• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
20 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Di nexweşxaneyê de li girtiyê siyasî Nevzat Oren xistin’

Wan / AW

19 TEBAX 2026 - 17:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Wanê 7 saziyên mafên mirovan, li dijî îşkenceya li girtiyê siyasî Nevzat Oren hatiye kirin dan zanîn ku Nevzat Oren li ber çavê gel û di korîdorên nexweşxaneyê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye derbkirin û gotin: “Bila derbarê van personel û berpirsiyarên îşkenceyê de lezgînî lêpirsîna edlî û îdarî bê destpêkirin.”

Şaxên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumdaran re (TUHAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Sendîkaya Kedkarên Saziyên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES), Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Baroya Wanê û Odaya Tabîban a Wan-Colemêrgê yên Wanê li ber Girtîgeha Tîpa F a Wanê derbarê îşkenceya li ser girtiyê siyasî Nevzat Oren hatiye kirin daxuyanî dan. Di daxuyaniya pankarta “Bila îşkenceya li girtîgehan bi dawî bibe, berpirsiyar werin darizandin” hat vekirin û dirûşma “Bijî bexwedana zîndanan” hat berzkirin. Rêveberên saziyan, parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê, malbata Nevzat Oren û gelek xizmên girtiyan tev li çalakiyê bûn.

Daxuyaniyê rêveberê TUHAY-DERê Nedîm Şipal xwend.

‘Bijîşk daxwaz nekir, cendirmeyan ferz kir’

Nedîm Şîpal bi bîr xist ku Nevzat Oren ji ber pirsgirêkên tenduristiyê birine nexweşxaneyê lê rastî sepana muayeneya bi kelepçe hatiye û diyar kir ku tevî ku bijîşk daxwazeke wiha nekiriye jî, jandarmayan ferz kiriye ku Oren bi kelepçeyî bê muayenekirin û wiha axivî: “Li ser redkirina vê sepana ku rûmeta mirovahiyê bin pê dike, Nevzat Oren li ber çavê gel û di korîdorên nexweşxaneyê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat derbkirin. Tevî ku bênçikiya giran a girtî hebû û daxwaza alîkariyê kir, deriyê wesayîta ringê nehat vekirin û di cîhekî bêheva de hat hiştin.”

‘Lêdan hat belgekirin’

Di berdewamiya axiftina xwe de Nedîm Şîpal destnîşan kir ku Nevzat Oren piştî îşkenceyê di rewşeke wisa de bû ku rêveberiya girtîgehê ew bi wî halî qebûl nekir û ew ji bo rapora derpkirinê careke din şandiye li nexweşxaneyê. Nedîm Şîpal da zanîn ku derbkirin û îşkenceya li hemberî Nevzat Oren hatiye kirin bi rapora nexweşxaneyê hatiye belgekirin û wiha berdewam kir: “Oren piştî ku vegeriya girtîgehê rasterast serlêdana sûc kir. Bila derbarê personelên ku ketiye nav van kirinan û berpirsiyarên îşkenceyê de lezgînî lêpirsîna edlî û îdarî bê destpêkirin. Dîmenên kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê û qeydên hundir û derveyî wesayîta rîngê, bêyî ku werin reşkirin, bên lêkolînkirin. Bila sepana muayeneya bi kelepçe ku veguheriye binpêkirina mafan a rojane lezgînî bê rawestandin.”

Nedîm Şîpel di dawiya axaftina xwe de ragihand ku ew ê bibin şopînerên pêvajoya hiqûqî û rewşa tenduristiyê ya Nevzat Oren.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: CendirmegirtîgehGirtiyê siyasîlêdanNevzat Oren
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rapora binpêkirinên li girtîgehan hat aşkerekirin

Rapora binpêkirinên li girtîgehan hat aşkerekirin

31 TÎRMEH 2026
OHDyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Egeyê ragihand

OHDyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Egeyê ragihand

29 TÎRMEH 2026
OHDê rapora xwe ya 6 mehan a binpêkirinên mafan eşkere kir

OHDê rapora xwe ya 6 mehan a binpêkirinên mafan eşkere kir

16 TÎRMEH 2026
Ji OHDa Stenbolê rapora 6 mehan: Divê dewlet pratîkên tecrîdê bi dawî bike

Ji OHDa Stenbolê rapora 6 mehan: Divê dewlet pratîkên tecrîdê bi dawî bike

9 TÎRMEH 2026
Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

12 HEZÎRAN 2026
‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

9 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 2
    Zeynep Yaş: Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyînê dibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne