Piştî agirbesteke çar salan a bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî (NY), Yemen êrişên xwe birin li ser Erebîstan Siûdî û bajarê stratejîk ê peravê moheyê (Mokha) xistin bin kontrola xwe.
Pevçûnên di navbera tevgera Husiyan (Ensarullah) ya ku ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkirin û hêzên hikûmeta Yemenê ya ku ji aliyê Erebîstana Siûdî ve tê destekkirin, gihîştiye hat qonaxeke girîng. Husiyan bi êrîşên bejayî yên berfireh bajarê peravê yê stratejîk Moheyê (Mokha) li ser Deryaya Sor xistin bin kontrola xwe û rasterast ber bi Tengava Bab al-Mandabê ve pêşve diçin.
Di heman demê de, Husiyan êrîşên xwe yên asmanî li ser axa Erebîstana Siûdî pêk anîn. Hêzên koalîsyonê ragihandin ku di encama êrîşên Husiyan ên bi mûşek û dironan li ser binesaziyên sivîl û enerjiyê yên li bajarên mîna Abha, Xamîs Muşeyt, Cîzan û Necranê de herî kêm 73 kes birîndar bûne û tesîsên pargînkirinê yên petrolê ya Saudî Aramcoyê zirar dîtine. Li hemberî vê, firokeyên şer ên Siûdî herêmên di bin kontrola Husiyan de bi giranî bombebaran dikin.
Peymana Mekkeyê li ser kaxizê ma
Riyadê di qada dîplomatîk de Hevpeymaniya Parastina Deryayî ya Navdewletî ava kir ku bingeha wê li ser Hevpeymaniya Mekkeyê (Makkah Alliance) ava bûye. Armanca vê peyman û tifaqê ew bû ku ewlehiya korîdora Deryaya Sor dabîn bike û li hemberî dorpêçkirina deryayî ya Husiyan bibe mertal.
Lê belê, geşedanên dawî nîşan didin ku “Peymana Mekkeyê” di pratîkê de nekar e, û nekarî rê li ber êrîşên Husiyan bigire. Bi girtina bendera Moheyê re, Husiyan nîşan da ku ev peyman li ser kaxizê maye. Pisporên herêmî diyar dikin ku peymana navborî bêtirî parastineke pasîf e û nikarî wekî hêzekê çalak be.
Tifaqa Tirk û Ereban: Parastina statukoyê
Li hemberî vê krîza ku herêmê dikişîne nav agir, tifaqa sîyasî û leşkerî ya di navbera Tirkiye û welatên Ereb ên Kendavê de (bi taybetî Qeter û Erebîstana Siûdî) ketiye qonaxeke ceribandinê. Helwesta vê tifaqê li ser du xalên sereke dimeşe:

Yek ji van pêkanîna enerjiyê û rêyên ewle yên avê ye. Enqere û paytextên Ereban êrîşên Husiyan ên li ser tesîsên petrolê û keştiyên bazarganiyê bi tundî şermezar dikin. Ji bo tifaqa Tirk û Ereban, ewlehiya Deryaya Sor û Tengava Bab al-Mandab ji bo aboriya gerdûnî xeteke sor e. Erebîstana Siûdî niha ji Neteweyên Yekbûyî dixwaze ku li dijî Husiyan tevbîrên bandortir werin girtin.
Ya din Hevsengiya Polîtîkayên li dijî Îranê ye. Tirkiye her çend naxwaze rasterast bikeve nav şerekî fîzîkî yê li Yemenê jî di piştperdeyê de wek lojîstîkî û îstîxbaratî piştgiriya eniya Siûdî dike da ku bandora Îranê ya li ser sînorên herêmê lewaz bike. Lê belê, heta niha helwesta fermî ya vê tifaqê bêtir li ser bangewaziyên dîplomatîk û parastina statukoyê rawestiyaye.
Îran dixwaze şer demdirêj û berfireh bibe
Li gorî van geşedanan şerê li Yemenê êdî ne tenê şerekî navxweyî ye herwiha dibe aloziyeke stratejîk a li Rojhilata Navîn. Tehran, piştî ku stratejiya wê ya li Tengava Hurmizê rûbirûyî astengiyan maye, niha bi rêya Husiyan zextê li ser xala duyemîn a herî girîng a deryayî, anku Bab al-Mandabê zêde dike û dixwaze bi dirêjkirin, berfirehkirinê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bitengijîne û bandora xwe ya li ser herêmê mezin bike.
Husî dixwazin ku Siûd neçar bin ku vegerin ser peymana sala 2023an, ya ku kontrola Husiyan a li bakurê Yemenê qebûl dikir. Lê belê, Riyad ji ber peywendiyên xwe baweriya xwe bi Husiyan ku Îranê piştgiriya wan dike naîne.
Ji bo gelê Yemenê, ev rûdana nû tê wateya karesateke hov a mirovî. Rêxistinên navdewletî hişyariyê didin ku heke şer bi vî rengî berdewam bike, dê bi milyonan zarok bi birçîbûn û nexweşiyan re rûbirû bimînin.













