• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Stenbol / AW

19 TEBAX 2026 - 19:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û DEM Partî yên Stenbolê li dijî madeyên hişbir, tiryak û fihûşê daxuyanî da û diyar kir ku ew ê li dijî madeyên hişbir û fihûşê xwedî taxên xwe derkevin.

Çalakî û daxuyaniyên li dijî maddeyên hişbir, tiryak û fihûşê bênavber didomin. Li Stenbolê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û DEM Partî bi dirûşmeya “Em ji pêşerojo xwe xwedî derdikevin” li Qada Sûltanbeyliyê daxuyanî dan. Endam û rêveberên partiyên siyasî, ciwan û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana ciwanan” hate berzkirin.

‘Dixwazin ciwanan bêbandor bikin’

Beriya daxuyaniyê Berdevkê DEM Partiyê yê Stenbolê Çetîn Yildiz axivî. Çetîn Yildiz diyar kir ku ji bo ciwanan ji civakê dûr bixin tiryak tê bikaranîn û got: “Bi zanebûn kolanên ku Kurd û Elewî lê zêde ne tiryak belav dikin. Dixwazin ciwanan ji siyaset û civakê dûr bixin polîtîkayên taybet dimeşînin. Dixwazin ciwanan bêbandor bikin.”

‘Ciwan bi polîtîkayên zextê nayên parastin’

Piştre endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Harûn Turkan daxuyanî xwend. Turkan anî ziman ku îro ew ji bo polîtîkayên dagirkerî û mêtingeriyê yên wekî madeyên hişbir, bazirganiya bedena jinê û çetetiyê taxa xwe biparêzin hatine gel hev û got: “Bikaranîna madeyên hişbir, tiryak, bazirganiya mirovan û mekanîzmayên îstîsmarê yên bi fihûşê ve girêdayî, wekî li gelek welatên cîhanê, li Tirkiyeyê jî di nav pirsgirêkên girîng ên civakî de ne. Bi taybetî bêderfetiya aborî, bêkarî, newekheviya di gihîştina derfetên perwerdeyê de û tecrîda civakî rê li ber wê yekê vedikin ku ciwan li hember van xetereyan bêparastin bimînin. Ciwan bi polîtîkayên zextê nayên parastin.”

‘Li dijî tiryakê em ê civaka demokratîk biparêzin’

Harûn Turkan destnîşan kir ku polîtîkayên mêtinger li ser taxan berdewam dike û wiha domand: “Ji bo avakirina civaka demokratîk encamên giran bi xwe re tîne. Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî mijarên wekî siberoja ciwanan, yekitiya civakî, beşdariya demokratîk û dadmendiya civakî derdikevin pêş. Ev rastiyeke zelal e ku perspektîfa aştiyeke mayînde û demokratîkbûnê divê ne tenê bi danûstandinên siyasî, lê di heman demê de bi polîtîkayên bibandor ên di qadên perwerde, kar, çand, xizmetên civakî û têkoşîna li dijî madeyên hişbir de bê piştgirîkirin. Em xwedî taxên xwe derkevin. Li dijî tiryakê em ê civaka demokratîk biparêzin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Ciwan li vir e, li ser piyan e” bi dawî bû.

Etîket: daxuyanîEndamên Meclîsa Ciwanan a DEM PartiyêfihûşhişbirêStenb9l
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026
‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

12 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne