• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Li ber çavên welatiyan îşkence li girtî kirin’

Daristan Pala / AW

20 TEBAX 2026 - 11:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Rêveberê TUHAY-DERê û endamê OHDê Halîl Kaya derbarê îşkenceya li Girtîgeha Wanê de diyar kir ku ji bilî Nevzat Oner, tedawiya girtiyên bi navê Şerîf Saribûlak û Botan Tîmur jî ji ber ferzkirina kelepçeyê tê astengkirin û bal kişand ser hewldanên provokasyonê yên li dijî pêvajoya nû.

Zext û binpêkirina mafê tenduristiyê yên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê kûr dibin. Hat zanîn ku girtiyê siyasî yê bi navê Nevzat Oner dema birine nexweşxaneyê xwestin bi kelemçe wî tedawî bikin. Lê Nevzat Oner ev rewş qebûl nekir û tedawî red kir. Li ser vê yekê cendirmeyan li ser pêlekanên nexweşxaneyê li ber çavên welatiyan îşkence li Nevzat Oner kirin û ew bi saetan di wesayîta rîngê di hiştin. Nevzat Oner piştî îşkenceyê di rewşeke wisa de bû ku rêveberiya girtîgehê ew bi wî halî qebûl nekir û ew ji bo rapora derpkirinê careke din şandiye nexweşxaneyê.

Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Rêveberê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumdaran re (TUHAY-DER) Halîl Kaya, derbarê bûyerên dawî yên di girtîgehê de agahiyên berfireh ji ajansa me re da.

‘Cendirmeyan pirsî tu alîgirî yan bêalî yî?’

Halîl Kaya diyar kir ku beriya rêkirina nexweşxaneyê, helwesta alîgirî li hemberî Nevzat Oner hatiye nîşandan û cendirmeyan ji wî pirsîn ka ew alîgir e yan bêalî ye. Halîl Kaya da zanîn ku dema Oner gotiye ew alîgir e, bi berteke hişk û gefxwarinê nêzî wî bûne û wiha got: “Li nexweşxaneyê jî tevî ku bijîşk diyar kiriye ku ji bo ewlehiyê tu pirsgirêk tune ye û dikarin kelepçeyê vekin, cendirmeyan ev rewş red kiriye. Dema Oner li hemberî vê rawestiya, ew ji odeya bijîşk derxistin, li ber çavê gel li ser pêlekanan derb kirin û tevî destên wî kelepçekirî bûn, li erdê kaş kirin. Lewma Oner ji zendên xwe birîndar dibe.”

‘Rêveberiya girtîgehê tîmeke din a cendirmeyan daxwaz kir’

Halîl Kaya anî ziman ku tîma cendirmeyan piştî derbkirinê Nezvat Oner di wesayîta rîngê ya bêhewa de girtine û birine girtîgehê. Halîl Kaya destnîşan kir ku ji ber giranî û diyarbûna îşkenceyê, rêveberiya girtîgehê Nevzat Oner di wê rewşê de teslîm negirtiye û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Rêveberiya girtîgehê xwestiye careke din Nevzat Oner bibin nexweşxaneyê rapora derpkirinê bigire. Cendiremyên îşkence li Oner kirine xwestine wî bibin, lê rêveberiyê ev yek qebûl nekiriye û gotiye ku yên îşkence kirin hûn in û divê tîmeke din bê Oren bibin. Li ser vê yekê rêveberiyê tîmeke din a cendirmeyan daxwaz kir û wî şand nexweşxaneyê ku raporê derbkirinê bê girtin. Îdareya girtîgehê di hevdîtinên girtiyan de diyar kiriye ku ev bûyer ne ji aliyê wan ve hatiye kirin, belge û dosya amade ne û ew li benda daxwaza dozgeriyê ne.”

‘Şerîf Saribûlak û Botan Tîmur jî nayên tedawîkirin’

Halîl Kaya destnîşan kir ku sepana muayeneya bi kelepçe tenê bi Nevzat Oner re sînordar nîne û hatiye asteke sîstematîk û ev tişt anî ziman: “Girtiyê siyasî Şerîf Saribûlak jî ji ber ku ferzkirina kelepçeyê qebûl nekiriye, tedawiya wî hat astengkirin. Her wiha girtî Botan Tîmur ji ber heman ferzkirinê sê caran li ser hev nehatiye tedawîkirin û tedawiya nexweşiya çavên wî nayê kirin.”

‘Armanc provokasyon û xirabkirina pêvajoyê ye’

Her wiha Halîl Kaya bal kişand ser zêdebûna binpêkirinên li girtîgehan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Kurdistanê û Tirkiyeyê hin klik û derdorên faşîst hene ku naxwazin hawirdoreke aştiyê, çanda demokrasiyê û hiqûqê bi cih bibe. Piştî gavên ku her çend kêm bin jî di qada hiqûqî û siyasî de têne avêtin, careke din ev derdorên aştiyê naxwazin ketin di nava tevgerê de ku sabote bikin. Dixwazin di nav girtiyên siyasî, malbatan û tevgera siyasî ya Kurd de provokasyonê biafirînin û pêvajoyê xirab bikin. Van êrîşên ku di van demên dawî de zêde bûne rasterast ji bo têkbirina pêvajoyê ye.”

Etîket: girtiyê nexweş Nevzat OnerîşkenceNevzat Onertedawiya bi kelepçe
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Li dijî îşkence û mirinên li navenda rehabîlîtasyonê meş hat lidarxistin

Li dijî îşkence û mirinên li navenda rehabîlîtasyonê meş hat lidarxistin

18 TÎRMEH 2026
Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

27 HEZÎRAN 2026
‘Polîtîkayên îşkence û zextê pêşî li Kurdistanê tên ceribandin’

‘Polîtîkayên îşkence û zextê pêşî li Kurdistanê tên ceribandin’

27 HEZÎRAN 2026
Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

19 HEZÎRAN 2026
Nesrîn Sotoudeh îşkenceyên li girtîgehên Îranê vegot

Nesrîn Sotoudeh îşkenceyên li girtîgehên Îranê vegot

1 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne