Li Semsûrê bernameya bîranînê ya ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, di roja dûyemin de didome.
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) li Mala Şînê ya Merinosê ya Semsurê şehîdên Tevgera Azadiyê yên hatine ragihandin bi bîr tîne. Di roja duyemîn ya bîranînê de gelek kes serdana bîranînê dikin û dirûşma “Şehîd namirin” ber didin. Li salonê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin.
‘Em ê bibin layiqî wan’
Nûnerên MEBYA-DERê li ser serdanan nirxandinek kurt kirin û wiha gotin: “Şehîdan ji bo vî gelî têkoşîn kirin û di vê rêyê de şehîd bûn. Em ê jî bibin şopdarên rêya wan. Nirxên herî pîroz ên vî gelî şehîd in. Em ê bibin layiqî wan.”
Bîranîn bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Ên şehîd rêya te rêya me ye” didome.




















