Enqere – Sekreterê Giştî yê Egîtîm-Senê Zulkuf Guneş têkildarî serdema nû ya perwerdehiyê diyar kir ku gelek zarok dê di sedema nû de jî ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar bimînin û wiha got: “Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê mafêkî bingehîn e. Divê ji dibîstanên seretayî heta zangîngehan perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn.”
Li Tirkiyeyê ji ber perwerdehiya yekzimanî û yekbawerî gelek netew û bawerî ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar mane. Yek jî ji van netewan jî Kurd in. Gelê Kurd ji avabûna Komarê vir ve ji polîtikayên bişaftinê re rû bi rû ne. Ji ber polîtîkayên bişaftinê zimanê Kurdî li hemû qadên civakî hatiye astengkirin. Li Tirkiye bi destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê re weke her sal îsal jî gelê Kurd û gelên din ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar mane.
Di 14ê Îlonê de li Tirkiyeyê serdema nû ya perwerdehiyê destpê bike û nêzî 18 milyon xwendekar dê biçin dibistanan. Bi milyonan xwendekarên Kurd dê îsal jî ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar bimînin.
Ji bo li hemû qadên civakî astengî li pêşya zimanê Kurdî û zimanên din bên rakirin û perwerdehiya pirzimanî saziyên ziman, rêxistinên civakî û mafê mirovan dê îsal jî li qadan daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê bikin. Sekreterê Giştî yê Sendikaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) Zulkuf Guneş têkildarî girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Dersên hilbijartî têrê nake’

Zulkuf Guneş anî ziman ku di dibistanan de weke dersên hilbijartî dayîna Kurdî ji bo perwerdehiya fermî têrê nakê û wiha axivî: “Ji avabûna komarê vir ve perwerdehiya yek ziman û yek bawerî hatiye esas girtin. Kurd, netew û baweriyên din jî li derveyî perwerdehiya zimanê dayikê hatine hiştin. Divê ew êdî biguhere. Li vir gelek bawerî û nasnameyên din jî hene. Divê perwerde jî li gor vê bê amadekirin. Milyonan zêdetir Kurd hene, zimanê wan ê cûda heye. Divê mifredat jî li gor vê rastiyê bê nûkirin. Di sala 2019an vir vê perwerdehiya Kurdî di dibistanan de wek dersên bijarte tên dayîn. Ew di pratîkê de zêde pêk nehat. Lê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê mafêkî bingehîn e. Divê ji dibistanên seretayî heta zangîngehan perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn.”
‘Ji aliyê hin dibistanan ve dersên hilbijartî yên Kurdî tê astengkirin’
Di berdewama axaftina xwe de Zulkuf Guneş destnîşan kir ku tevî xwendekar dersên Kurdî hildiberjerin jî ji aliyê hin dibistanan ve perwerdehiya bi Kurdî tê astengkirin û wiha pêdê çû: “Ew projeya dersên hilbijartî di serî de şaş bû. Meteryal tunebûn, mamoste kêmbûn. Her wiha ji xwendekarên dixwazin Kurdî hilbijerin re jî hin hincetan derdixînin. Di ser de jî polîtîkayên qirej ên weke ‘Me ders vekirine jî kes hilnabijerê’ dimeşînin. Heta niha tevî 14 sal derbas bûne jî tenê 150 mamostê hatine peywirdarkirin. Ji van mamosteyên hatine peywirdarkirin nîvê wan jî ji ber krîmînalîzê bûnê beşên xwe guherandine. Her wiha yek jê tişta balkeş; ji bo dersên hilbijarte hewcehî bi 10-15 xwendekaran heye. Lê tevî 10 an 15 xwendekar dersên Kurdî hidibijêrin jî ji aliyê hin dibistanan ve perwerdehiya bi Kurdî bi zanebûn nayê dayîn.”
‘Divê hemû zarok bikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin’
Zulkuf Guneş diyar kir ku bi vebûna dibistanan re bi milyonan zarok dê weke her sal îsal jî ji perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar bimînin û ev tişt vegot: “Zarokên Kurd û bi milyonan zarok bi zimanên xwe yê dayikê nikarin perwerde bibînin. Perwerdehiya zimanê dayikê mafekî bingehin e û divê ev maf bi dersên bijartî neyê sînordarkirin. Divê hemû zarok bikaribin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin. Li gor rihê pêvajoyê jî ew yek divê pêk were. Mifredata fermî jî hê li gor yek netew û baweriyê hatiye amadekirin. Divê mifredat hemû bawerî û neteweyên li vê erdnigariyê dijîn di nav xwe de bihewine û li gor perwerdehiya zanistî ji nû ve bê amedekirin.”
‘Dibistan bi gelek pirsgirêkan ve vedibin’
Di berdewama axaftina xwe de Zulkuf Guneş bal kişan ser pisgirêkên di perwerdehiya fermî de diqewimin û ev tişt anî ziman: “Hefteya pêşiya me destpêka perwerdehiya fermî ya dibistanan e. Dibistan bi gelek pisgirêkan ve vedibin. Bi qasî 18 milyon xwendekar wê dest bi xwendina serdema nû ya perwerdehiyê bikin. Lê di perwerdehiyê de gelek pirsgirêk hene. Pirsgirêka ewlehiya ya li dibistanan nehatiye çareserkirin. Her wiha paqîjiya dibistanan jî pirsgirêk e. Ji aliyê din ve mamoste kêm muçe digirin û zarok di dibistanan de nikarin bigihêjin xwarinê. Her wiha zarok birçî diçin dibistanan û ji ber xîzaniyê nikarin xwarinê bixwin. Divê wezaret ji bo zarokan xwarinên paqij amade bike. Her wiha amûrên dibistanan biha bûne. Ji bo her xwendekarek divê malbat muçeyeke amade bike.”
‘Di meha Cotmehê de mîtînga aştiyê were lidarxistin’

Her wiha Zulkuf Guneş bi lêv kir ku di serdema nû ya perwerdehiyê de ji aliyê Wezaretê ve giştînameyek derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji dibistanan re hatiye şandin û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî zimanê Kurdî nijadperestî berdewam dike. Wezaretê giştînameyek ji dibistan re şandiye ku mamoste û xwendekar ji pêvajoyê haydar bin. Ji bo vê yekê jî her çiqas hê ne diyar be plansaziya hin çalakiyan tê kirin. Weke sazî em ne tenê di qada perwerdehiyê de di heman demê de ji bo aştî û demokrasiyê têkoşîn didin. Ji bo vê yekê gelek endamên me hatin girtin û ji kar hatin dûrxistin. Bi qasî 800 endamên me hê vegeriyane ser karê xwe. Di salên 90î de 150 hevalên me hatin kuştin. Ji bo vê jî em wateya aştî û demokrasiyê baş dizanin û xebatên xwe jî li ser vê esasê didomînin. Em ji bo perwerdehiya demokratik têdikoşin û di meha Cotmehê de jî weke KESK em ê li Enqereyê mîtînga aştiyê li dar bixin.”












