Ridvan Karakoç di sala 1995an de hatibû binçavkirin û kuştin. Hasan Karakoç derbarê windakirina birayê xwe de diyar kir ku ev 31 sal in ew ji bo kiryar werin dîtin têdikoşin û wiha got: “Atîlla Ugur jî kujerê windayan e. Gelo wê jê bipirsin ka çi aniye serê windayan. Em dixwazin ku ceza li Atîlla Ugur were birîn.”
Atîlla Ugur di salên 90î de li Merdînê û gelek bajarên Kurdistanê wekî leşker peywîrdar bû. Li Qoserê di kuştina 22 mirovan de cih girt û di windakirina sedan mirovan de erkdar bû. Atîlla Ugur di Doza JÎTEMê ya Qoserê de hate darizandin. Şahîdê nepenî yê wê demê derbarê Atîlla Ugur de van tiştan gotibû: “Fermandarê navçeya Qoserê yê Cendirmeyê Hasan Atîlla Ugur û tîma wî li vir gund vala kirine û îşkence li gelek kesan kirine.” Atîlla Ugur û tîma wî ya bi navê ‘Tîma Kêr/Biçak Tîmî’ gelek kes binçav kirine û gelek ji wan kesan jî ji aliyê wan ve hatine kuştin û windakirin.
Li dijî windakirin û kuştinan bi salan e gelê Kurd û dostên wan têdikoşin. Li Stenbolê bi salan e malbatên windayan li Qada Galatasarayê aqûbeta kesên windayan dipirsin. Yek ji wan malbatan jî Malbata Karakoç e. Ridvan Karakoç ku di sala 1995an de hatibû binçavkirin û kuştin.
Birayê Ridvan Karakoç Hasan Karakoç derbarê windakirina birayê xwe, binçavkirina Atîlla Ugur de ji Ajansa Welat re axivî.
‘Birayê min revandin û bi îşkenceyê kuştin’

Hasan Karakoç diyar kir ku ev 31 sal in ji bo birayê xwe têdikoşin û wiha axivî: “Ji bo ku kiryar bên dîtin bi salan e em li ber xwe didin. Piştî 31 salan biryara demborî di doza birayê min de hate dayîn. Ji me re dibêjin tiştekî ku em bikin tune ye û lêpirsîn bi dawî bûye. Birayê min revandin û bi îşkenceyê kuştin. Daxwaza me ew bû ku kesê ku birayê min û wekî birayê min ciwanên Kurdan kuştine werin dîtin. Lê mixabin ev 31 sal in dosyaya birayê min li Fermandariya Cendermayan a Beykozê bû. Piştî 31 salan dozgerî dibêje ku derbarê kujeran de tu agahî nehatiye bidestxistin. Dozgerî dozê ji cenderme, cenderme jî ji dozgeriyê re dişine, ev 31 sal in wisa berdewam dike. 2018an vir ve jî tu pêşketin çênebû û dosya hatiye sekinandin. Niha jî biryara demborî hatiye dayîn. Lê em biryara demboriyê qebûl nakin.”
‘Divê Atîlla Ugur were darizandin’

Her wiha Hasan Karakoç bal kişand ser binçavkirina Atîlla Ugur û anî ziman ku îro binçavkirina Atîlla Ugur tiştekî balkeş e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo Mehmet Agar jî lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lê bixabin piştî dozekî tenê cezayekî biçûk hatibû danîn. Derheqê kuştina dehan mirovan de tu lêpirsîn nehate kirin û rewşa tu kesî dernexistin holê. Îro tu baweriya min tune ye ku rastiya derxin holê. Xwezî lêpirsîn gihaştûbûya dawiyê û ceza hatibû birîn. Atîlla Ugur jî dê derxin li ber mehkemê û cezayekî çend mehan bidinê. Atîlla Ugur îşkence bi sedan mirovan kiriye û kuştiye. Atîlla Ugur wê demê di nava ‘Biçak Tîmî’ de cih girtiye û li Qoserê gotibû; ez xwedeya li vir im. Li Mêrdînê gelek kesan kuşt. Di çalakiya Dayikên Şemiyê de kesan ku em wêneyên wan hildigirin jî di nava kesên ku Atîlla Ugur kuştiya de hene û kiryarê wan jî Atîlla Ugur e. Em dixwazin ceza li Atîlla Ugur were birîn û sûcên wî derxin holê. Ev 31 sal in em ji bo kiryar werin dîtin têdikoşin. Bi hezaran kesan kuştin û windakirin. Divê dewlet ji van kujeran hesabê bipirse.”












