn Amed li ser gora xwe hat bîranîn

    Tekoşîn Amed li ser gora xwe hat bîranîn

    Roja duyemîn a bîranîna Sêrtê bi serdanên girseyî bi dawî bû

    Roja duyemîn a bîranîna Sêrtê bi serdanên girseyî bi dawî bû

    Davût Avci piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

    Davût Avci piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

    Otomatik taslak

    Bîranînên Serhedê bi dawî bûn: Ew dê hertim rêya me ronî bikin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Gelê Rojava ji bo şehîd Sîpan daketin qadan

    Gelê Rojava ji bo şehîd Sîpan daketin qadan

    Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

    Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

    Tekoşîn Amed li ser gora xwe hat bîranîn

    Tekoşîn Amed li ser gora xwe hat bîranîn

    Roja duyemîn a bîranîna Sêrtê bi serdanên girseyî bi dawî bû

    Roja duyemîn a bîranîna Sêrtê bi serdanên girseyî bi dawî bû

    Davût Avci piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

    Davût Avci piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

    Otomatik taslak

    Bîranînên Serhedê bi dawî bûn: Ew dê hertim rêya me ronî bikin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

Navenda Nûçeyan / AW

11 ÎLON 2026 - 12:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê şehîdên tevgera azadiyê ya Kurdistanê bi girseyî têne bibîranîn. Girseyên ku tev li bîranîna dibin dilsoziya xwe bi şehîdan re tînin ziman û hestên malbatan parve dikin.

Amed

Bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li eywana dawetê ya Geterler a li navçeya Rezan a Amedê bernameya bîranînê tê lidarxistin. Bernameya bîranînê di roja duyemîn de berdewam dike. Malbatên cangoriyan, parlamenterên DEM Partiyê, endam û reveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl ên civakî tev li bernameya bîranînê bûn. Li ser maseyan wêneyên cangoriyan û gul hatin danîn. Li eywanê pankartên “Şehîd Namirin”, “Em bi we serbilind in cangoriyên Kurdistane” û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Di roja duyemîn a bîraninê de gel bi serdanên girseyî re hestên malbatan parve dikin û ji malbatan re sersaxiyê dixwazin. Girse bênavber dirûşmên “Şehîd Namirin” berz dike.

Sêrt

Endamên Tevgera Azadiyê yên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de di dîrok û li cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, di roja duyemîn de li Eywana Dawetê ya Ûgûrê ya Sêrtê bi awayekî girseyî tên bibîranîn. Malbatên şehîdan, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî yên bajêr û gelek welatî tev li bernameya bîranînê dibin. Li eywana ku bîranîn lê heye, posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hatin daliqandin. Her wiha wêneyên şehîdan bi rengên kesk û sor û zer hatin xemilandin. Pankartên bi nivîsên “Cewherê jiyana me şehîdên me ne”, “Em şehîdên xwe naspêrin axê dispêrin dilê xwe”, “Têkoşîna wan rêya me ronî dike”, “Em deyndarê şehîdên xwe ne, şehîdên me rûmeta me ne”, “Şehîdên me pêşeroja me ne”, “Xeyalên cangoriyan bi rêxistinbûyîn û xwedî derketinê pêkan e” û “Şehîd ronahiya rêya me ne” hatine daliqandin. Girseya serdana bîranînê dike, dema dikevin eywanê bênavber dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz dikin.

Bîranîn bi serdanên girseyî berdewam dike.

Riha

Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li Mala Şînê ya Rezanê ya Navçeya Eyyûbi, li taxa Sarayaltî ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê, li Mala Taziye ya Mustafa Dag û Wêranşarê Mala Şînê ya Silêman Nebatî bernameya bîranînê hat lidarxistin.

Bername bi deqeyeke rêzgirtinê û xwendina marşa “Çerxa Şoreşê” dest pê kir.

Salona ku merasîm lê tê lidarxistin, bi wêneyên kesên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Şehîd ronahiya rêya me ne” hat xemilandin.

Di bîranînê de girse bênavber dirûşmên “Rêya şehîd rêya me ye, Apo ye serokê me”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” berz kirin.

‘Em ê şehîdên xwe ji bîr nekin’

Di bernameya bîranînê de bavê Kendal Bager (Yusuf Tutal), Emîn Tutal kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Em ê şehîdên xwe tu carî ji bîr nekin. Rêberê me Rêbertî ye. Em şer naxwazin, em aştî dixwazin. Bila destê aştiyê li hewayê nehêlin. Şehîdên me dê di dilê me de bijîn.”

‘Em soz didin şehîd û Rêbertiya xwe’

Piştre xwişka Devrîm Denîz (Deniz Karakeçili), Çîgdem Karakeçili axivî û ev tişt anî zima: “Şehîdên me mîrata me ne. Em soz didin şehîd û Rêbertiya xwe ku em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Serê gelê Kurd û Kurdistanê sax be. Bi felsefe û paradîgmaya Rêbertiya xwe em li vir in. Heta ku Rêbertiya me azad bibe dê têkoşîna me berdewam bike. Şehîd namirin.”

Bername bi serdanên girseyî berdewam dike.

Şirnex

Li navenda Şirnexê û navçeyên Silopya, Elkê, Hezex û Qilebanê Bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) re ya Şirnexê ji bo şehîdên azadiyê yên ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane taziye hat danîn. Bi hezaran welatî serdana taziyeyan dikin.

Li navenda Şirnexê bîranîna cangoriyên azadiyê li Mala Şînê ya Mehmet Emîn Acar a li taxa Yeşîlyûrtê tê lidarxistin. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta ‘Şehîdên me rûmeta me ne’ hatin daliqandin. Bîranîna ji bo cangoriyên azadiyê bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Bi sedan welatiyên serdana bîranînê dikin bênavber dirûşma ‘Şehîd namirin’ berz dikin.

Qileban

Ji bo cangoriyên azadiyê li Mala Şînê ya li taxa Şantiyê ya gundê Roboskiyê taziye hat danîn. Wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ‘Şehîd rûmeta me ne’ û ‘Şehîd ronahiya rêya me ne’ hatin daliqandin. Bîranîna li vir bi rêzgirtina ji bo şehîdan hat destpêkirin û bi sedan welatî serdana bîranînê dikin.

Silopya

Bîranîna ji bo cangoriyên azadiyê li Mizgefta Valî Kamîl Acûn a li taxa Dîcleyê bi vegotina Çerxa Şoreşê dest pê kir. Li cihê bîranînê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên ‘Şehîd ronahiya rêya me ne’ û ‘Şehîd rûmeta me ne’ hatin daliqandin. Di bîranînê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ tên berzkirin.

Hezex

Li Mala Şînê ya Mizgefta Konûtan a li taxa Atanketê bîranîna ji bo cangoriyên azadiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Wêneyên cangoriyên azadiyê yên ku hatine aşkerekirin li cihê bîranînê bi gul û rengên keskesor hatin xemilandin. Her wiha wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ‘Şehîd ronahiya rêya me ne’ û ‘Şehîd rûmeta me ne’ hatin daliqandin. Bi sedan welatiyên hatine bîranînê dirûşmên ‘Şehîd namirin’ berz kirin.

Di bîranînê de Parlementera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan got ku divê ew li mîrateya têkoşîna wan xwedî derkevin û wiha axivî: “Ger îro gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bikaribe daxwaza mafên xwe bike ev yek bi saya şehîdan pêk tê. Bila serê hemû gelê Kurd sax be. Em ê şîna xwe veguherînin têkoşîna ji bo azadiyê.”

Elkê

Li gundê Germavê ji bo Endama YJA-Starê Sozdar Abî (Jînda Feraşîn) taziye hat danîn. Bîranîna ku li ber mala malbatê tê lidarxistin ji aliyê gelek welatiyan ve tê ziyaretkirin. Welatiyên ku tev li bîranînê bûn dirûşma ‘Şehîd namirin’ berz kir.

Stenbol

Bi hezaran kes tev li bernameyên bîranînan bûn. Tevî malbatên şehîdan, ji Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî û bi hezaran welatî tev li bernameyên bîranînê ya li DEM Partiya Esenlerê tê li darxistin bûn. Di eywana bîranînê de li ser maseyan wêneyên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qurnefîl hatin danîn û pankartên “Em şehîden rûmetê bi bîr tînin”, “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Têkoşîna wan rêya me ronî dike” û “Şehîd Namirin” hatin daliqandin.

Bernameya ji bo şehîdan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê malbatên şehîdan axivîn.

‘Bila serê gelê Kurd sax be’

Malbatên şehîdan diyar kirin ku şehîd şehîdê tevahî Kurdan in û gotin: “Bila serê gelê Kurd sax be, serê Rêber Apo sax be. Em bi şehîdên xwe serbilind in. Şehîd namirin. Bi saya şehîdan û Rêbertî pêvajoyekî hatiye destpêkirin. Divê em xwedî pêvajoyê derkevin û li dora Serokatî bibin yek.”

‘Şehîd gotin; em ê azad bijîn’

Paşê Mûrat Arslan ku piştî 31 salan ji girtîgehê derketiye diyar kir ku şehîd kirasên evînê li xwe kirine û got: “Serokatî gotibû ‘heqîqet evîn e, evîn jî jiyana azad e.’ Şehîdên me jî heqîqetê temsîl dike. Îro Serokatî pirsa ez çawa bijîm û nejîm dipirse. Şehîd jî bersiva van pirsa dan û gotin; em ê azad bijîn.”

Piştî axaftinan li sînevîzyon ku qala têkoşîna cangoriyan dikir, hate temaşekirin û bername bi xwendina mewludê berdewam kir.

Wan

Bîranîna ku bi pêşengiya Komeleya Yêkitî, Çand, Piştevanî û Alikariya ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEYAB-DER) ya Wanê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane yên li navçeyên Rêya Armûşê, Qelqelî ,Erdîş û gelek gundên Ebexê tên lidarxistn, di roja 2yemîn de didome. Bi deh hezaran welatî serdana bîranînê dikin û piştgiriya xwe ji bo malbatan nîşan didin.

Rêya Armûşê

Bîranîna li Eywana Vexwendinê ya Rûda ya li Taxa Karşiyakayê ku di roja duyemîn de ye, bi tevlibûna hezaran welatiyan berdewam dike. Ji serê sibê ve welatî bi girseyî tev li bîranînê dibin û sersaxiyê didin malbatên şehîdan. Welatî ji bo şehîdan diayan dikin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin.

Dayikên Aştiyê yên Wanê jî bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” tev li bîranînê bûn û di nava eywanê de meşiyan. Malbat û welatî jî tev li dayikan bûn û bi hev re qîr kirin.

Wê sibe li vir bernameyeke giştî ya bîranînê bi tevlibûna navçeyên din jî bê lidarxistin.

Erdîş

Bîranîna Erdîşê, li Eywana Vexwendinê ya Kavalyayê ku li Taxa Çelebîbagê xwe, di roja duyemîn de bi tevlibûna bi hezaran kesan berdewam dike. Di bîranînê de dem dem dirûşma “Şehîd namirin” tê berzkirin û li eywanê pankarta “Şehîdên me rûmeta me ne” hatiye daliqandin.

Di roja duyemîn de ciwanên Erdîşê bi pankart û wêneyên şehîdan tev li bîranîna şehîdan bûn û dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Wê sibe ji bo şehîdan li heman derê bernameyeke giştî ya bîranînê bê lidarxistin.

Qelqelî

Li Taxa Cûmhûriyetê ya navçeya Qelqeliyê jî ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane bernameya bîranînê tê lidarxistin. Dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên Platforma Saziyên Demokratîk û bi hezaran welatî tev li bûn. Eywana ku bîranîn lê hat kirin bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û bi pankarta “Şehîd Namirin” hat xemilandin.

Bernameya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin û piştre sînevîzyon hat temaşekirin.

Bîranîna li vir îro bi dawî bû û wê sibe tev li bîranîna giştî ya li navçeya Rêya Armûşê bibin.

Ebex

Li navçeya Ebexê jî malbatan li gundên Nezrave, Tikme, Kel û Selik şîn danîn. Şînên şehîdan bi serdanan di roja duyemîn de didome û piştre ew jî dê di 12yê Îlonê de tev li bîranîna giştî ya li navçeya Erdîşê ya Wanê bibin.

Dîlok

Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) li navçeya Şahînbeyê ya Dîlokê, li tesîsa Firatê ku li taxa Fıratê ye hatibû lidarxistin roja duyemîn de bi serdana berdewam dike.

Ji gelek deverên bajêr welatî, nûnerên rêxistinên civakî yên demokratîk û malbat beşdarî bîranînê bûn.

Li salona ku bîranîn têde tê lidarxistin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kesên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, hat daliqandin. Her wiha li salonê pankartên bi nivîsên “Şehîd namirin” û “Şehîdên me rûmeta me ne” jî cih girtin.

Bernameya bîranînê bi serdanên girseyî didome.

Etîket: şehîdên Amedêşehîdên Kurdistanêşehîdên Rihayêşehîdên Sêrtêşehîdên Şirnexêşehîdên tevgera azadiyî ya Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bîranîna şehîdên azadiyê çend wêne

Ji bîranîna şehîdên azadiyê çend wêne

11 ÎLON 2026
Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

30 TEBAX 2026
Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

27 TEBAX 2026
Li Bismilê şîna şehîdên azadiyê bi girseyî hat ziyaretkirin

Li Bismilê şîna şehîdên azadiyê bi girseyî hat ziyaretkirin

26 TEBAX 2026
Dê ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê sibê li Cizîrê şîn were danîn

Dê ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê sibê li Cizîrê şîn were danîn

25 TEBAX 2026
Li Stenbolê ji bo şehîdan şîn hat danîn

Li Stenbolê ji bo şehîdan şîn hat danîn

24 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Selçûk Mizrakli ji girtîgehê derket

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran roja yekem a bîranînên şehîdan bi dawî bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Remzî Azîzoglu: Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk, yek gotin: Em bi şehîdê xwe serbilind in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne