• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

Ugur Dînler / AW

11 ÎLON 2026 - 10:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Zimanzan Zana Farqînî bertek nîşanî hedefgirtina tabelayên bi Kurdî da û ev tişt gotin: “Ev ji xwe mafekî bidestxistî yê vî gelî ye. Ev ne helwesteke mirovî ye, ne jî demokratîk e. Ew kesên ku dibêjin em xwişk û birayê hev in, divê rêz li heqê xwişk û biratiyê bigirin.”

Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de ji raya giştî re ragihand du sal li pey xwe hişt. Tevger û siyaseta Kurd her çiqas ji bo pêvajo bi silametî bigihe encamekê hewl bide jî nijadperest û aliyên ku naxwazin pêvajo bi aştiyê encam bibe hene. Roj derbas nabe ku nijadperest li dijî zimanê Kurdî û nasnameya Kurdî êrîş nekin û zimanê Kurdî hedef negirin. Ev çend rojên dawî li medyaya civakî ji siyasetmedarên nijadperest bigire heya kes/alî û tevgerên nîjadperest li ser zimanê Kurdî êrişan pêk tînin.

Tabelayên îstîqametê yên bi Kurdî û Tirkî yên li Amedê û guherîna ku Wezareta Perwerdeya Neteweyî di bernameya dersa bijarte ya Kirmanckî de çêkiriye, bi peywendîdarkirina pêvajoya nû ya çareseriyê ve bûne mijara nîqaşê. Rojnameya Sozcuyê tabelayên istiqametê yên duzimanî yên li Amedê bi nûçeyeke bi serenavê “Encamên berbiçav ên pêvajoyê, tabelayên Kurdî ne” belav kir. Parlamentera ÎYÎ Partiyê ya Edeneyê Ayyuce Turkeş Taş jî li ser medyaya civakî bertek nîşanî tabelayên duzimanî yên li Amedê da û ziman dirêjî kir. Her wiha li ser medyaya civakî gelek kes û aliyan jî bi hedef nîşandana zimanê Kurdî êrişî ziman û pêvajoyê kirin.

Li aliyê din tabelayên ku ji sala 2014an vir ve bi Kurdî û Tirkî hatine amadekirin, weke ku nû hatine amadekirin hatin nîşandan. Ev yek jî bêtehamuliya kesên nijadperest a li dijî gelê Kurd û zimanê Kurdî dide nîşandan. Zimanzan û lêkolîner Zana Farqînî têkildarî mijarê ji Ajansa Welat (AW) re axivî

‘Ev ne helwestek mirovî ye, ne jî demokratîk e’

Zana Farqînî da zanîn ku çawa mafê her gelî heye ewqas jî mafê gelê Kurd heye û ziman jî yek ji van mafan e û ev tişt gotin: “Ji perwerdeya zimanê dayikê bigire heya di her warê qada jiyanê de ziman meseleyeke bingehîn e. Em dibînin dema behsa pêvajoya aştiyê tê kirin helwestek çêdibe, ew kesên xêrnexwaz ên ku dixwazin civakê berî hev bidin û bi helwestên xwe yên faşîzan ên înkarker, qedexeker dixwazin pêvajo pêş nekeve. Ev meseleya ku em bêjin bikaranîna ziman, heya navê gund û bajaran ne meseleya îro ye. Gava ku Tirkiye dixwest bikeve nav Yekîtiya Ewropayê di wî warî de li ser rêyan, navên gundan bi du zimanan hatiye nivîsandin. Meseleya nîşandana wan cihên ku li ser tabelaya trafîkê û nivîsandina bi Kurdî ya ku hinek kesan aciz dike ne mijara îro ye. 10 sal zêdetir e ku ew nivîs li cihê xwe ne, gava ku qeyim hatin ser şaredariyê jî ev tabela li cihê xwe bûn, kesî destê xwe nedayê. Ji ber ku ev ji xwe mafekî qezenckirî bidestxistî yê vî gelî ye. Ev ne helwestek mirovî ye, ne jî demokratîk e. Ew ê ku dibêjin em xwişk û birayê hev in, divê rêz li heqê xwişk û biratiyê bigirin.”

‘Hewldanên ku dixwazin civakê tevlihev bikin hebin jî divê mirov di ya xwe de biisrar be’

Zana Farqînî diyar kir ku armanca wan kesan bêtahemûliya li dijî ziman û nasnameya Kurdî ye û wiha pê de çû: “Heger ji dil û giyan bûna, bi salan e Tirkperestiyê dikin, heman tiştî ji Almanyayê dixwazin, mesele ji Sûriyeyê ji bo Tirkmenan dixwazin. Çima gava ku Kurd mafê xwe yê xespkirî ji dest digirin, xwe neyar dikin? Sedema vê yekê eşkere ye. Bêtehamûliya li dijî Kurdan e. Heger ku rastbin, divê mirov bi rastiya xwe hebûna xwe biparêze û bi rastiya xwe wekî xwişk û bira bijî. Ne ku mirov heqê hevdû înkar bike, êdî dewra asîmîlasyon, red û înkarê têk çûye. Ev tiştê wiha bi kêrî pêkvejiyanê nayê, bi kêrî xwişk û biratiya civakê nayê, bi kêrî demokrasiyê nayê, bi kêrî mafê mirovan nayê, berovajiyê wê derbê li civakê dixe. Ji ber vê yekê divê mirov hişyar be. Helbet hewldanên ku dixwazin civakê tevlihev bikin hebin jî divê mirov li ser a xwe bi israr be. Mafê xwe yê rewa, yê gerdûnî di her cûre platforman de biparêze. Berî her tiştî divê li Tirkiyeyê dest ji fêm û feraseta monîzmê berdin. An ku ew forma ku xwe li ser yekitiyê ava kiriye bihêlin û bi rastî li gorî civakeke demokratîk ya pêşketî ku piraliya civakê ber çav digire, di vê çarçoveyê de xwe biguherîne.”

‘Heger Kurd avakerên eslî yên vê komarê bin, çima di vê komarê de ne xwedî maf in’

Zana Farqînî bal kişand ser gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan ên “Me di dema xwe de dawî li red û înkarê anî” û wiha gotin: “Heger bi rastî dawî li red û înkarê hatibe anîn, berî her tiştî divê ew maf li xwediyê wî bê vegerandin. Yek ji wan mafan jî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Divê di dibistanê de ev perwerdeya ziman bê dayîn û zarok bi zimanê xwe mezin bibin ku em bêjin êdî asîmîlasyon tune ye û em bêjin maf û azadiya gerdûnî li vî welatî heye û welatekî pêşketî û demokratîk e, lazim e pêwîstiya van gotinan bînin cih. Jixwe yek ji pirsgirêka Kurdan jî meseleya ziman e. Carna dipirsin ‘Ka wekî din mafekî Kurdan heye, Kurd xwediyê her tiştî ne’. Gava ku tu nikaribî bi zimanê xwe perwerdeyê wergirî, tu nikaribî bi zimanê xwe lewheyekî li cihekî fermî binivîsînî, ev yek pirsgirêk e. Em dibînin ku li nexweşxaneyên vê dewletê li hin deveran bi gelek zimanan xizmet têne dayîn, lê di hin cihan de navê Kurdî tê de tune ye. Di nav xutbe û tiştên olî yên Diyanetê de Kurdî hêj nîne. Gava ku tê gotin jî, dibêjin Kurd jî wekî Tirkan avakarên eslî yên vê komarê ne. Heger Kurd avakerên eslî yên vê komarê bin, çima di vê komarê de ne xwedî maf in? Ji ber vê yekê ew fêm û fêraset divê biguhere.”

‘Kurd nikarin bi zimanê xwe bipeyivin’

Herî dawî Zana Farqînî dest nîşan kir ku carna dibêjin dewleta unîter an ku dewletên din jî hene ku çend zimanên fermî tê de hene û ne parçebûn ne jî kes hevdû neqetiyaye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Qetandina ku dixwazin ji hevdû biqetînin çi ye? Gava maf bê înkarkirin, mirov serî li wan rêya dide ku mafê xwe bi dest bixe, ew rê jî rêyek meşrû, rêyek demokratîk e. Lê tu red û înkarê bikî, ew mirovê di nav de helbet dê xwe nerazî bikin. Heya îro jî bi wî şiklî hatiye. Dibêjin ka meseleya Kurd a li vî welatî çiye û Kurd çi dixwazin? Kurd nikarin bi zimanê xwe bipeyivin, bi zimanê xwe tabelayekî binivîsînin, ji xizmetên dewletê bi zimanê xwe xizmetê wergirin, nikare bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne, ev hemû pirsgirêk in. Mixabin ev pirsgirêk berdewam bikin dê di nav Kurdan de rêjeya axaftina bi Kurdî her ku biçe kêm bibe û zarok ji zimanê xwe dûr bikevin.”

Etîket: Zana FarqînîZimane Kurdizimanzan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serdema nû ya perwerdehiyê: Divê Kurdî fermî bibe

Serdema nû ya perwerdehiyê: Divê Kurdî fermî bibe

11 ÎLON 2026
Mamosteyên ANKAyê: Divê malbat zarokên xwe ji bo zimanê xwe bînin vir

Mamosteyên ANKAyê: Divê malbat zarokên xwe ji bo zimanê xwe bînin vir

10 ÎLON 2026
Banga ji bo Kurdî: Kurdî hîn bibe siberojê ronî bike

‘Ew çi bikin jî dê Kurd zimanê Kurdî biparêzin’

8 ÎLON 2026
Li Rojava perwerdehiya fermî bi boykotan destpê kir

Li Rojava perwerdehiya fermî bi boykotan destpê kir

6 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

‘Divê bi fermî mafê Kurdan û ziman were naskirin’

2 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne