• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Navenda Nûçeyan / AW

20 TEBAX 2026 - 23:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî diyar kir ku bajarê Qamişloyê temsîla dîroka Cizîra Sûriyeyê û dîroka tevahî pêkhateyên wî dike û got: “Qonaxa entegrasyona saziyên leşkerî, ewlehî û îdar di nava saziyên dewletê de bi dawî bû û ji îro pê ve dest bi qonaxeke nû bû.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di şahiya Sedsaliya Damezrandina bajarê Qamişloyê de diyar kir ku gelên herêmê bi tevahî pêkhateyên wê ji zêdetirî sedsalî ve bi hev re jiya û avakirina bajêr dirêjahiya çandên gelên herêmê û pirrengiya wê ava kir.

Ebdî amaje bi rejîma Baasê û desthilatên xwedî siyasetên şovenîst kir ku di dirêjahiya salan de wan siyasetên guhertina demografiya herêmê û erebkirina wê kirin. Ebdî da zanîn ku Rêveberiya Xweser di dirêjahiya 15 salan de li hember van siyasetan û vegerandina nasnameya herêmê xebitî.

Ebdî bal kişand ser ku herêm di salên borî de şahidê şerekî hovane bû û xelkên wê li hember van êrişan parastina xwe kir. Bi wê re HSDê hat damezrandin û ev hêz di encama berxwedana gel de hat avakirin.
Di axaftina xwe de Ebdî destnîşan kir ku hilweşîna rejîma Baasê û destpêkirina avakirina Sûriyeya nû qonaxeke cuda ava kir û got biryara tevlêbûna li Sûriyeya nû li ser bingeha peymana 29ê Çileyê hat. Entegrasyona saziyên ewlehî, leşkerî û îdarî yên ku di salên borî de hatine avakirin tev li saziyên dewletê dibin, nasname û destkeftiyên xwe parastî ne.

Ebdî got “Qonaxa entegrasyona saziyên leşkerî, ewlehî û îdar di nava saziyên dewletê de bi dawî bû û ji îro pê ve dest bi qonaxeke nû bû.”

Ebdî bang li xelkê herêmê kir ku saziyên bi fedakariyên şehîdan hatin damezrandin biparêzin, xebata piştigirya wan bikin.

Mazlûm Ebdî şervanên hêzên Kurdistanî yên li kêleka HSDê li dijî êrişên li ser herêmê sekinîne bi bîr anîn û tevahî kesên li kêleka gel sekinîne û di oxira parastina wî de şehîd ketine silav kir.
Ebdî peyam da xelkê herêmê û berxwedana di 15 salan de silav kir.

Di dewama axaftina xwe de Mazlûm Ebdî diyar kir ku têkoşîna di oxira misogerkirina mafên gelê Kurd û tevahî pêkhateyan de dê bidome û dê qonaxa bê şahidê xebata siyasî ya zêde be ku mafên rewa di destûra Sûriyeyê de werin misogerkirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di dawiyê de got Qamişlo dikare bibe navenda çand, siyasî û pirrengiyê û bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku bi hev re di oxira siberojeke aştiyane bixebitin.

Etîket: dewletentegrasyonFermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm EbdîQamişlo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xerîb Hiso: Entegrasyon ji sedî 80 temam bûye, divê mafên Kurdan bên naskirin

Xerîb Hiso: Entegrasyon ji sedî 80 temam bûye, divê mafên Kurdan bên naskirin

13 TEBAX 2026
Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Hesekê: Dê êrişkarên Qamişloyê bên cezakirin

Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Hesekê: Dê êrişkarên Qamişloyê bên cezakirin

12 TEBAX 2026
‘Entegrasyon dê bi qebûlkirina destkeftiyên jin û ziman bi ser bikeve’

‘Entegrasyon dê bi qebûlkirina destkeftiyên jin û ziman bi ser bikeve’

3 TEBAX 2026
Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026
Mazlûm Ebdî ji bo 9 pêşmergeyan peyama sersaxiyê da

Mazlûm Ebdî ji bo 9 pêşmergeyan peyama sersaxiyê da

18 TÎRMEH 2026
Koma dawîn a koçberan gihîşt Efrînê

Koma dawîn a koçberan gihîşt Efrînê

16 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne