*Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê Fatma Budak Gul derbarê xebatên têkoşîna li dijî tundiyê û piştevaniya jinan de axivî û wiha got: “Xebat û polîtîkayên me yên jinan bi sê yekeyan didomin. Yekeya me ya yekemîn Navenda Hevgirtina Jinê ye, ya duyemîn Navenda Jiyana Jinê ye û ya sêyemîn jî Yekeya Aboriyê ye. Em bi van her sê yekeyan xebata xwe dimeşînin. Her sê yeke jî bi awayekî rasterast bi hev ve girêdayî ne.”
*Nivîskarê Kurd Onder Kirmizitaş anî ziman ku derxistina qanûnan ji bo ku pêvajo bê meşandin û mafên ku tên xwestin, ji bo Kurdan bên erêkirin gelek baş e û wiha bal kişand ser muxatabiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: “Gelê Kurd ji roja ku ev têkoşîn hatiye destpêkirin hem legal û hem jî îlegal her kesî gotiye muxatap birêz Ocalan e. Ger ku kesek muxatap hate dîtin divê mafê azadiya wî ya fîzîkî jî bînin cih da ku nivîskar, akademîsyen, rojnameger û kesên entelektuel bikaribin xwe bigihînin Rêber Apo. Dema ew bikaribin Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinan bikin dê pêvajo derbasî qonaxeke din bibe.”
*Hevberdevka Platforma Şiyar Be Gulşen Demîr da zanîn ku parastina cevherî ne tenê bi fizîkî yan jî bi çekan tê kirin û wiha axivî: “Xwe parastina cevherî ew e ku em li ziman, çand û zarokên xwe xwedî derkevin û ji bo pêşeroja zarokan hewceye bi hev re têbikoşin.”
*Hevserokê SESê yê Amedê Mehmet Nûr Ûlûs diyar kir ku nexweşxaneyên Amedê barê 10 bajaran hildigirin lê binesaziya wan têk çûye û wiha got: “Pergala kapîtalîst tenduristiyê wekî qadeke bazar û qazancê dibîne; nexweşxaneyên bajaran pirsgirêkan çareser nakin, kûrtir dikin.”
*49 cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane dê li navenda Amedê û navçeyên wê bên bibîranîn. (08.00-18.00)
Kirmanckî
Hemsereka DBP Çigdem Kiliçgun Uçare û temsilkaranê DBPyî çarçewaya têhetameyîşanê “Ma şarî reyde qalê aştîye kenê” roja 3 da merkezê Çewlîg dê parka yirikoşede (Üçgen Parkta) dewam keno. (15.00)












