Têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Îsraîl û Ingilîstan de, ku di dîrokê de wekî du hevalbendên stratejîk dihatin nasîn, di serdema dawî de ketiye nava qeyraneke kûr û bêmînak. Ev aloziya ku bi biryarên siyasî û hiqûqî yên Londonê dest pê kiriye, bi lez veguherî gefên devkî ên tund û gavên berçav ên dîplomatîk.
Hevalbendiya stratejîk û dîrokî ya Îsraîl û Ingilîstanê di ezmûneke dijwar re derbas dibe. Her çiqas sedemên cuda ji hêla pisporan ve bên vegotin jî, sedema sereke wekî guherîna siyaseta derve ya Îngiltereyê ya li hemberî şer û helwesta hikûmeta Îsraîlê ya li Rojhilata Navîn xuya dike. Piştî zêdebûna qurbaniyên sivîl û qeyrana mirovî, zextên raya giştî û her weha biryarên saziyên hiqûqî yên navneteweyî hikûmeta Îngiltereyê neçarî gavên berçav bavêje. Nuqteya qutbûnê bi rawestandina qismî ya firotina çekan, vekişîna ji îtirazên li dijî Dadgeha Sûc a Navneteweyî (ICW) û biryarên mûeyîdeyan ên li ser niştecîhên radîkal derket holê.
Ji Îsraîlê sûcdariya ‘xelatkirina terorîzmê’
Vê helwesta berbiçav a Îngilîstanê li Îsraîlê bertekek pir dijwar çêkir. Serokwezîr Binyamin Netanyahu û rayedarên Îsraîlî biryarên Îngilîstanê wekî “xelasî û xelatkirina terorê” pênase kirin û ragihandin ku ev helwest têkiliyên dîrokî birîndar dike û mafê parastinê qels dike. Wezareta Karên Derve ya Îngiltereyê jî di bersiva xwe de diyar kir ku ew fikarên ewlehiyê fam dikin, lê parastina pîvanên hiqûqa navneteweyî berpirsiyariya wan a cîhanî ye.
Her du alî gavên şênber diavên
Aloziyê rasterast bandor li qada dîplomatîk kir. Ji aliyekî ve Îngiltereyê lîsansên îhracata leşkerî bi awayek qismî rawestandin, pêdankirin danîn ser komên niştecih ên Îsraîlî û zextên dîplomatîk zêde kirin. Ji aliyê din ve jî Îsraîlê balyozê Îngiltereyê yê li Qudîsê gazî kir û notaya protestoyê dayê. Di navbera herd du welatan de hevkariya ewlehî û îstîxbaratî di hinek qadan de hat sînordarkirin.
Têkilî ber bi ku ve diçin?
Ev geşedan nîşan didin ku aloziya di navbera Tel Avîv û Londonê de ne tenê nîqaşek demkî ye, lê encama guherîna hevsengiyên siyasî ye. Ji aliyekî ve Îngiltere îdîa dike ku dixwaze pabendbûna xwe ya bi qanûnên navneteweyî biparêze, ji aliyê din ve jî Îsraîl her cure rexne û sînordarkirinê wekî metirsiya ser serweriya xwe dibîne.
Sedem polîtîkayên Ingilîstanê yên li Rojhilata Navîn e
Li gorî pisporên siyasî û ewlehiyê her çiqas qeyrana di navbera du aliyan de wekî nêzîkatiya li meseleya Filistînê xuya bike jî, mijar ji vê kûr û dûrtir e. Pispor destnîşan dikin ku di paşperdeya gelek pêşketinên li Rojhilata Navîn û bi taybetî Sûriyê de destê Ingilîstanê heye. Bi taybetî têkiliyên Ingilîstanê yên bi hêzên tundiraw ên wekî HTŞê û destwerdana wê ya li ser van hêzan Îsraîlê aciz dike.
Ingilîstan dixwaze bi riya Qeter-Tirkiyeyê hegemonyayek nû ava bike
Li gorî pisporan Ingilîstan dixwaze bi hevkariya Tirkiye û Qeterê hegemonyaya xwe ya li herêmê kûr bike û ji bo wê li ser daxwaza van dewletan di mijara Filistîn-Îsraîlê de helwestek tund digire. Her wiha li gorî gelek çavkaniyan Ingilîstan dixwaze bi hinceta “mafên mirovan” gelek welatên Ewropayê jî bike nîvekarê xwe. Li gorî heman şîroveyan ev yek jî Îsraîl û Ingilîstanê tîne hemberî hev û qeyranê kûr dike.
Tê payîn qeyran kûrtir bibe
Li gorî hind nirxandinan jî Îsraîl jî bi hevgiriya Yewnanîstan, Qibris û hind hêzên din hewil dide ku hevsengiyeke li hemberî vê yekê jî ava bike. Tê payîn ku qeyrana di navbera Ingilîstan û Îsraîlê de demek dirêj dom bike û encamên bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn û cîhanê bike, derxe holê.












