• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnameger Sûna Tûnç: Dengê Gulistan û Hêro hîn gurtir dibe

Firat Tûnç / AW

23 TEBAX 2026 - 08:42
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Silêmanî – Rojnameger Sûna Tûnç destnîşan kir ku dengê rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hîn gurtir dibe û got tevî ku kujer di qada navneteweyî de nehatine darizandin jî, hevalên wan bi pênûs û kamerayên xwe ve kiryarên qirêj eşkere dikin û wan didarizînin.

Di 23yê Tebaxa 2024an de li navçeya Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ve, wesayîta şîrketa Chatr Productionê ji aliyê balafireke bêmirov û biçek (SÎHA) a dewleta Tirk ve hate bombebarankirin. Di encama vê êrişa hewayî de rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan. Qetilkirina her du rojnamegeran li seranserî Kurdistanê û di qada navneteweyî de ji aliyê sazî û rêxistinên mafên mirovan û çapemeniyê ve rastî bertekên tund hat. Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di salvegera duyemîn a qetilkirina xwe de tên bibîranîn.

Rojnameger Sûna Tunç ku li Başûrê Kurdistanê rojnamegeriyê dike, bi boneya salvegera qetilkirina her du hevalên xwe yên rojnameger de ji Ajansa Welat re axivî.

‘Kujer hê jî nehatine darizandin’

Rojnameger Sûna Tûnç anî ziman ku li gelek deverên Kurdistanê rojnamegerên ku heqîqetê diparêzin dibin hedefa êrişan û wiha got: “Du rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di encama êrişên SÎHAyan de hatin hedefgirtin û şehîd bûn. Doza her du rojnamevanan di qada navneteweyî de ji aliyê hiqûqî ve wekî ku tê xwestin pêş ve neçû û kesên wan hedef girtin hêj nehatine darizandin. Lê hevalên wan vê darizandinê di destê kesî de nahêlin, bi pênûsa xwe wan kesan didarizînin, bi kameraya xwe kiryarên wan ên qirêj dikişînin û rastiyê derdixin holê. Yên li hemberî DAIŞê rastî derxistin holê û yên ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan têdikoşin û yên dixwazin civakê agahdar bikin tên hedefgirtin û yên ku ji ronahiyê ditirsin dixwazin wê bi tarîtiyê binuxumînin. Ev her du hevalên me mîrateyeke mezin li pey xwe hiştin. Hevalên wan bêyî ku bitirsin, bi wêrekiyeke mezin xwedî li keda wan derdikevin û ji bo bîranîna wan biwate bikin, xebatên xwe geş dikin.”

Ji Êlihê heta heqîqetê: Têkoşîna Gulistan Tara

Sûna Tûnç bi bîr xist ku Gulistan Tara li bajarê Êlihê di nava malbateke 13 zarokan de ji dayik bûye, malbata wê gelek caran rastî koçberiyê hatiye û Êlih bajarekî ku bûyerên kujerên wan nediyar zêde lê qewimiye û axaftina xwe wiha domand: “Gulistan bi xwe bû şahidê wan bûyeran. Tevlibûna wê ya di qada çapemeniyê de ji bo derxistina wan rastiyan bû. Jineke wêrek, xwebawer û xweperwerdekirî bû ku ji tarîtiyê neditirsiya û her dem li pey ronahiya rojê bû. Hêzên ku ji vê heqîqetê nerehet bûn xwestin dengê heqîqetê bibirin, lê dengê wê hîn gur firehtir bû. Daxwaz û têkoşîna wan mîrateyeke mezin ava kiriye. Du roj berê li Başûrê Kurdistanê rojnamevanên jin û akademîsyen ji bo bîranîna wan hatine cem hev û di semînerekî de rola jinan a di çapemeniyê de nîqaş kirine. Ev tenê bi serê xwe destkeftiyeke û her tim navê wan tê bibîranîn û tu carî jî nayên jibîrkirin. Dengê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hîn gurtir dibe.”

‘Em ê li ser rêya wan bimeşin’

Sûna Tûnç bala kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tê birêvebirin û destnîşan kir ku di ronîkirina vê pêvajoyê de keda bi sedan hevalên Gulistan û Hêro heye û ev yek anî ziman: “Jinên rojnamevan hewl didin di qada çapemeniyê de dengê xwe gur bikin û li hemberî çapemeniya serdest a mêrperest rastiyê ragihînin. Me dixwest ku xwezî wan jî ev roj bidîtana. Her çend wan nedîtibe jî, hevalên wan ji bo ku ev pêvajo bi serkeftî bi dawî bibe, gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe û jin û zarok bi azadî bijîn dê çi ji destê wan bê bikin. Helbet Gulistanê jî dixwest rojekê li cihê ku jê dayik bûye rojnamevaniyê bike û bi taybetî pêvajoya li Bakurê Kurdistanê bişopîne. Em bawer dikin ku hevalên wan li ku derê bin jî dê li ser şopa wan rojnamevanên ku bedelên giran dane bimeşin.”

Etîket: Gulistan TaraHêro Bahadînrojnameger Sûna TûnçSûna Tûnç
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojnamevan Tara û Hêro hatin bibîranîn 

Rojnamevan Tara û Hêro hatin bibîranîn 

22 TEBAX 2026
‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

22 TEBAX 2026
Dengê ‘Bijî Serok Apo’ bilind dibe

Dengê ‘Bijî Serok Apo’ bilind dibe

31 TEBAX 2025
Weşana malpera înternetê ya Vejîna Kurd dest pê kir

Weşana malpera înternetê ya Vejîna Kurd dest pê kir

23 GULAN 2025
Cenazeyê Mustafa Tekîk bi girseyî hat veşartin

Cenazeyê Mustafa Tekîk bi girseyî hat veşartin

11 GULAN 2025
Komîna Dokumanteran a Gulistan Tara hat avakirin

Komîna Dokumanteran a Gulistan Tara hat avakirin

3 ADAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne