• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê di hefteya 1038an de civîyan

Navenda Nûçeyan /AW

15 SIBAT 2025 - 13:53
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de ji bo Ridvan Karakoç ê ku di sala 1995an de li Stenbolê ji aliyê kesên girêdayî dewleta tirk ve hat kuştin, kom bûn û xwestin kujer bên darizandin.

Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin û ji bo darizandina faîlan, her hefteyê li Qada Galatasarayê kom dibin û çalakiyê li dar dixin. Dayikên Şemiyê di hefteya 1038an de dîsa kom bûn û xwestin kujer bên darizandin. Dayikên Şemiyê yên ku bi qurnefîl û wêneyên windayan li Qada Galatarasayê hatin ba hev û daxuyanî dan. Ridvan Karakoç di sala 1995an de li Stenbolê hatibû binçavakirin û piştre hatibû kuştin.

Agahî ji Ridvan Karakoç negirtin

Gulseren Yolerî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ridvan Karakoç ê 34 salî li Stenbolê dijiya û di partiyên siyasî û saziyên çand û hunerê yên kurdan de kar dikir. Kesê di sala 1994an de ji ber îfadeya li midûriyeta polîsan hat binçavkirin, biryara girtinê hat dayîn. Polîsên ku li Ridvan digerin, mala malbata wî her tim dişopandin û dem bi dem bi ser malê de digirin û dibêjin, ‘Rîdvan bînin cem me. Hûn neynîn em li ku bibînin em ê bikujin’ gef li malbatê xwar. Ridvan ku nikarîbû were malê, heta 15ê Sibata 1995an bi malbat û parêzer Eren Keskîn re bi rêkûpêk têkilî danî. Lê piştî vê tarîxê têkiliya bi Ridvan re bi tevahî qut bû. Dorpêça polîsan a li ser malê hat rakirin û serdegirtin bi dawî bû. Dû re ji ji Ridvan tu xeber nehat girtin.”

‘Tevî şopo tiliyên wî…’

Gulseren Yolerî diyar kir ku malbat ji bo dîtina wî ket nav lêgerînê û wiha bi lêv kir: ““Malbata Karakoç ji bo ku ji zarokê xwe xeberan bigirin serî li hemû saziyên xwedî hiqûq dan, lê tu encam negirtin. Piştî lêgerîna bi israr a 110 rojan, cenazeyê Ridvan Karakoç ê ku şopa îşkenceyê lê hebû, li Goristana Altinşehîrê hat dîtin. Dema malbata wî li her derê li Ridvan digeriya, derket holê ku cenazeyê wî yê bê can ji hemû saziyên fermî, dozger jî di nav de derbas bûye, bi rojan li Saziya Tipa Edlî hatiye ragirtin û tevî şopa tiliyên wî li midûriyeta polîsan weke ‘kesê navê wî nediyar’ hatiye definkirin.”

Gulseren Yolerî, daxuyand ku 30 sal in derbarê rewşê de tu gav nehatin avêtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çiqas sal derbas dibe bila bibe jî ji bo Ridvan Karakoç û ji bo hemû windahiyên xwe em ê edaletê bixwazin. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

‘Dê êşa malbatan çawa telafî bikin’

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê û parêzera Ridvan Karakoç Eren Keskîn jî di daxuyaniyê de axivî û got: “Rojekê Ridvan telefon vekir û xwest ez bibim parêzera wî. Ridvan ji min re got ez ê her roj telefonî te bikim û ger rojekê telefonî te nekim dibê ku tiştek bi min hatibe. Her roj telefon dikir, lê rojekê telefon nekir û Ridvan di binçavan de winda bû. Zîhniyeta ku Ridvan û windayên me yên din qetil kir, ji serdema komarê ve li ser vê erdnîgariyê serdest e. Ev zîhniyet e ku îro qeyûm tayînî Şaredariya Wanê kir. Me bi salan hewl da ku di dosyaya Ridvan de pêşketinan pêk bînin. Dozgerekî ji me re got ‘Ez nikarim tiştekî bikim’ û ev yek polîtîkaya dewletê ye. Windakirin polîtîkayeke dewletê. Mixabin erdnîgariya me erdnîgariya miriyên bê gor e. Pir zehmet e mirov bifikire ku dê êşa van malbatan çawa telafî bike. Lê eger em bi rastî jî wek Mirovên Şemiyê vê têkoşînê dimeşînin, ev bi saya têkoşîna wan e.”

‘Em ê hesab ji wan bipirsin’

Birayê Ridvan Karakoç Hasan Karakoç jî di daxuyaniyê de axivî û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Beriya birayê min bê qetilkirin, timî bi ser mala me de girtin û timî gef li me xwarin. Piştî ku birayê min hat qetil kirin, serdegirtina mala me rawestiya. Birayê min bi awayekî hovane hat qetilkirin. Çawa ku bi hezaran dayik ji kerban mirin, diya min jî ji kerban mir. 30 sal in em li vir in, zarok û neviyên me wê piştî me hesab bipirsin. Hezar sal jî derbas bibe em ê hesab ji wan bipirsin.”

Çalakî piştî danîna qurnefîlan bi dawî bû.

Etîket: Eren KeskînGulseren YolerîRidvan Karakoç
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

19 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

5 ÎLON 2026
Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

5 ÎLON 2026
Kujerê 22 Kurd û berpirsê JÎTEMa Qoserê: Hasan Atîlla Ugur

Kujerê 22 Kurd û berpirsê JÎTEMa Qoserê: Hasan Atîlla Ugur

22 TÎRMEH 2026
31 sal in li kujeran dipirsin: Hezar sal jî derbas bibe em ê li vir bin

31 sal in li kujeran dipirsin: Hezar sal jî derbas bibe em ê li vir bin

15 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne